"Hevpeymana civakî dê mafên hemû pêkhateyan biparêze"

Hevseroka Encumana Zagonsaz a herêma Firatê Fewza Ebdî diyar kir ku guhertinên di hevpeymana civakî de bên çêkirin dê gaveke ber bi serkeftinê ve bin û gelek encamên girîng dê li herêmê pêk bên, hemû pêkhateyên li herêmên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê-Rojava para xwe di nav de bibînin, bi taybetî jin.

Hevseroka Encumana Zagonsaz a herêma Firatê Fewza Ebdî diyar kir ku guhertinên di hevpeymana civakî de bên çêkirin dê gaveke ber bi serkeftinê ve bin û  gelek encamên girîng dê li herêmê pêk bên, hemû pêkhateyên li herêmên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê-Rojava para xwe di nav de bibînin, bi taybetî jin. 
DILUCAN BOZÎ
Kobanê-Di 2013'an de belge ango bi navê federalî li gorî herêman hat çêkirin, ev belge jî li gorî destkeftî û nêrîna civakî hatin çêkirin. Beriya şerê Kobanê di sala 2014'an de pergal hê nehatibû rûniştandin. Piştî şer û avakirina bajarê Kobanê di milê xizmetguzariyê de her wiha aktîfkirina sazî û navendan êdî pêwîstî bi pergalek hebû, em wek saziyên jin ango xweser xwe çawa bi rêxistin bikin. Gel çawa bi rêxistin bikin û li gorî pergala heyî me dest bi kar û xebatê kir. Li Kobanê pergalek hat rûniştandin pergala federal bû. Piştî herêmên Ereban hatin rizgarkirin êdî federalî berfireh bû, pêwîstî hat dîtin ku li ser hevpeymana civakî nirxandin û nîqaş bên kirin. Di 11'ê Kanûnê de komîteya berfireh a ku ji 157 kesan pêk tê li bajarê Hesekê civîna hevpeymana civakî ya Bakur Rojhilatê Sûriyeyê li dar xist, di civînê de nîqaş li ser guhertina hevpeymana civakî ji komîn û ber bi jor ve hatin nîqaşkirin. Di sê rojan de hevpeymana civakî hat nîqaşkirin. Beriya wê di 15'ê Tîrmehê de, Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) li herêmên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê-Rojava civîn li dar xistin û nîqaşên berfireh û zengîn hatin kirin. 
Têkildarî mijarê Hevseroka Encumana Zagonsaz a herêma Firatê Fewza Ebdî ji ajansa me re li ser guhertin û veguhertinên ku di hevpeymana civakî de bên kirin axivî.
"Hevpeymana civakî nûnertiya hemû pêkhateyan dike"
Fewza di destpêka axaftina xwe de behsa hevpeymana civakî kir û wiha got: "Di sala 2021'ê de MSD'ê li herêmên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê civîn li dar xistin, di encama civînên MSD'ê de derket holê ku lêvegerek li hevpeymana civakî bên kirin. Dema ev hevpeyman hat erêkirin û bi encam bû, wê demê hê gelek herêmên Ereban nehatibûn dagirkirin, di nava wan de Reqa, Tebqa, Minbic, Dêrezor hebûn. Hevpeymana destpêkê hat erêkirin wê demê tenê hersê herêm hebûn Firat, Cizîr û Efrîn bûn. Piştî ev herêm hatin rizgarkirin û êdî pergalek hat rûniştandin, me pêwîstî dît ku em lêvegerînek li hevpeymana civakî bînin. Ji ber rewşa heyî em nikaribûn bên gel hev, nîqaş bikin dîsa jî ruxmî rewşê, em dikaribûn bigihîjin encameke ku em li hev bicivin da ku em hevpeymanê ji nû ve çêbikin. Wekî min got ji ber ku wê demê hê herêm nehatibûn rizgarkirin, li vir diviyabû hin xal ji hevpeymanê yan jî ji nû ve hevpeyman bê çêkirin li gorî rewşa herêmê û pêkhateyên wê. MSD'e û Rêveberiya Xweser li hev civiyan ji bo ev hevpeymanê hin guhertin bên çêkirin. Di wir de meclisa giştî erê kir ku lêveger bê kirin, ev yek bû biryar ku kesên li van herêman dijîn, ji hemû pêkhateyan cihê xwe di nava komîteya hevpeymana civakî de bigrin. Li ser vî esasî komîteyek li ser asta Bakur Rojhilatê Sûriyeyê-Rojava ji 157 kesan pêk hat, ev komîte hemû pêkhateyên herêmê di nava xwe de dihewîne."
