Heyfa Mehmûd: Çareseriya bingehîn projeya Neteweya Demokratîk e

Nûnera Partiya Nûjeniya Demokratîk a Sûriyeyê Heyfa Mehmûd têkildarî geşedanên siyasî yên li Sûriyeyê diqewimin nirxandin kir û wiha got: “Sîstema herî guncav a ji bo çareseriyeke bingehîn projeya Neteweya Demokratîk e.”

ROJ HOZAN

Qamişlo – Aloziya li Sûriyeyê hîşt ku gelek dewletên derve berjewendiyên xwe li ser axa Sûriyeyê mayinde bikin her wiha dirêjahiya vê aloziyê neyîniyeke xirab bi ser tevahî gelên Sûriyeyê bi xwe re anî. Şerê li Sûriyeyê bûye şerê berjewendiyan û gel bûne qurbanên wî şerî. Têkildarî mijarê Nûnera Partiya Nûjeniya Demokratîk a Sûriyeyê Heyfa Mehmûd geşedanên siyasî yên li Sûriyeyê diqewimin nirxand.

“Sedema aloziya li Sûriyeyê ew bû ku sîstema berjewendiyan li ser vîna gelan hat meşandin”

Heyfa Mehmûd behsa berdewamiya aloziya li Sûriyeyê kir û sedemên wê wiha anî ziman: “Ev 11 sal in aloziya li Sûriyeyê berdewam dike û yên herî zêde zirar jê dîtine gelê Sûriyeyê ne. Li aliyekî rejîma Sûriyeyê ma li cihê xwe û li aliyê din jî hêzên radîkal ji xwe re firset dîtin derbasî nava vê aloziyê bibin. Şoreşa Sûriyeyê di gelek aliyan de bandorên neyînî bi xwe re anîn, koçberî, talan û komkojî. Îro zindan tijî mirovên bêsûc in ev jî vedigere serweriya hikûmeta hakim li ser vîna gelê herêmê. Li aliyê din jî opozîsyona Sûriyeyê berê xwe da pêkanîna berjewendiyan û Sûriyeyê bi riya çeteyan parçe kir. Ew nêrînên mezhebî û olî dan pêş û civak ji hev parçe kirin li şoreşê bi awayê şaş nihêrîn. Wekî din sedemek bingehîn heye ew jî berjewendiyên navneteweyî li ser axa Sûriyeyê hebûn ev alozî bû firset ji wan re ku derbas bibin û li herêmê xwe bicih bikin, dest avêtin nirxên gelan û gelek xerabî bi xwe re anîn. Tundiya li ser şoreşê hat meşandin hişt ku şoreş ji xeta xwe ya rast derbikeve ji ber ku wan daxwazên gelan bi cih neanîn lê belê sîstema berjewendiyan li ser vîna gelan hat meşandin.”

“Sîstemên dewletan nabin alîgirên avakirina civaka demokrat

Heyfa bal kişand ser destdirêjiyên dewleta tirk li ser nirxên şoreşa gelan û wiha pêde çû: “Dewleta tirk berî şoreşê bi hikûmeta dewleta Sûriyeyê re têkiliyên wê yên siyasî û aborî pir baş bûn lê bi kûrbûna vê aloziyê re hevsengiyên xwe yên siyasî guhert û piştgiriya hêzên terorê kir. Êdî dewleta tirk DAIŞ ava kir, mezin kir, perwerde kir û berda nava şoreşa gelan. Bi riya van çeteyan gelek herêmên li Sûriyeyê weke Bab, Cerablûs, Ezaz, Idlib, Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê dagir kir. Dewleta tirk dijminatiyeke mezin li dijî gelan kir. Dewleta tirk dixwaze temenê aloziya Sûriyeyê dirêj bibe da ku herêmên din jî bike bin dagirkeriya xwe û vê yekê weke mafeke rewa ji xwe re dibîne. Heya niha di herêmên dagirkirî de gelên Sûriyeyê bi komkujiyan re dijîn û nikarin mafên xwe yên jiyana normal qezenc bikin. Dewleta tirk dijminatiya sîstema demokratîk dike û hê ji mêj ve bi dewleta Sûriyeyê re gelek nêrînên siyasî û demokratîk fetisandin. Ji bo wê em dikarin bibêjin sîstemên dewletan nabin alîgirên avakirina civaka demokratîk tenê sîstema guncav ji bo çareseriyeke bingehîn di Sûriyeyê de projeya Neteweya Demokratîk e.”

“Jiyana demokratîk bi pêşengiya jinan mayinde dibe

Heyfa Mehmûd bal kişand ser rola jinan di çareseriya aloziya li Sûriyeyê û wiha bi dawî kir: “Dema em bixwazin jiyana demokratîk ava bikin divê destpêkê rola jinan tê de pêşeng be ji ber hêza me bi jinên azadîxwaz re mezintir dibe. Jinan destpêkê daxwaza azadî û aştiyê kirin û parastina şoreşê bi rengekî aştiyane çêbû. Pêwîst e jinên Sûriyeyê têkiliya xwe bi hev re xurt bikin her wiha kar û xebatên xwe ji bo tevahî Sûriyeyê bidin meşandin da ku bikaribin hemû zagonên dijberî jinan biguherînin.”