Jinên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê bertek nîşanî biryarên HTŞ’ê dan
Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê helwestên xwe li hemberî erkdarkirina jineke Kurd di cihên rêveberiyê de nîşan dan û gotin ku erkdarkirinên bi vê awayî ne li ser bingeha demokratîk û zagonî ye, tenê şiklî ye.

YARA XELÎF
Hesekê – Jinên ku 14 sal in şoreşa Sûriyeyê bi rê ve dibin, ji ber ku demokrasiya şiklî qebûl nakin hewl didin salên din jî pêşengiyê bikin. Ew nûnertiya kêmtirî ji sedî 50 napejirînin, ji ber vê jin siyaseta rêveberiya demkî ya ku jin û pêkhateyên din ên Sûriyeyê ji pêşeroja welat dûr dixe, red dikin.
Tayînkirina jina ciwan Zehra Barazî ya bi eslê xwe Kurd e ji bo Cîgira Wezîrtiya Karên Derve ya Sûriyeyê di nava gelê Kurd de bûye cihê nîqaşan. Ew van taktîkan weke şêwazeke siyaseta cîhadîstên Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) dibînin. Bi vê awayî rêveberiya demkî dixwaze hikumeta xwe weke demokratîk û parastina mafên jinan û civakê nîşan bide.
HTŞ ji bo guhertinan gavan navêje
Berdevka komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ahîn Elî behsa siyasetên ku cîhadîstên HTŞ’ê dimeşînin kir û got: ”Hilweşîna rejîma Baasê hêvî di dilê gelê Sûriyeyê û bi taybetî Kurdan de ava kir. Ji ber ku civak bi hemû pêkhateyên xwe zulmê ji rejîma Baasê dîtin. Bi erkdarkirina Ehmed El-Şeraa (El-Colanî) rewşa herêmê hat guhertin. Tevî hewldanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji bo avakirina Sûriyeya demokratîk bi riya tifaqan lê ji aliyê cîhadîstan ve gav nehatin avêtin û destûra nû bê beşdariya gelê Sûriyeyê hat îlankirin.”
’HTŞ siyaseta Baasê dubare dike’
Ahîn Elî bal kişand ser siyaseta rêveberiya demkî ya Sûriyeyê û wiha got: ”Komkujiyên li dijî Elewiyan, dijminatiya Heyet Tahrîr El-Şam a li hemberî civaka Durzî, rewakirina kuştina hemû mezheban û nêrîna wan a li ser jinan, zihniyeta vê desthilatdariyê ku Îslama radîkal temsîl dike, derdixe holê. Bi erkdarkirina hinek jinan di cihên rêveberiyê de hewl didin demokrasiya xwe derxin pêş. HTŞ siyaseta rejîma Baasê dimeşîne. Ev jî dihêle ku şoreş bi aloztir bibe. Erkdarkirina jinên Kurd di nava qada siyasî de xwedî aliyên siyasî û bîrdozî ye. Ew jin weke amûrek tê bikaranîn. Ev tayînkirin ne li ser bingehek destûrî û ne jî zagonî hat kirin.”
’Em beşek ji demokrasiyê qebûl nakin’
Ahîn Elî tekez kir ku ew beşek ji demokrasiyê nexwazin û wiha pê de çû: ”Gelek jinan bi zihniyeta mêran rêberiya welatan kirine û gelek jinan şoreş bi rê ve birine lê di dawiyê de nikaribûne xwe temsîl bikin û mafên xwe bi dest bixin. Em naxwazin wan ezmûnan dubare bikin, ji ber vê em dizanin em çi rexne dikin û em çi dixwazin. Jinên di rêvebera demkî de nikarin îradeya jinan û civakê temsîl bikin û divê hemû jin ji azadî û mafên xwe yên tevgerînê li gorî pêdiviyên qonaxê haydar bin. Jinên ku 14 salan şoreş bi rê ve birin, dikarin gelek salên din jî bi rê ve bibin, ji ber ku ew demokrasiya qismî qebûl nakin. Ew dixwazin demokrasiyê di eslê xwe yê rastîn de bi dest bixin û temsîliyeta kêmtir ji sedî 50 qebûl nakin.”
’HTŞ’ê xwedî dîrokek tijî komkujî û kiryar in’
Hevseroka Tevgera Ciwanên Ermenî ya Demokratîk Losnak Keforyan da zanîn ku Rojhilata Navîn şahidiya gelek şer û pevçûnên li pey hev dike û got: ”Piştî hilweşîna rejîmê gelê Sûriyeyê hêviya Sûriyeya nû kir. Lê derketina HTŞ’ê ku xwedî dîrokeke dirêj a komkujî û jenosîdan e, ev xeyal têk çû. Îslama siyasî ku li welat belav dibe, pêkhateyên Sûriyeyê dikuje, ji cih û warên wan derdixe û jinan ji rêvebirina Sûriyeyê dûr dixe. Destûra nû ya Sûriyeyê weke hewldanek ji bo avakirina dewletek xîlafetê tê hesibandin bêyî ku mafên pêkhateyên di nava Sûriyeyê de hene werin berçavgirtin. Erkdarkirina kujerên jinan jî di cihên rêveberî û leşkerî de jî digrin ev jî mafên jinan binpê dike.”
’Tayînkirina jineke Kurd tenê ji bo baştirkirina îmaja hikûmetê ye’
Erkdarkirina jineke Kurd di cihê biryardayînê de tenê formalîteyek e ku ji bo xweşikkirina wêneyê hikûmetê û pêşkêşkirina wê wek hebûneke demokratîk. Zehra Berazî neaxiviye û ne jî tu daxuyanî daye, ji ber ku zihniyeta hikûmetê rê nade jinan ku biaxivin. Ger derfeta axaftinê hebe, gotinên wê bi tevahî li ser mêran in. Zîhniyeta Heyet Tehrîr El-Şam dimeşîne dijminatiya jinan dike. Tayînkirinên takekesî êdî pêdiviyên gelê Sûriyeyê pêk naynin.”
’Divê destûra nû mafê pêkhateyan biparêze’
Losnak Keforyan xeteriyên dubarekirina komkujiyan ser gelê Sûriyeyê bi taybetî gelê Ermen anî ziman û wiha dawî li gotinên xwe anî: ”Em ji dubarebûna komkujiyan li dijî me ditirsin, ji ber ku dem xwe dubare dike. Ji ber vê, em daxwaz dikin ku destûra bingehîn a Sûriyeyê mafên me bi tevahî misoger bike û hemû pêkhate û kêmaran biparêze. Her wiha çete Hatêm Ebû Şeqra û Ebû Emşa ve bên dadgehkirin.”