Hêviya jinên Sudanê ji hekmeta nû nîne

Jinên Sûdani yên bi xwepêşandanan rejîma Omer Hassan al-Beşîr hilweşand di dîroka jin û welat de hebûnek girîng tomar kirin. Ev helwesta wan bû sedemek bizav ji bo beşdarbûna jinan ya bi bandor di karûbarên giştî de, lê mixabin hêviyên wan ên ji hikûmeta nû nehatin çareserkirin.

Navenda Nûçeyan - Jinên Sûdanî li her deverê di asta Erebî û Herêmî de biniyaz bûn û rola wan a paşîn di şoreş û guhertinê de ne nû bû. Di navbera salên 1821 û 1885'an de bû şahidê beşdarbûna jinê di dema şoreşa El-Mehdî de. Li dijî hukumeta Misir-Tirk û hebûnek wan a xwirt ji rojên padîşahên Nûbiyan de bû.
Têkoşîna jinê Sûdanê
Têkoşîna jinê li Sûdanê ji bo mafên siyasî vedigere salên 1960'an. Piştî Şoreşa Cotmehê sala 1964’an û bidestxistina mafê xwe yê hilbijartinê jinan gava yekem di sala 1665'an de bi ketina meclisa Sûdanê re bi dest xist. Bi wergirtina Cebha Neteweyî ya Islamî re ku hêza xwe ji lewazbûna leşkerî ya dibin serokatiya Omar Hassan El-Beşîr de digirt. Di 1989'an de ku siyasetek zordar a li dijî jinan pêk anî, rewşa jinan li welat guhert, lê pêla serhildanên vê dawiyê nerazîbûnek nîşanda û rewşên heyî hatin guhartin.
Serhildana 19’ê Kanûnê
Ji destpêka serhildana li Sûdanê di 19'ê kanuna 2018'an de, bi daxwaza daxistina bûhayê xwarinê despêkir û paşê jî bi daxwaza xistina rejîmê re domkir. Di dema xwepêşandanan de, jinan hebûna xwe bêkêmasî di dîroka siyasî ya welat de diyar kirin. Hebûna jinan a di mijarên siyasî de rastiya heyî hîn zêdetir raxist ber çavan, vê yekê rejîma tindrew ber bi hilweşînê ve bir, vê rewşê heta nîsana 2019’an û dawî anîna deshilatiya Omar El-Beşîr domand. 
Di dema xwepêşandanên ku zêdetirî pênc mehan dom kirin de, jinên Sûdanî nasnavê ‘Kandaka’ bidest xistin. Ev nasnav berê li qralên Padîşahiya kevin ên li bajarê Meroe yê diman kirine. Di nav van Kandakat de, xwendekareke zanîngeha avahîsaziyê bi navê Alai Selah derket pêşberî xwepêşandanan axaftin kir û paşê jî helbest xwend. Li ser tevna civakî ew weke "sembola şoreşa Sûdanê" binav kirin û weke "Grand Kandaka" hat nasîn.
Xwendekara zanîngehê Şecen Silêman jî bi pêşengiya xwe ya di çalakiyan de hat nasîn. Wê nivîsên di derbarê sedemên derketina milet de dinivîsand û bi wan nivîsên wê welatî derdiketin qadan. Ji ber vê baldarî û xebata xwe di nav Sûdaniyan de wekî "kindaka xweşbînîtî û dilxweşiyê" hat nasîn. Xwepêşandan bidawî nebûn heya ku Omer El-Beşîr bi tevahiya rêjîma xwe di 11’ê avrêla 2019 an de ji desthilatê ket.
Di şanda danûstendinê de hebûna cerbaz ya jinan
Piştî hilweşîna Omer El-Beşîr, welat têkçûyî serdemek aloz bû, ji ber xwepêşander ditirsiyan ku artêş hêza xwe bidomîne. Heya tîrmeha sala 2019’an peyîmanek di navbera artêşê û nûnerên sivîlan de hat çêkirin aloziyan dom kir.
