‘Hikumeta başûrê Kurdistanê li dijî rojnamevanên azad sûc dike’

Rojnamevan Mestûre Mehmûd diyar kir ku desthilatdariya başûrê Kurdistanê mafên rojnamegerên ku li pêy şopa rastiyê dikevin binpê dike, sûcan dixin stuyê wan û wan davêjin girtîgehan.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî- Li herêma başûrê Kurdistanê azadiya rojnamevaniyê her roja ku diçe kêm dibe û hikumeta başûrê Kurdistanê her dem ji bo rastî dernekeve holê çi ji dest tê li hemberî rojnamevanên ku li ser şopa heqîqetê dimeşin. Wan dike hedef loma her diçe binpêkirina mafên rojnamevanan zêde dibe.  

‘Rojnamevan salên borî weke çalakvan kar dikir’

Mesture Mehmûd diyar kir ku salên borî dema ku rojnamevanek bixwesta hinek mijarên girêdayî hikumetê bigrin dest dihat astengkirin û wiha got: “Hikumeta Başûr dixwaze hestên welatparêziyê di nav ciwanan de tune bike, wê demê jî astengiyan çêdike. Hinek mijar hene girîngî nadin meseleya nîştimanî û civakê. Tu rojnamevanek lêkolîna der barê dagirkeriya sînorên herêmê nakin, demeke dirêj neft û butçe, pirsgirêka sereke xelkê herêmê ye. Dema rojnamevaneke bi pey van mijaran bikeve tên girtin yan jî qetilkirin.”

‘Hikumeta başûr mafên rojnamevanan binpê dike’

Mestûre Mehmûd avakirina hemû malper û dezgehên medya sîber tenê ji bo kirîna rojnamevanan pênase kir û got: “Armanca desthilatdariyê tenê rawestandina rojnamevana ne. Ji bo ku bi vê riyê çavên wan têr bike û tenê xeyalên wan peydakirina dahatê be. Bi giştî tevî hebûna vê pirsgirêkê jî hê rojnamevanên azad mane. Lê belê ji ber girtin û sûcdarkirinê her çendî çalakî hebin û daxwaza azadkirinê bê kirin jî kes guh nade. Niha medya û malperên sîber wisa zêde bûne. Bi hemû hewldana amadekirina mijarek din dike, da ku mijara civakê û rojev ew diyar bikin. Ji ber wê erka daxwazên giştî û rêxistinên ku bi taybetî bi mafê rojnamevanan re têkildar dibin ew e ku azadî ji bo rojnamevanan hebe.”