“Hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re li ser Kurdistanê metirsiyek mezine”

Nunera PYD’ê ya Başûrê Kurdistanê Nurşen Hesen da diyarkirin ku siyaseta PDK’ê ya niha tenê xizmetê ji dewleta Tirk re dike.

 
ŞÎNYAR BAYIZ
Silêmanî - Di 10’ê Heziranê de sê endamên PYD’ê yên bi navê Mustefa Osman, nunerên peywendiyên PYD li Hewlêr Cîhad Hesen, nunerê rêveberê demokratik ê Hewlêrê Mustafa Ezîz ji bo pêşwaziya mêvanên xwe li balefirgeha Navdewletî ya bajarê Hewlêrê bûn ji aliyê PDK’ê ve hatin girtin û heta niha ji tu zanyariyek di derbarê equbeta wan de nayê zanîn. Du roj şunde jî ciwanek ê Rojavayê Kurdistanê yê bi navê Ciwan Ebdulkerîm li gel dayika xwe ya nexweş ji bo bibe nexweşxanê hatibû Başûrê Kuridistanê, li rawestgeha Fişxabûr ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hate girtin. PYD’ê di daxuyaniyên xwe de dan diyarkirin ku girtina hersê endamên wan tenê xizmetê ji dijmin re dike. Di derbarê mijara girtina sê endamên PYD’ê ji aliyê hêzên PDK’ê ve nunera PYD’ê ya Başûrê Kurdistanê Nurşen Hesên ji ajansa me re axivî.
“Armanca PDK’ê rakirina peywendiyên navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de ne” 
Nurşen Hesên di derbarê girtina endamên PYD’ê ji aliyê hêzên PDK’ê ve wiha got: “Hersê endamê PYD’ê bê tewan ji aliyê PDK’ê ve hatine girtin, heta niha ji çarenusa wan ne diyare. Ev kiryarên ku PDK li beramberî hemwelatiyên Rojavayê Kurdistanê û parçeyên din yên Kurdistanê dikin ne di xizmeta niştimaniya Kuridistanê de ye. PDK dixwaze peywendiyên di navbera Rojava û Başûrê Kuridtanê de ji holê rake. Hikumeta herêma Kurdistan bi taybet PDK li beramberî êrîşên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê bê denge û heta niha jî helwestek nedaye nîşandan. Ger PDK vê helwesta xwe bi domîne çarenusa Kurdan nediyar dibe û tenê wê ev di xizmeta dagirkeran debe. Tirkiya dixwaze li Başûrê Kurdistanê Kurdan bi Kurd bide şerkirin û dixwaze vê dagirkeriyê bi rêya PDK’ê bi domîne. Hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re metirsiyeke ji bo gelê Kurd bi taybet di rewşek wisan hestiyar de ku demek yekgirtina hêzên cuda yên ji bo pîştgiriya Kurd û Kurdistanê û çarenusa gelê Kurd girêdayî yekitiya Kurdane û bi hev re derxistina dagirkeran ji xaka Kurdistanê ye.”
Nurşenê bal kişand li ser hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re û wiha dom kir: “Me çend caran weke nunerên PYD’ê daxwaz ji hikumeta herêmê, aliyên siyasî û parlemena herêma Kurdistanê kir ku li dijî van êrîşên ser Başûrê Kurdistanê bê deng nemînin û kiryarên PDK aşkere bikin û sedemê van girtinan zelal bikin, lê belê heta niha jî bêdengin. Ev siyaseta AKP/MHP’ê li dijî partiyên Kurd û Kurdistanê ne hevakriya vê siyasetê ji dikeve bin xizmeta dagirkeriya dewleta Tirk. Her kes dizane fam dike ku deweleta Tirk li dijî hebûna gelê Kurde û hemû rêyên şerê taybet li dijî Kurdan bi kartîne. PDK jî vê rastiyê nabîne, AKP weke dostê xwe dibîne û hevkariyê li gel dike. Eve pirsgirêkek mezine li ser Başûrê Kurdistanê û doza Kurdan li çar parçeyên Kurdistanê. Divê PDK vê siyaseta xwe ya dij Kurdan bi guhere û bizane ka kiye dost û kiye dijmin û xwe zelal bike ka li gel siyaste Tirkane yan ne. Em daxwazê li rêxitinên mafê mirovan û aliyên Başûrê Kurdistanê dikin êdî bêdeng nebin û bi hev re helwestek hevpar ya aliyên Kurd li dijî dagirkeriyê nîşan bidin û endamên me yên li Hewlêr hatine girtin berdin.”