Hayat Wehab Arslan hebûna jinên Lubnanî di cihên biryardanê de xurt kir

Hayat Wehab Arslan a di xebatên jinên Lubnanê de xwedî rolek giringe di hemû qadên jiyanê de bi taybetî di warê siyasî de keda xwe di xurtkirina hebûna jinê di mecrayên biriyardariyê de heye.

SÛZAN EBÛ SAÎD

Beyrûd - Jiyana Hayat Wehab Arslan ji wê yekê dest pê kir ku hêzkirina jinan xala sereke ya ketina xebata giştî ye ku di warê edaleta civakî de gelek destkeftî werin bidestxistin. Hayat Wehab Arslan xwe spart mîrateya têkoşîna femînîst ku di destpêka sedsala borî de bi pêşengiya jinê pêk hat. Destpêkê Hayat Wehab Arslan ji bo çarçovekirina xebtên jinan di saziyên civakî de bi riya çalakiyên ku jin ji tenêtiyê derxist û rê li ber hebûna wê vekir da ku di civaka xwe de bibandor be.

Komeleya Xêrxwazî ya Lubnanê

Hayat Wehab Arslan ji ajansa me re qala xebatên jinên Lubananê kir û got: "Ya ku min eleqedar dike mijara dadmendiya civakî ye. Dema min didît mirov nikarin pêdiviyên xwe bikirin, dermanan û mesrefê dibistanan ji zarokên xwe re peyda bikin, vê meseleyê ez pir tehrîk û aciz dikirim. Ji ber vê yekê, me ‘Komeleya Xêrxwazî ya Lubnanê’ damezrand ku ji sala 1983'an vir ve, pçşengî ji gelek xebatan re kiriye, nemaze di warê bihêzkirina jinan ji bo pêşdebirina jêhatîbûna wan de. Me projeyek dest pê kir ku bi dehan salan dirêj kir û beşdarî perwerdekirina bi sedan keçên ciwan di karên destan ên cihêreng de çêbû. Ji bo bihêzkirina jinan û alîkariya wan di perwerdekirina zarokên xwe de dabînkirina jiyanek minasib ji bo malbatê û serxwebûna darayî û exlaqî rol girtiye."

“Aktîvkirina rola jinan di biryara niştimanî û kotayê de”

Hayat Arslan bal kişand ser wê yekê ku xebata wê bi çalekiyên civakî ranewestiya, di heman demê de beşdarî xebatên siyasî bû û wiha dom kir: "Ji bo min rûmetek bû ku beşdarî damezrandina ‘Komeleya aktîvkirina rola jinan di biryara niştimanî’ de bibim û niha jî min peyîwira serokatiya komîteyê girtiye ku tê de hejmareke mezin ji jinên çalak hene. Bawerdikim ku hebûna jinan di biryarên siyasî de ji bo pêşketin û avakirina welat çavkaniyeke girîng û bingehîn e.”

Têkildarî armancên komîteyê û tiştên ku ew lê digerin jî Hayat Arslan ev nirxandin kir: "Armanca komîteyê ew e ku jinan bigihêjin cihên biryardanê, bi rastî jî me karî ji sala 2000'an heta sala 2004'an bi xebateke xurt beşdarî gihandina jinan bo hin wezaretan bibin. Di dîroka Lubnanê de yekem car û ji wê demê û vir ve, jin bi hejmareke kêm jî gihîştine desthilata cîbicîkar, lê ya herî girîng ew e ku êdî tu binpêkirinek li hember hebûna jinan di biryarên siyasî de nemaye. Komîteyê di sala 2013'an de bi hevkariya çalakvanên jin û mêr ên di qada siyasî de maseya diyalogê ya civaka sivîl ava kir. Nêzîkatiya me ya herî girîng ew bû ku em kar li ser derbaskirina kotaya jinan bikin ku ji aliyê yasayan ve li parlamentoyê nehatiye pejirandin. Her wiha me kar ji bo jin beşdarî hilbijartinan bibin da meşandin, çi di hilbijartinên şaredariyan û çi yên parlamentoyê de be."

