HDP starta kampanya ‘Xezîneya me gelê me ye’ da

Berdevka HDP Ebru Gunay diyar kir biryara biloqekirinê ya derbarê HDP’ê de weke mudaxeleya yekem a bê hiqûqî ya hilbijartinê ye û da xuyakirin ku starta kampanya ‘Xezineya me gelê me’ ye îro destpê dike.

Navenda Nûçeyan – Berdevka Partiya Demoqratîk ya Gelan (HDP) Ebru Gunay li navenda giştî ya partiya xwe der barê geşedanên di rojevê de bi daxuyaniya çapameniyê nirxandina hefteyê kir.

Ebru Gunay bi bîr xist ku Dadgeha destura bingehîn daxwaza HDP’ê ya ku biryara girtinê bila piştî hilbijartinê were dayîn bi piraniya dengan red kiriye. Ebru Gunay bal kişand li ser doza girtinê û ev doz weke doza tolhilînê bi nav kir û got, “Hemû Tirkiye, civak û dinya dizane îdeanameya vê dozê li sarayê hatiye amadekirin.”

‘Biryar di komcivîna MHP’ê de derket’

Ebru Gunay wiha got: “Di pêvajoya vê doz de li beramberî me ne serdozgeriya dadgeha bilind ya Komarê û dadgeha destura bingehîn, desthilata AKP-MHP’ê heye. Desthilat der barê girtina partiya me de; erka eyarkirina dadgeha destura bigehîn, rêvebirina pêvajoya dadgehê daye şirikê xwe yê biçûk MHP û serokê wê Behçelî. Bahçelî di daxuyaniya koma partiya xwe ya giştî ya di roja sêşemê de ev nişaneyê aşkere bû.  Di heman demê de daxwaza me ya ku pêvajoya dozê bila piştî hilbijartinan be, redkirina wê îro ne ji aliyê AYM ve, di roja sêşemê de di civîna koma MHP’ê de derketiye.”

Ebru Gunay a got ku “Li şûna dadgeha destura bingehîn li dijî vê gefê bisekine û gilî bike, ji ber darbe li serxwebûna darazê hatiye dayîn û buye aleta lîstoka desthilatê” destnîşan kir ku bi destê darazê dixwaze sahaya têkoşîna siyasî ya HDP’ê tasfiye bike û eve bi bikoka AKP-MHP’ê dixwazin bixin meriyetê.

Strata kampanyayê hat dayîn

Ebru Gunay diyar kir ku ev mudaxeleya li dijî partiya wan bi hilbijartinan ji derveyî hiqûqê mudahele hatiye kirin û wiha got: “Ber bi çav e yên ku hemû tişt weke madiyatê dibînin, helbet wek HDP ku pişta xwe daye hêza gel, çêkerek ku bi berxwedan û têkoşînê heyî, difikrin ku wê bi van rêbazên basît bisekinînin. Ewqas xafilbûn nehat dîtin, ma we qet me nas nekiriye?  Ma we tu caran înada me ya ku beran dişkêne û ji xweliya xwe têkoşînê ava dikin we neditiye? Ma hunê bi parayan gefê li me bixwun.”

Ebru Gunay a got ku ew ê bersiva xwe ya herî diyar bi kampanya ku me bi dirûşma ‘Xezineya me gelê meye’ me daye destpêkirin bidin û ragihand ku starta kampanayê îro dane, wiha dom kir:

“Der barê kampanya me de em çend zanyariyên teknîkî parve bikin. Em kampanya xwe bi bexşkirina alikariya hevserokên giştî û parlementerên me destpê dikin. Piştre em ê vê belavî hemû rêxistinên li bajar û bajarokan bikin. Armanca me ew e ku em vê kampanyayê 3-4 mehan berdewam bikin û xwe bigihînîn 6 milyon berbijêrên xwe. Em xebatên xwe belavî bajar, bajarok û hemû gudan bikin. Ji 1’ê Sibatê heta 21’ê Adarê xwe gihandina 3 milyonan, ji 21’ê Adarê heta hilbijartinê armanca me ew e ku herî kêm em xwe bigihînin 3 milyon din jî.

Em carek din dibêjin bi partiya xwe re bibe alîkar, bila di serkeftinê de destê te jî hebe. Em ê zanyariyên hesabên xwe, li ser malpera xwe ya înternetê û li ser medyaya dijîtal parve bikin. Em dibêjin îro roja nîşandana hêza gel e. Em dibêjin niha roja dema serkeftin û nîşandana yekitiyê ye.”