Jinên li Iraqê di navbera qezencên yasayî û zoriyên pêvajoyên biryardayînê de ne

Tevî serkeftinên ku jinên Iraqî ji sala 2003’an vir ve bi dest xistine, hebûna jinan di pozîsyonên biryardayînê de û zoriyên ku ji nûnertiya siyasî derbasî bandora rast a siyasî bibin de, hîn jî rastî dijwariyan tên.

TEMMENÎ EL-SARAWÎ

Bexda – Jinên Iraqî di asta destûrî û qanûnî de ji sala 2003’yan ji dema guhertinên siyasî heta niha, pêşketinên girîng bi dest xistine. Guherîna herî berbiçav jî, nûnertiya jinan di Destûra Bingehîn a 2005’an de hate perjirandin ku di Meclîsa Nûneran de pergala kotayê ya bi kêmanî ji sedî 25 hatibû mîsogerkirin, bû. Ev gav wek cudakariya erênî ku hebûna jinan di jiyana siyasî de zêde bike, hat nirxandin.

‘Serkeftinên destûrî yên piştî 2003’yan’

Di vê çarçoveyê de, parlamentera berê ya Iraqê Neda El-Cebûrî diyar kir ku jinên li Iraqê ji sala 2003’yan vir ve destkeftiyên girîng bi dest xistine. Neda got ku, ya herî berbiçav jî pejirandina Destûra Bingehîn a 2005’an e, ku beşdariya jinan di saziyên qanûndanînê de bi kêmanî ji sedî 25 bi rêya pergala kotayê mîsoger dike. Wê ev pergal wek cudakariya erênî ku hebûna jinan di saziyên qanûndanînê de xurt dike nirxand. Neda El-Cebûrî wiha got: “Bidestxistina kotaya nûnertiya destûrî nayê wê wateyê ku jin dê bighîjin astek rast a bandorê û pîvana herî girîng ew e ku jin bi rastî çiqas beşdarî pêvajoyên biryardana siyasî dibin.”

‘Kêmbûna bandorê ya di pêvajoyên biryargirtinê de’

Nada El-Cebûrî da zanîn ku jinên Iraqê di salên piştî 2003’yan de rolek çalaktir lîstine, lê ev rol di deh salên dawî de kêm bûye û wiha anî ziman: “Wekî ku di biryara Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya li ser jin, aştî û ewlehiyê de hatiye destnîşankirin, beşdariya jinan di pêvajoyên ewlehî, aştî û biryardanê de ji piştgiriya saziyî zêdetir, bi jêhatîbûna kesî û pisporiya zanistî û pîşeyî ya ku jin xwedî dikin ve girêdayî ye. Jinên li Iraqê ji bo xizmeta di peywirên bilind de, xwedî jêhatîbûn û ezmûna pêwîst in. Lê di rastiyê de lawaziyek eşkere di nûnertiya jinan, rolên biryardanê de wek rêvebirina saziyên tenduristiyê, nûneratiyên dîplomatîk, serokatiya komîsyonan an serokatiya partiyên siyasî diteyîsîne.”

Nada El-Cibûrî da zanîn ku piraniya civînên ku ji hêla rêberên siyasî û koalîsyonên partiyan ve têne organîzekirin, tevî hebûna jinan ku dikarin beşdarî pêvajoyên siyaset û biryardanê bibin, mêr serdest dikin.

‘Serxwebûna biryargirtina jinan’

Nada El-Cebûrî her wiha awayê ku hin partiyên siyasî beşdariya jinan bi rê ve dibin rexne kir û wiha got: “Hebûna jinan carnan ne ji bo baweriyek rast bi rolên wan ên serokatiyê, ji bo qezencên siyasî tê bikaranîn. Hin jinên di peywirên wezîr an rêveberiyê de di biryardanê de bêserûber in, biryarên wan bi partî û blokên siyasî ve girêdayî ne û ev yek bandora wan di rêvebirina saziyan de sînordar dike.”

