"Gefên dewleta tirk encama têkçûna wê ne"

Hevseroka meclisa kantona Kobanê Leyla Ehmed li dijî gefên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê helwesta xwe anî ziman û got: "Dewleta tirk bênavber êrîşî herêmên me dike û gefan dixwe. Ev kiryar encama têkçûna dewleta tirk a di hemû aliyan de ye."

BERÇEM CÛDÎ
Kobanê- Serokê dewleta tirk û wezîrê parastinê di meha Cotmehê de gelek caran gef li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwarin. Dewleta tirk Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wekî çavkaniya (terorê) bi nav kir û îda kirin ku şervanên YPG`ê êrîş leşkerên tirk ên li herêmên dagirkirî kirine. Li dijî van îdiayan YPG`ê ragihand ku wan tu êrîş nebirine ser leşkerên dewleta tirk. 
Li dijî gef û îdiayên dewleta tirk hevseroka meclisa kantona Kobanê Leyla Ehmed bertek nîşan da. 
"10 sal in dewleta tirk hewl dide Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir bike"
Leyla Ehmed di destpêkê de êrîş û dagirkeriya dewleta tirk bi bîr xist û got: "Ji destpêka şoreşa 19`ê Tîrmehê û heta niha li şûna ku em weke gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  bikaribin aloziyê Sûriyeyê çareser bikin û bi rejîma Baasê re guftûgo bikin, em bi êrîş û gefên dewleta tirk re mijûl dibin. Dewleta tirk di 2014`an de berê çeteyên DAIŞ`ê da Kobanê û ew ji hemû aliyan ve destek dikir da ku çete Kobanê bigrin. Her wiha DAIŞ’ê êrîşê tevahî herêmên Rojavayê Kurdistanê kir lê hemû hewldanên wan vala derketin û ew ji aliyê zarokên vê axê ve hatin tunekirin. Hemû hewldanên dewleta tirk bêencam bûn, ji ber vê me dît ku ji 2018`an ve ew bi rengekî eşkere êrîş dike. Di destpêkê de Efrînê dagir kir, piştre jî Serêkanî û Girê Spî. Dewleta tirk û bermahiyên çeteyên wî kiryarên herî bêexlaqî û hov li hemberî gelê wan herêmên dagirkirî pêk tînin, bi taybetî jî herî zêde jin di bin zexteke dijwar de ne ku bi revandin, tecawiz, îşkence û qetilkirinê re rû bi rû dimînin." 
"Dixwazin ewlehî û armaniya li herêmê têk bibin"
Leyla bal kişand ser gefên dewleta tirk û wiha nirxand: "Dewleta tirk li rex dagirkirina herêman, rojane herêmên din ên bi ewle bombebaran dike yan jî gefan dixwe. Tirkiye dixwaze bi van kiryar û gefan ewlehî û aramiya li herêmê têk bibe û gel her tim bi êrîşan re mijûl bike. Her wiha li aliyê din jî şerekî taybet ê dijwar dimeşîne, em dibînin ku 9 meh in ava çemê Firatê hatiye qutkirin. Her wiha her çend rojan deverekê, gundekî ango kantonekê bombebaran dike. Me dît ku dewleta tirk li ser Til Rifetê broşurên tehdîdê belav kirin. Dewleta tirk bi tu şêwazî jî pergal, hebûn û herêmên me napejirîne, ji ber vê ew bênavber êrîş dike û planan çêdike. Heger em li Sûriyeyê binêrin, wê diyar bibe ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê pergal, ewlehî, aramî, derfertên jiyanê û hwd. ve cihê herî baş e. Ji ber vê ji her derê zêdetir hejmareke mezin ji koçberan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn."
"QSD, YPJ û YPG`ê cîhanê ji terora DAIŞ’ê parastin"
Hevseroka meclisa kantona Kobanê Leyla destnîşan kir ku dewleta tirk ji hemû aliyan ve têkçûyî ye, ji lewre gefan dixwe û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Dewleta tirk dibêje ku hêzên QSD`ê êrîşî wan kirine lê em tu carî êrîşî dewleteke cîran nakin. Tenê dema ku ewlehî û jiyana gel bikeve xeterî, şervanên me mafê parastina rewa bi kar tînin û herêmên xwe diparêzin. Em dixwazin balê bikşînin ser xalekê, çawa ku QSD`ê tevahî cîhanê ji hovîtiya çeteyên DAIŞ`ê parastin divê ku îro civaka navneteweyî xwedî li van herêman derkeve û li dijî êrîşên dewleta tirk bibe xwedî helwest. Em weke gelê Sûriyeyê di qonaxeke girîng de ne lê dewleta tirk bi van êrîşan aloziya Sûriyeyê kûrtir dike. Em baş dizanin ku Tirkiye dixwaze bi siyaseta xwe rewşa xwe ya hundirîn û nakokiyên ku li cem wan çêdibin veşêre. Di dawiyê de em dîsa jî dibêjin, em êrîşî dewletên cîran nakin lê dema ku êrîş bi ser me de werin em ê herêmên xwe biparêzin."