‘Hilbijartinên li Tirkiyê ji bo tevahî Rojhilata Navîn girîng e’

Berdevka Rêxistina Kongra Star, Rihan Loqo hilbijartina Tirkiyê ku di 14’ê Gulanê de dê pêk werê nirxand û da zanîn ku hilbijartina ku li Tirkiyê pêk werê, ji bo Rojhilata Navîn jî girîng e û di gelek aliyan de dê bandorê lê bike.

EBÎR MIHEMED

Qamişlo- Di 14’ê Gulana 2023’an dê li Tirkiyê hilbijartinên Serokomarî û Parlamentoyê pêk werê. Armanca gelê kurd di vê salê de ewe ku destnilatdariya ku heyî têk bibe û hebûna xwe li ser axa xwe mayinde bike. Loma gelê kurd bi amadekariyek mezin dê biçin ser sandoqan. Derbarê hilbijartina ku li Tirkiyê pêk werê, Berdevka Rêxistina Kongra Star, Rihan Loqo nêrîna xwe parve kir.

Rihan Loqo di destpêkê de berxwedana dîrokî ya gelê Bakurê Kurdistanê silav kir, silavên şoreşa jinê ji tevahî dayik û jinan re şand û wiha got: “Em bi navê tevahî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berxwedana dîrokî ya gelê Bakurê Kurdistanê silav dikin û silav û hezkirina şoreşa jin ji tevahî dayik, jin û malbatên ku kêlî bi kêlî di nava berxwedanê de ne û ji bo azadiyê têdikoşin re rê dikin. Bi ruhê ku şoreş destpêkiriye, têkoşîna bi salan ku ji bo azadiyê li tevahî qadên Kurdistanê bê navber hatiye meşandin, em di wê hêvî û baweriyê de ne ku hilbijartina ku li Tirkiyê di 14’ê Gulanê de pêk werê, dê bi pêşengtiya jinê, azadiyê bi xwe re bîne.”

‘Hilbijartin ji bo Rojhilata Navîn  girîng e’

Rihan Loqo di dewama gotina xwe de bal kişand li ser êrîşên dewleta tirk, bi taybet li dijî nasnameya jina azad û wiha dewam kir: “Hilbijartina ku li Tirkiyê pêk werê, ne tenê ji bo gelê Bakurê Kurdistanê, ji bo Rojhilata Navîn jî dê girîng be. Ev demeke dewleta tirk êrîşî destkeftî, ax, nasname û îradeya jina azad dike. Di van salên dawî de lêdan û êrîşên pir dijwar li dijî gelê kurd pêk tîne. Di êrîşan de, zarok, jin, ciwan û pêşengên şoreşê dihatin hedefgirtin. Ev êrîş ne tenê li Rojavayê Kurdistanê, li her aliyên Kurdistanê pêk hatin. Çima êrîş dikir? Ji ber naxwaze îradeya jina azad pêş bikeve û jin pêşenga civaka xwe bike. Her wiha naxwaze projeya netewa demokratîk ku wekheviya gelan bingeh digire, bikeve meriyetê. Ev yek zora wê diçe û bi êrîşên cur be cur êrîşî gelê kurd û destkeftiyên wan dike.”

‘Siyaseta dewleta tirk di serî de li dijî  jinan e’

Rihan Loqo bal kişand li ser kiryarên dewleta tirk li Bakurê Kurdistanê û wiha pê de çû: “Li Bakurê Kurdistanê em her roj dibînin ku çawa jinek xwedî li nasnameya xwe û îradeya xwe derdikeve yekser davêjin zindanê. Jina ku ji bo tevahî jinan kar û xebat dimeşîne êrîş dike û cezayên mezin didin. Bi sedan jin zindanên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bi siyaseta Erdogan hatine girtin. Jinên rewşenbîr, sosyalîst, nivîskar, siyasetmedar heta parlementerên ku bi îradeya gel hatine hilbijartin hatine hedef girtin. Çima hatine girtin? Ji ber doza azadî, nasname, hebûn û wekheviya civakê dikin. Niha ber bi hilbijartinê ve diçin, lê heta niha ev jinên ku banga azadî û wekheviyê dikin nehatine berdan. Ev jin mafê wan heye ku di hilbijartinê de cihê xwe bigirin, dengê xwe bidin kesên ku wan temsîl dike, lê pêk nehatiye û tê wateya ku siyaseta dewleta tirk di serî de li ser jinan e.”

Êrişên li dijî gelên li heremê

Rihan Loqo bal kişand êrîşên dewleta tirk li dijî axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê û wiha pêl da gotina xwe: “Dewleta tirk û mêjiya wan a dagirker ev 10 sal zêdetir e, êrîşî axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û şerên mezin li dijî gel û şoreşê pêk tîne. Gelek jinên pêşeng û siyasetmedar di van êrîşan de hatin armanc girtin. Ev yek li Başurê Kurdistanê jî tê dîtin ku mînaka wê Nagîhan Akarsel bû. Nagîhan Akarsel ji bo wekhevî û zanista jinê kar û xebat dida meşandin, hat hedef girtin. Dewleta tirk bi hemû teknîk û amûrên şerê taybet li dijî gel, nasname, îrade, jin û axa Kurdistanê da meşandin. Bi vê hilbijartinê li hember êrîşên ku li dijî me tê meşandin, em dikarin bêjin êdî bese û em nehêlînin faşîzm cardin bi ser bikeve.”

‘Heya dawî em li gel we ne’

Rihan Loqo di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Me çawa êrîşên dewleta tirk bi têkoşîn û berxwedana xwe eşkere kir ku dewleta tirk dewletek dagirker e, em careke din bi wê berxwedan û têkoşînê, nehêlin Erdogan bi ser bikeve. Em ê vê heqîqetê bi berxwedan û têkoşîna xwe ji tevahî cîhanê re eşkere bikin. Bi navê Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê em bi ruh, can û dil bi gelê Bakurê Kurdistan û Tirkiyê re ne dê dengê xwe bidin, rastiyê.”