Hejmarek jin beşdarî danûstandinên navbera Tevgera Azadî û Guhestinê bi encûmena bilind re bûn. Yek ji wan jî Mirwet Hemed Al-Nîl bû, ku di nav şandeya danûstendinê de ji bo bloka komkirina hêzên sivîl bû. Piştî hilbijartinê beşdarbûna wê ya çalak di nav serhildanan de hat dîtin. Lê mêrên di rêveberiyê debûn nerînên xwe guhertin û alîkarê serokê partiyê Ibrahîm Al-Amîn xistin cihê wê de.
Parêzer Ibtîsam Al-Sanhûrî di heman demê de serokatiya komîta teknîkî ya di nav şanda opozisyonê ya dan û standinan debû. Ji bilî wê jî ew beşdarî komîteya amadekirina peymanê bû û tevî rola pêşeng a jinan di dema serhildanan de jî bi zanebûn ji nava xebatên muzakereyan hatin derxistin û nûnertiya wan di hemû komîteyên dan û stendinê de qels kirin. Vê yekê diyar kir ku hişmendiya nêr e biryarê kontrol dike.
Di dema danûstandinan de, her du alî gihiştin rêkeftinek ku tê de  parvekirina hêzê di demekê de heya derbasbûna 39 mehan be. Peymana ku di 17'ê tebax 2019'an de hat girtin rê ji bo avakirina hukûmetek veguhêz e. Di dawiya hilbijartinan de, civata serwer dê bibe desthilatiya herî bilind li welat û ew peymana dê desthilatiyê bicîh bîne encûmana nûneran e.
Beşdariya jinan di pêkanîna hikûmetên veguhêz de
Biryar hat girtin ku divê tevlîbûna jinê ne kêmî ji sedî 40 e di Meclisa Zagonsaz û Rêveberiyê de be. Di danezana makezagona ku ji encama danûstandinên dijwar ên di navbera Encumena Leşkerî ya Sûdanê û serokên hêzên ji bo azadî û guhertinê de bû.
Daxuyaniya makezagonê ku di despêkê de hatî îmze kirin, amaje bi rakirina hemû zagonên cûdaxwaz li dijî jinan kir. Tê pêşbînîkirin ku Meclisa Zagonsaz ji 300 endaman pêk tê û kotaya jinê jî ji sedî 40 e. Di astên cuda yên rêveberiyê de jî hewceye cîh bigirin. Pêşengên femînîstan di nav hêzên danezana azadî û guhertinê de daxwaz kirin ku jin nîvê kursiyan bidest bixin. Di nava hemû organên desthilata veguhastinê de hewceye jin bên dîtin. Tevî lihevhatinê, desthilata nû ya veguhestinê di kabîneya 20 endamî de tenê çar jin hebûn û di meclîsa serokatiyê de jî ji 11-endaman, tenê du jin hene.
Di hikûmeta nû de wezîrên jin
Jinên Sûdanî bi salan li benda demokrasiyê bûn. Bi şoreşê re jin jî rabûn û doza mafê xwe kirin. Bi hatina Ibtisam Al-Sanhûri ya ser deshilatiyê re yekem wezîra jin hat hilbijarin û ji aliyê hêzên azadîxwaz ve weke Wezîra Dadê hat destnîşankirin.  
Asma Mihemed Abdullah di destpêka Rezbera 2019'an de yekem wezîra karê derve ye di dîroka Sûdanê de, di dîroka welatên ereban de jî sêyemîne. Di hukûmeta Abdullah Hamduk de, 6'ê Rezbera 2019'an, ji Hikûmata Veguhestinê weke serokwezîr sond xwar û hat erkdarkirin. Sala 1971'an yek ji du jinên Sûdanê yên beşdarî komela dîplomatîk bû ku di gelek şandeyên dîplomatîk de cîh girtiye. Ji xebata dîplomasiyê ya di bin qanûna "Veqetîn ji bo berjewendiyê hevbeş" de cîh girt. Çalakiyek ku hikûmeta Omer El-Beşîr bi kar anî  ji bûyî dûrxistina ewên ku wan dibînin  astengiyan ji bernameya wan  ya bîrdozî re çêdikin. Piştî ku Omer El-Beşîr hat ser desthilatê,  Asma û hejmarek mezin ji dîplomatan di sala 1990'an de ji wezareta karê derve hatin derxistin.
