‘Ger AKP di hilbijartinê de têk neçe dê rewş xetertir bibe’

Rêvebera Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinên Sûriyeyê Mizgîn Hesen bandorên encama hilbjartinên Tirkiyeyê yên di 14’ê Gulanê de bên lidarxistin nirxand.

ROJ HOZAN

Qamişlo – Li Tirkiyayê di 14’ê Gulanê de hilbijartin hene. Serokomarê dewleta Tirk Recep Tayîp Erdogan ê di 22 salên desthilatdariyê de êrişî gelek destkeftiyên jinan kir, naxwaze di van hilbijartinan de têk biçe, dixwaze serweriya xwe li ser hikum bide ferzkirin û hemû hewldanên xwe bike xizmeta wê. Ji ber mayîna li ser hikum ji Erdogan re pêvajoya hebûn û tunebûnê ye. Rêvebera Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên jinan a Sûriyeyê Mizgîn Hesen bandorên encama hilbjartinên Tirkiyeyê yên di 14’ê Gulanê de bên lidarxistin nirxand.

‘Ger têk neçe xeterî dê zêde bibin’

Mizgîn Hesen sedemên nêzbûna dewleta tirk ji hilbijartinan re û anîna wê ya 14’ê gulanê anî ziman û wiha dest bi nirxandina xwe kir: “Berî demekê serokomarê Tirkiyeyê Erdogan bi daxuyaniyekê mijara hilbijartinên ku li Tirkiyeyê bên lidarxistin anî rojevê û biryar hat girtin pêk were. Dîsa jî rewşa aborî li Tirkiyeyê û siyaseta wê ya derve tevliheviyeke mezin heye. Erdogan di wê ferqê de ye ku ji ber rewşa aboriya xerab a Tirkiyeyê her çiqas hilbijartin dereng bimînin wê lihevkirinên li dijî wî çêbibin ji bo wê heya jê tê bilez dixwaze van hilbijartinan li dar bixe û desthiladariya xwe careke din qezenc bike.”

‘Plan û tifaqên têkbirina destkeftiyên jinan’

Mizgîn Hesen bal kişand ser binpêkirinên dewleta tirk a mafên jinan û wiha domand: “Di nava partiya Erdogan bi xwe de partiyên misilman hene ji wan re dibêjin (Hizbullah) niha van partiyan ji Erdogan xwestine hemû qanûnên ku destekê dide jinan rake. Erdogan li ser esasê xwesteka wan xwe ji hevpeymana stenbolê kişand. Niha jî xwestekên wan hene ku qanûnên girêdayî tundiya li ser jinan bi temamî werin rakirin. Li aliyê din mijarên herêmî hene dewleta tirk dixwaze êrîşekê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike û destwerdaneke nû bi erêniyeke navdewletî bike mijar û bi hatine li ser desthilatdariyê vê yekê pêk bîne. Wê Erdogan bi hemû hêz û planan hewl bide bi ser bikeve ji ber mijara hilbijartinan ji bo Erdogan mijareke hebûn û tunebûnê ye.”

‘Bi hilbijartinan re li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê planên nû hene’

Mizgîn Hesen bandorên hilbijartinên Tirkiyeyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand û wiha pêde çû: “Niha ger Erdogan bi ser bikeve wê rewşeke neyînî li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bê pêşxistin. Yanî tişta ku diyar e wê careke din Bakur û Rohilatê Sûriyeyê li hemberî êrîş û pevçûnên dewleta tirk û muxalefeta Sûriyeyê ya girêdayî wan di nav şer û pevçûnan de be. Di texmîna me de dibe planên xwe yên dagirkeriyê jî berdewam bike. Helbet ev rewş wê gelek êş, penaberî û aloziyan bi xwe re bîne, di heman demê de wê rewşeke xerab li Tirkiyeyê jî bi xwe re bîne. Hatina îqtîdara Erdogan careke din li ser hikûm wê civaka Tirkiyeyê jî ber bi tehlûkeyê ve bibe û dê careke din destekê bide mijara qirkirina jinan û desthilatdariya mêrperest xutir bike. Li aliyê din mumkun e Erdogan bi rejîma Sûriye û Îranê re careke din wan planên xwe li dijî gelan û destkeftiyên ku hene temam bike. Wê siyaseta wan li hemberî Kurdan berdewam bike ji bo wê pêwîst e baweriya me bi siyasetên xapandinê tunebe.”