"Bi şêweyekî adil hilbijartin hatin çêkirin"
Fewza di berdewamiya axaftina xwe de behsa avakirina komîteyan û xebatên wan kir û wiha bi lêv kir: "15'ê Tîrmehê li bajarê Hesekê civînek hat lidarxistin, di civînê de hemû partiyên siyasî, pêkhateyên Ereb, Kurd, Suryan, Çerkez, Êzidî, Turkmen û hwd. beşdarî civînê bûn. Komîteya ku ji 157 kesan hatibû avakirin, di encama nîqaşên wan de ango plana ku em çawa ji nû ve careke din li hevpeymanê veger û guhertinê çêkin, em hemû li hev civiyan. Di nava komîteya 157'an de me komîteyeke ji 30 kesî ava kir, komîteya biçûk an jî komîteya teng. Erka vê komîteya teng jî ew bû ku nivîsa reş binivîse û pêşkêşî komîteya 157 bike. Biryar derket ku du mehan de diviyabû ev hevpeyman bihata xilaskirin lê ji ber rewşa şewba koronayê, rewşa êrîşên dewleta tirk karên komîteyê bi derengî ket. Komîteya ku ji 157 kesan ji wan nîv jin in û nîv jî mêr in, di heman demê de komîteya 30 jî dîsa hejmara jin û mêran wekî hev bûn. Lê ji bo hilbijartiyê jî me herêm di ber çavan re derbas kirin, ne li gorî hejmarê, li gorî herêmên ku di destên me de hene. Hilbijartinên di nava jinan de hatin çêkirin, em wek edalet û wekheviya hat xwestin tevgeriyan. Di heman demê de reşnivîsa hevpeymanê dîsa jinan di nav de cih girtin."
"Encamên girîng me bi dest xistin"
Fewaz da diyarkirin ku di civînê de gelek xalên girîng hatine nîqaşkirin û wiha domand: "Piştî civîna 15'ê Tîrmehê êdî komîteyê dest bi xebatên xwe kir, reşnivîs hat nivîsandin û bi rengekî daîmî hevdîtin li ser hev hatin kirin. Di sala 2013-2014'an de sê belgeyên Rêveberiya Xweser hebûn, em jî li ser bingeha sê belgeyên xwe reşnivîsê xebat dikin, ji ber ku destpêkê belge bû, paşê bû federalî niha jî em nav lê dikin hevpeymana civakî ku em çawa guhertinekê di vê hevpeymanê de çêbikin. Êdî hemû pêkhateyên herêmê cih di nava de bigrin, ji bo ku hemû pêkhateyên herêmê mafê xwe di hemû warên jiyanê de bigrin wekî ziman, çand, hebûn û hwd. Li ser zagon û pergala 2013'an bimeşin lê wê hin guhertin bên çêkirin. MSD'ê li hemû deveran civînên xwe li dar xistin di nava wan civînan de çi kêmasî derketin pêş, di nava van 8 salan de kêmasî derketin pêş em çawa çareser bikin, pêwîstî di kîjan saziyan heye em bidin guhertin, di heman demê pêşniyar û biryarên ku der barê saziyê de bên girtin em ê li ser van nîqaşan bikin. Her wiha di nava vê reşnivîsê de wê çawa hevgirtina herêman bê çêkirin, her herêm bi xwe awayekî serbixwe xebatên xwe bide meşandin."
"Beşdarbûna jinan di hevpeymanê de dê çareseriyê bi xwe re bîne"
Fewza bal kişand ser rola jinan û girîngiya wan di nava hevpeymanê de û wiha bi lêv kir: "Pratîka ku li ser rûyê erdê tê kirin û beşdarbûna jinan di nava hevpeymana civakî de hev temam dikin. Jin cihê çareseriyê ye û dikare di hemû qadan de guhertinekê bide çêkirin. Di nava hevpeymanê de jî hema hema mirov dikare bibêje ku jinan jî cihê xwe bi rengekî baş girtine û rola xwe dilîzin. Maf, rêje, rol û misyona jinan dide xuyakirin. Her tim em dibêjin jin di nava hemû saziyan de cih digre lê îro em dikarin vê yekê îsbat bikin ku jin êdî ji sedî % cihê xwe di nava hemû qadên jiyanê de digre. Eger mafên jinan di nava vê hevpeymanê de tune bûya wê demê jinan nikaribû îro di nava saziyan de jî nêrîna xwe bidana diyarkirin. Hebûna jinan di vir de hişt ku jin bi awayekî xwazayî bi dest bixin. Hebûna jinan bi xwe edaletê kir nava hevpeymanê. Ev hevpeyman mafên hemû pêkhateyan diyar dike û her kes para xwe jê digre."
"Mafê gel ê dengdanê heye rêveberên xwe hilbijêrin"
Fewza bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Piştî reşnivîsê dê ev hevpeyman li hemû herêman belav bibe û li ser wê dê nîqaş bên kirin. Paşê mafê her kesê/î heye ku pêşniyar bike çi guhertin bên çêkirin ango pêşniyar bên kirin, ev yek mafê her kesê ye lê heya niha reşnivîs e û wê di demên pêş de guhetin bên çêkirin. Paşê dê hilbijartin bên çêkirin li seranserî herêmê bên guhertin. Hilbijartinên şaredariyê dê bên çêkirin û wê serbixwe be di heman demê de Desteya Tenduristî, Asayiş, Zanîngeh, Perwerde û hwd. Reşnivîs li herêman wê bê belavkirin û li gorî wê guhertinên rêveberiyan dê bê çêkirin. Herî dawî dê ev reşnivîs ji komîteya giştî ya Bakur Rojhilatê Sûriyeyê re bê rêkirin û erê bibe."