Nada El-Cebûrî anî ziman ku balkişandina ser hejmara jinan a di parlemtoyê de, rewşa rast a jinên Iraqê nîşan nade. Nada destnîşan kir ku li Iraqê zêdetirî 20 milyon jin û zarokên keç hene ku di warê perwerde, tenduristî, kar û parastina civakî de bi pirsgirêkên girîng re rûbirû ne û wiha berdewam kir:  “Perwerdekirina rêberên jin ên ku dikarin bighîjin peywirên biryardanê, bi baştirkirina rewşa jinan a di civakê de û peydakirina qadek piştgirî ji bo bihêzkirina wan a zanistî, pîşeyî û civakî dest pê dike.”

Çanda civakî û avakirina kapasîteyê

Nada El-Cebûrî diyar kir ku çanda civakî hîn jî rê li ber beşdarbûna jinan digre û destnîşan kir ku mêr xwedî azadiya tevger, ragihandin û derfetên avakirina têkiliyên mezintir in, di heman demê de jin bi qedexeyên ku derfetên wan sînordar dikin re rûbirû dimînin.

Nada El-Cebûrî, di pîşeya xwe de bal kişand ser girîngiya perwerde, fêrbûna berdewam û pêşketina kesan û destnîşan kir ku xebata siyasî, zanîn û ezmûnê hewce dike, nebûna çandeke xwendin û pêşketina jêhatîbûnê di nav hin kesayetiyên giştî de bandorek neyînî li ser kalîteya performansa wan dike.

‘Kirîna dengan rê li ber kesên jêhatî girt’

Nada El-Cebûrî wiha got: “Di gelek komîteyên parlementoyê de, endamên wan ên xwedî kêmasiya pisporiya pêwîst hebûn û di dema hilbijartinan de kirîna dengan hem jin û hem jî mêr rê li ber gelek kesên jêhatî, girt ku bikevin parlementoyê. Ji bo mîsogerkirina qanûndanîneke bikêrtir û bibandortir, di nava saziyên qanûndanîn û blokên siyasî de pêwîst e ku ji pispor û profesyonelan sûd bigrin û berî derxistina qanûnan bi aliyên pêwendîdar bişêwirin.”

Bihêzkirina aboriyê: Deriyek bo beşdariya siyasî

Nada ElCebûrî tekez kir ku bihêzkirina aborî yek ji stûnên herî girîng ên bihêzkirina jinan e û ev tişt gotin: “Pêşxistina qada taybet, peydakirina derfetên kar û zêdekirina kapasîteyên jinên ciwan dibe alîkar ku serxwebûna jinan xurt bibe û wisa bike ku bi awayek bêkêmasî beşdarî jiyana giştî û pêvajoyên biryardanê bibin.”

Nada El-Cebûrî di dawiya axaftina xwe de, tekez kir ku armanca wê ne ew e ku jin mêran derbas bikin, ew e ku ew di warê maf, derfet û berpirsiyariyan de bibin şirîkên wekhev û got: “Jinên li Iraqê, di qadek guncaw û derfetên adil de, xwedî hêz in ku bi bandor beşdarî avakirina neteweyê bibin.”

Tevî destkeftiyên destûrî û qanûnî ku di 20 salên dawî de hatine bidestxistin, dijwariya herî mezin ew e ku nûnertiya siyasî ya jinan ji hebûnek hejmarî veguherîne beşdariyek bi bandor a di pêvajoyên biryardanê de. Pispor dibêjin ku bidestxistina vê yekê hewceyê veberhênanê di reformên siyasî û sazûmanî de, her wiha di pêşxistina kapasîteyên jinan û bi hêzkirina wan di warê aborî û civakî de ye. Bi vî awayî hevkariyeke rast û hevseng di rêvebirina welat û şekildana paşeroja wê de mîsoger dike.