Jinên Kobanê: Entegrasyona siyasî divê mafên Kurdan li Sûriyeya bigre bin temînatê

Jinên bajarê Kobanê der barê qonaxa entegrasyona siyasî ya QSD'ê û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de axivîn, diyar kirin ku gelê Kurd bedelên buha daye û êdî dem hatiye mafên Kurdan di destûra nû ya Sûriyeyê de bikeve bin temînatê

NÛRŞAN EBDÎ

Kobanê – Piştî ragihandina peymana 29'ê Çileyê ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de, gavên pratîkî hatine avêtin. Biryar hat dayîn ku saziyên leşkerî, ewlehî û îdarî yên Rêveberiya Xweser di nava saziyên hikûmetê de werin entegrekirin. Di heman demê de tekezî li ser parastina nasnameya cihêreng a gelê Kurd û misogerkirina mafên siyasî, çandî û neteweyî tê kirin.

Di 20'ê Tebaxa 2026'an de, Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mezlûm Ebdî, temamkirina qonaxa entegrasyona leşkerî û ewlehiyê ragihand û diyar kir ku ew ketine qonaxeke nû ya siyasî. Ev qonax ji bo gelê Kurd pir girîng e, ji ber ku armanc dike hebûn û mafên wan li Sûriyeyê xurt bike û di çarçoveya destûra nû ya Sûriyeyê de naskirina wan misoger bike. Bi vî awayî şirîkatiyek demokratîk a rastîn ava bike û mafên hemû pêkhateyên welat misoger bike.

Jinên bajarê Kobanê nêrîn û helwestên xwe der barê van pêşketinên siyasî û leşkerî de anîn ziman.

'Pêvajoya diyarkirina çarenûsa gelê Kurd li Sûriyeyê'

Hadla Hesen diyar kir ku gelê Kurd li Sûriyeyê di qonaxeke hesas û girîng re derbas dibe ku ev yek dikare weke qonaxeke diyarkirina çarenûsa Kurdan li welat were binavkirin. Hadla destnîşan kir ku herêm û gelê Kurd di demên dawî de pêşketinên siyasî û leşkerî yên berbiçav dîtine û got: "Biryara yekbûnê yek ji gavên herî girîng bû ku bandorê li gelê herêmê kir. Tiştê me îro bi dest xistiye encama berxwedan û têkoşîna me ya ji bo parastina taybetmendî û hebûna me wekî gelê Kurd li Sûriyeyê û ji bo misogerkirina naskirina van maf û destkeftiyan di destûra nû ya Sûriyeyê de ye."

'Têkoşîna ji bo parastina nasname û mafên me dê berdewam bike'

Hadla Hesen tekez kir ku têkoşîna jinên Kurd dê berdewam bike da ku nasname, destkeftî û mafên xwe biparêzin û wiha gotinên xwe domand: Di demên berê de jin di astên rêveberî û serokatiyê de tune bûn û parastina jinan û mafên wan di nava civakê de têra xwe tune bû. Ji ber vê yekê, em ê têkoşîna xwe bidomînin da ku destkeftiyên xwe û nirxên ku şehîdên me ji bo wan xwe feda kirine, biparêzin."

'Bi têkoşîna xwe em ê destkeftiyên şehîdên xwe biparêzin'

Necma Kinco jî da diyarkirin ku gelê Kurd di tevahiya dîroka xwe de gelek binpêkirin, komkujî û polîtîkayên qirkirinê dîtiye û wiha got: "Ji destpêka Şoreşa 19'ê Tîrmehê ve heta îro weke Kurdên li Rojava, ji bo bidestxistina armancên xwe û bidestxistina mafên xwe li ser vê axê, me li ber xwe da û têkoşiyan. Bi saya şehîdên xwe li ser vê axê em di warê siyasî, leşkerî û aborî de bûn xwedî gelek destkeftiyan. Ji ber vê yekê em xwediyên mafên xwe ne û em weke welatî di çarçoveya destûra bingehîn a Sûriyeyê de mafên xwe dixwazin. Pêdivî heye ku pêvajoya entegrasyonê rêzê li nasname û dîroka gelê Kurd bigre. Temînata mafên Kurdan ji bo perwerde û hînkirinê bi zimanê dayîkê dê bibe alîkar ku Sûriyeya demokratîk were avakirin."

'Divê em têkoşîna siyasî ji bo misogerkirina mafên xwe xurttir bikin'

Leyla Ehmed jî da zanîn ku hilgirtina çekan ne hilbijartinek bi dilxwazî bû, riyek bû ji bo parastina gelên herêmê û parastina maf û nasnameya wan û wiha axivî: "Em di qonaxeke wisa de ne ku em hewl didin mafên xwe bi zagonî û destûrî bigrin bin temînatê. Riya siyasî dê demokrasî û beşdarbûnê, li ser bingeha projeya biratiya di navbera gelan de, xurt bike."