Arkeolojîsta Sûdanê Intisar Al-Zên Sigeyrûn di Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolîna Zanistî de bû wezîr. Wê di navbera salên 2010 û 2014'an de serokatiya ragira zanîngeha wêjeyî kir. Di pêvajoyên 1995-1998 û 2003-2007’an de serokatiya beşa Arkeolojiyê kiriye. Li ser tora civakî bi nêrîna ku wê ‘erebî’ bikaraniye û hewildaye ku dîroka Nûbî ya welat berevajî bike hatiye rexnekirin. Bi xwe derket û ev nirxandinên li ser hatîn kirin nepejirand.
Lîna Şêx Omer Mehjûb wek Wezîra Pêşveçûna Civakî hate erkdarkirin. Wê jî xwendina xwe ya lîsansa Bilind li Rêveberiya Karsaziyê di xebatên pêşveçunê yên dezgehek masteriyê yên Zanîngeha Manşêster a Brîtanyayê de qedandiye. Paşê jî di xebatên çavdêriya mirovi ya komeleya enternasyonal de xebitiye.
Welai  Al-Bûşî ya ku lîsansa bilind bi belgeya rumetê li Zanîngeha Endezyariyê ya Xertoumê qedandiye jî Wezîra Ciwan û Sporê hat erkdarkirin. Welai ya 33 salî wezîra herî biçuk e di hikûmeta nû ya guhestinê de. Dema li Weşîntonê serdana perwerdê dike, li wê banga rawestandina cezayê abori yê Netewên Yekbûyî daniyî ser Sudanê dike. Di wê pêvajoyê de li ser medyaya civakî wêneyek wê bi serokê berê yê Emerîka Barack Obama re belav dibe. Ji ber vê helwesta xwe sala 2015’an di nava miletê Sûdanê de tê nasîn û weke seroka encumena şêwirmandiya rojhilat û navenda Efrîqa hat hilbijarin. Ji meha nîsanê heta hezîrana 2019’an beşdarî runiştina dirêj a li pêşiya fermandariya giştiya artêşa Sûdanê bû. 
Femînîstek Xiristiyan ji deriyê meclîsa serwer vedigere
Piştevaniya xiristiyanên ku zêdetirî nîvê sedsalê ve ji pêşveçunên Sûdanê bêpar mane, hat kirin. Di civaka serokatiyê ya ji 11 endaman pêktê de du jinan cihê xwe girtin. Ji her du jinan akademisyen, parêzvana mafê mirovan û çalakvana civakiya jinên Sûdanê Ayşa Musa El-Saîd a ku peymangeha mamostayan li Xertûmê bidawî kirî û ji Zanîngeha Manşesterê masteriya zimanê înglîzî girtiye, weke nûnera Sûdanê ya navendî hat erkdarkirin. Jina dine jî Recai Ebdil-Mesîh ku zêdetirî sêzde salan weke Wezîra Dadê ya Sûdanê û şêwirmenda dadweriyê xebitiye, li cihê endamê meclisê Nesrî Merqes Yaqûb ê ku li ser tura civakî bi tundiya zayendî hatibû sucdarkirin hat peyîwirdar kirin.
Piştî şoreşa Sûdanê erkdarkirina çend jinan di hikûmeta yekem de xalek girîng e. Di mijara xurtkirina jinan li Sûdanê di helwestên girîng ên sîyasî û de jî piştî 30 salan mafên wan bi navê qanûn û norma civakî ya mêr binpê dikin.