“Di dadweriyê de hejmara jinan zêdebûye”

Hayat Arslan îşaret bi wê yekê jî kir ku heta demek berê di dadweriyê de jin tunebûn bi behaneya ku ji aliyê hestyarî ve bandor dibin cîh nedidan jinan û wiha lê zêde kir: "Îro em dibînin ku rêjeyek baş a jinan di dadweriyê de heye ku rêjeya wan ji sedî 40 e. Rêjeya jinên ku di xwendina hiqûq û darazê de bi ser ketine ji ya mêran zêdetir e. Carekê, karbidest neçar man ku qursek tevahî betal bikin, ji ber ku tenê yên serkeftî jin bûn.  Pêwîs e wekheviya zayendî were avakirin û rêjeya koteya jinan bighêje ji sedî 50 yê."

Derbarê destkeftên herî girîng ên komîteyê de jî Hayat Arslan ev tişt anî ziman: "Dibe ku destkeftiya herî girîng ew be ku me di têkoşîna rojane de bi destxist û bû sedem ku jin bigihêjin rêveberiya Lubnanê. Di navbera salên 2001 û 2004'an de me kampanyek da destpêkirin û bi riya wê me serdana siyasetmedar û rêveberên dewletan kir ku di wir de me li ser beşdarbûna jinan di hikûmetê de nîqaş kir. Her wiha me bi tevlêbûna jinên çalak ên li cihên bilind ên welêt nobet û çalakiya rûniştinê pêk anîn. Ev hewldan bûn sedema ku ji bo cara yekem li Lubnanê du wezîrên jin, Laila Solh û Wafaa Al-Dika Hemze, di hikûmeta Omer Keramî ya sala 2004'an de cîh girtin.”

“Di pêvajoyên qeyîranan de baldariya jinê”

Hayat Arslan bal kişand ser wê yekê ku ew di navbera salên 2008 û 2014’an de endama Komîeya Niştimanî ya Jinên Lubnanî bû û got ku wan di wê demê de, gelek destkeftî di asta giştî civakê de bi dest xistin û beşdarî standina gelek biryaran û derxistina yasayan derbarê mafên jinan ên weke damezrandina saziyên ku xizmetê ji jin û civakê re dikin bûn. Ayat Arslan li ser rola jinan di rûbirûbûna qeyranan de jî ev tişt got: "Lubnan ketiye bin bandora krîzeke aborî ya wêranker. Tevî wê yekê jî, jin bi wê krîzê re rû bi rû mane û li ber xwe didin. Her roj îsbat dikin ku ew jêhatî ne ku bi erkên cuda rakin ser milên xwe û bibin xwediyê wê jêhatîbûnê. Her wiha bibin a yekem ji bo baldarî û şopandinê. Em gavên pêşeng û pêşketî ji bo tevlêkirina jinan di qada siyasî de dibînin. Jin bi rola xwe ya di avakirina aştiyê û biryarên rêxistinên navneteweyî yên têkildarî aştî û jinan de xwedî girîngiyeke mezin in."

Hayat Arslan anî ziman ku di nava du salên dawî de ji ber pandemiya koronayê û di nava şert û mercên gelekî dijwar ên li ser mirovahiyê bi giştî derketiye holê de ew di nava krîzeke tenduristiyê de derbas bûn û wiha dom kir: “Li gel vê jî jin bi israr bû û ne tenê girîngî dida tenduristiya malbata xwe, her wiha dida saxlemiya civakê i awayekî bibandor û berçav. Ew di eniyên pêş de bû pêşeng ji bo parastina malbat û civaka xwe. Mixabin, pandmeiyê bandoreke neyînî li ser karê me kir û xebata me di heyama borî de tenê bi civînên virtual bi rêya înternetê ve sînordar bû."

Hayat Arslan di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser xebatên wan ên li ser piştgirîkirina jinan di hilbijartinên parlementoyê yên ku wê di nîvê Gulanê de pêk werin bi rêya maseya diyalogê ya civaka sivîl û wiha got: "Em piştgiriya jinan a ji bo têkoşîna hilbijartinê û têkoşînê didomînin. Em gihandina hejmarek mezin ji jinan misoger dikin û ya herî giring jî jin hevrêyên xwe hildibijêrin."