“Jinên Sahrawî ji bo welatek azad, serbixwe û demokratîk têdikoşin”

Aktîvîsta Saharawî Ayla Şac El-La destnîşan kir ku tevgera femînîst a li Sahraya Rojava ji bo xurtkirina hevgirtina navneteweyî dixebite û got ku penaberiya bi darê zorê cureyên herî xeternak ên ku jinan li Sahraya Rojavayî rastî wan tên.

ZOUHOUR MECHERGUI

Tûnis – Di çarçoveya çalakiyên 3’yemîn Konferansa Jinan a Cîhanê ya ku li Tûnisê hatibû li darxistin de, ajansa me bi aktîvîsta ji Sahraya Rojava Ayla Şac El-La re hevdîtin kir. Ayla Şac El-La zehmetiyên ku jinên Shrawî pê re rû bi rû dimînin nirxand û xewna xwe ya jiyîna li welatekî azad, ewle û serbixwe anî ziman.

“Jinên Sahrawî rastî her cure şîdetê tên”

Ayla Şac El-La anî diyar kir ku jinên Sahrawî ji şert û mercên xwezayî, koçberî û zehmetiyên jiyanê êşê dikişinin û wiha pê de çû: “Ez banga xurtkirina kampanyayên piştevaniya navneteweyî ya bi jinan re dikim. Jinên Sahrawî rastî her cure şîdetê tên, li gel ku ji derbirîna ramanên xwe bêpar dimînin, ji aliyê medyayê ve jî weke ku ew tune ne tên dûrxistin. Aktîvîstên jin di dema organîzekirina xwenîşandanên aştiyane an jî xwepêşandanan de ji bo ku pirsgirêkên xwe bînin ziman û şîdeta li ser jinan şermezar bikin rastî êrîşa tên. Tiştê ku rewşê xirabtir dike, şert û mercên giran ên kampên penaberan ên birçîbûn û tîbûnê ye û berxwedana li hember şert û mercên xwezayî yên dijwar ên germ û sermayê ye.”

“Di hemû şert û mercan de têdikoşin”

Ayla Şac El-La anî ziman ku Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Sahrawî rêxistineke sivîl e û hewl dide êşên jinan sivik bike û wiha got: “Wezareta Karûbarên Civakî û Rêvebiriya Jinan ji bo bilindkirina pêgeha jinan di cihên biryardanê de û pêşxistina rastiya wan û baştirkirina rewşa wan a civakî kar dike. Yekîtiya Jinên Ciwan di nava Yekîtiya Ciwanên Saharawî de çalak e û hewl dide piştgiriya jinên ciwan bike û wan di warê aborî, civakî û çandî de bi hêz bike. Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Sehrawî hewl dide ku êş û azarên jin û keçan ji cîhanê re ragihîne, nemaze ji ber reşkirina medyayê derbarê rewşa gelê Sehrawî bi giştî. Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Sehrawî hewl dide ku beşdarî forumên navneteweyî bibe û qala rastiya jinê bike, hevgirtina femînîst pêk bîne têkoşîn û destkeftiyên wan bidin nasîn. Tevî hemû astengiyên li pêşiya wan jinên Sahrawî ji bo welatek azad, serbixwe û demokratîk ku bi mafên jinan bawer dike û bi hebûna wê di navendên biryardayînê de û daxwazên wan diparêze, di hemû şert û mercan de têdikoşin.”

“Tevgera femînîst a li Sahraya Rojava ji bo xurtkirina hevgirtina navneteweyî dixebite”

Ayla Şac El-La eşkere kir ku penaberî, jicîhûwarkirin û jicîhûwarkirina bi darê zorê ya ku jin li Sahraya Rojava rastî wan hatine, cureyên herî giran ên destdirêjiyê ne ku li dijî qanûnên navneteweyî yên ku mafê mirovan diparêze ku di nav axa xwe de bi aramî bêyî destdirêjî, tundî û armancgirtinê bijî û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Tevgera femînîst a li Sahraya Rojava ji bo xurtkirina hevgirtina navneteweyî dixebite. Di çarçoveya xurtkirina hevgirtina femînîst a bi jinên Sahrawî re pira ragihandinê bi rêxistinên jinan ên navneteweyî re heye. Girîng e ku hevgirtineke femînîst a navneteweyî hebe.”