Jinên Tûnisê di parlamentoyê de ji ber zagona hilbijartinê astengiyan dikşînin

Jinan helwest nîşanî kêmbûna parlamenterên jin di parlamentoya Tûnisê de dan ku wê meha pêşiya me were avakirin û dan zanîn ku sedema ve yekê zagona hilbijartinê ye.

Tûnis – Li Tûnisê ji serhildanê heta niha jinên ku hebûna xwe di qada siyasetê de diparêze di vê qadê de têkoşînek bi hêz dimeşînin. Jinên Tûnisê ku bi têkoşîna xwe destkeftiyên girîng bi dest xistine, ji bo wekheviya civakê di aliyê zayendê de were avakirin xebat didin meşandin. Jinên ku bi zagona bingehîn a 2022’an de ji siyasetê hatin dûrxistin, daketin qadan û dest bi çalakiyên protestoyî kirin. Serokomarê Tûnisê Qeys Seîd ku xebatên meclisê da rawestandin, ragihand ku wê di 17’ê Kanûna 2022’an de biçin hilbijartina giştî ya pêşwext. Tora yekem di 17’ê Kanûnê 2022’an de hat kirin, wê tora duyemîn jî di 29’ê Çileya 2023’an de were kirin. Tê plankirin ku di meha Adarê de meclis were avakirin. Jinan der barê êrîşên li hemberî destkeftiyên wan de nirxandin kirin.

‘Destkeftî hatin sabotekirin’

Rêvebera weqfa jinên demokratîk a Tûnisê Naila Zoghlami diyar kir ku di hilbijartinên parlamentoya dawî de beşdariya jinan kêm e û wiha got: “Serokomar Qeys Seîd bi derxistina zagona hilbijartinê re tu firsendek neda jinan û rêz neda têkoşîna wan. Vê zagonê destkeftiyên wekhev sabota kir û jin jinan ji parlamentoyê mehrûm kirin.”

‘Di parlamentoyê de rêjeya nûnertiya jinan kêm e’

Çalakvana Femînîst Rajaa Dahmanî destnîşan kir ku rêjeya nunertiya jinan di parlamentoyê de kêm e û wiha got: “Her çendî ev zeiftî di zagona bingehîn de cih digre, rêgezên wekheviyê di encama paşvekişandina zagona hilbijartinê de ye. Armanca tevgera femînîst ew e ku pirsgirêkên jinan fam bike, biparêze û bi pirsgirêkên cuda bigre dest û ew zagonên ku ji bo wan xizmetê dike ava bikin. Zagona hilbijartinê di dûrkirina jinan de xwedî rol e.”

‘Wê parlamentoyek çawa were avakirin?’

Rajaa Dahmanî der barê parlamentoya ku meha were de were avakirin de ev nirxandin kir: “Wê ev parlamento çawa were avakirin, wê tê de kî hebin û ew partiyên ku tê de cihê xwe bigrin em nizanin. Tişta ku em dizanin hinek partiyên siyasî yên ku me temsîl nakin, ew bîrdoziyên ku em wan red dikin wê parlamentoyê ava bikin. Em gelek mereq dikin ku wê îro parlamentoyek ku em jê bawer bikin wê rêzê li serhildan û hemwelatiyan bigre were avakirin.”

‘Hewl didin destkeftiyên xwe biparêzin’

Çalakvana mafên mirovan û parêzer Najat Al-Yaqoubî wiha got: “Ger jin nebin û hatibin dûrxistin wê ev parlamento çawa rola xwe bilîze? Wê ev guherîn wê civaka Tûnisê dereng bike û bi vegerê re heman be. Ji ber em jin gihîştine merheleya hişmendî û tevlihev û piştre jî em tiştekî qebûl nakin.”

Najat Al-Yaqoubî got: “Ji serhildanên hemû dinyayê heta niha jinên Tûnisê qadên têkoşîna wan hatine dagirkirin û wê li rûxmê hemû kampanayayên li dijî wan, bûme şahidê hewldanên parastina destkeftiyên xwe.”