Jinên siyasetmendar: Li hember êrîşan pêdivî bi helwestek yekgirtî heye

Jinên siyasetmendarên Başûrê Kurdistanê li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser axa Başûrê Kurdistanê tê kirin gotin: “Hem Palemana Herêma Kurdistanê hem, jî hikumeta Îraqê divê helwestek wan a tund hebe li hember êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê.”

ŞİNYAR BAYİZ
Silêmanî - Jinên Siyasetmendarên di nava Yekîtîya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) ê de xwedî peyîwirin girêdayî dagirkeriya li ser axa Başûrê Kurdistanê tê kirin nirxandin kirin û bilêv kirin ku pêdivî heye hem Parlemana Herêma Kurdistanê hem jî hikumeta Îraqê helwestek tund li hemberî dagirkeriya heyî nîşan bidin.  
“Li hemberî dagirkeriyê pêdivî bi yekgirtinê heye”
Endama Mekteba Siyasî ya YNK’ê Mahabad Şêx Mehemed diyar kir ku ji bo rawestandina êrîşan pêdivî bi helwestek hîn zêdetir bihê heye û wiha berdewam kir: “Hem Palemana Herêma Kurdistanê hem jî hikumeta Îraqê divê helwestek wan a tund hebe li hember êrîşên dewleta Tirk ên ser Başûrê Kurdistan. Êrîş li ser Kurdibûn û Kurdistanê tê kirin ji ber wê jî divê em hemû bi hev re welatê xwe biparêzin û lê xwedî derkevin. Em dibînin gundewarên herêmê ji aliyê dewleta Tirk ve tê bombakirin, ev ji bo me hemûyan cihê xemgîniyê ye. Li hemberî vê dagirkeriyê pêdivî bi yekgirtin û hevkariyê heye.”
Endama Rêvberiya Encûmena YNK’ê parêzer Telaf Latîf jî da zanîn ku hewceye rêz li axa Herêma Başûrê Kurdistanê bê girtin û wiha domand: “Hewceye hikumeta Îraqê rêz ji sînorê herêma Kurdistanê re bigire û rê nede tu dewlet sînorê wê derbas bike. Weke parleman li hemberî êrîşên pir alî pêwîstî bi helwestek hîn zêdetir heye, tenê beyanname têr nake. Her kesê di nava sînorên Herêma Başûrê Kurdistanê de dijîn divê rêzê lê bigire û li hemberî êrîşên tên kirin xwedî helwest be.”