Fîlîz Budak: Hilbijartinên li Tirkiyê dê bandorê li her derê bike

Hevseroka Meclisa Gel a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê Fîlîz Budak der barê hilbijartinên li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê ya 2023’an de nêrînên xwe anî ziman û diyar kir ku serkeftin wê bi jin û ciwanan re be.

BERJÎN KARA

Mexmûr – Hilbijartina serokomariyê û ya Serdema 28’emîn a parlamenteriyê ya 14’ê Gulanê ya li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê nêz dibe. Hevseroka Meclisa Gel a Mexmûrê Fîlîz Budak li ser girîngî û bandora hilbijartinê nêrînên xwe anî ser ziman.

Fîlîz Budak anî ziman ku hikumeta niha ya li ser desthilatê xwe li ser qirkirina gelan dide jiyankirin û destnîşan kir ku dê bandora vê hilbijartinê li her derê bike.

‘Hilbijartin herî zêde ji bo jinan girîng e’

Fîlîz Budak da zanîn ku ev hilbijartin herî zêde jî ji bo gelê Kurd û ji bo jinan girîng e û sedema vê yekê wiha anî ziman: “Bêguman di serkeftin û binketina vê hilbijartinê de wê windahî û destkeftiyên xwe jî hebe. Îktîdara ku em îro pê re rû bi rû ne, mirov dikare bibêje herî zêde qirkirina jinan daye pêkanîn, destdirêjiya li hemberî jinan zêde bûye, bi vê ve girêdayî mirov dikare bibêje polîtîkayên xwe yên li hemberî jinan guhert, di bin nermkirina wê de qetlîamên zêdetir li ser jinan dan pêkanîn.”

Fîlîz Bûdak a bal kişand polîtîkayên li dijî jinan û ciwanan, wiha pêl da axaftina xwe: “Di pêvajoye îktîdara hikumeta AKP’ê de herî zêde jin li Tirkiyeyê hatin qetilkirin. Li Tirkiyeyê, di Kurdistanê de jineke ciwan mirov tenê wek mînak bide, wek Ozgecan destdirêjahî lê kirin, şewitandin û bedena wê avêtin. Dîlekê di nava malê de qetil kirin. Em bêjin sal derbas bûn dayika Gulistan Doku dibêje keça min li ku derê ye, van kiryarane van qetilkirinan hemû ji aliyê kê ve hatin kirin? Polîs, memur û jendermeyên hikumeta AKP’ê ve hatin pêkanîn.”

‘Hikumeta qedexeyan’

Fîlîz Budak diyar kir ku divê her kesê diçe ser sindoqan bi zanabûn dengê xwe bide û wiha berdewam kir: “Pêwîst e her kes bifikire, li vê derê em gelê Kurd, jin û ciwanan daynin aliyekî, bi hezaran cenazeyên leşkerên Tirk bi ser malbatên wan de hatine şandin. Li vê derê pêwîst e gelê Tirk jî ji vê hikumetê re bibêje bes e. Bi sedan mirov li Tirkiyeyê ji ber bênanî, bêxwarinî û xirabiya rewşa aborî, krîz û qeyrana ku dijîn xwe û malbata xwe bi hev re îmha kirin. Bavekî nikare ji zarokên xwe re xwarinê peyda bike întihar kir, dayikek nikare zarokê xwe têr bike wê rojê, xwe û zarokê xwe dikuje, hatiye rewşek wisa.”

Fîlîz Bûdak bi van gotinan bal kişand li ser zexta ku li Tirkiyeyê li hemberî civakê tê kirin: “Hunermendek nikare straneke ku hikumetê rexne bike, dewletê rexne bike nikare bibêje yan jî binivîse roja din xwe di zindanê de dibîne. Rojnamevanek ku pêwîst e li tu derê pênûsa rojnamevan neyê qedexekirin, qemereya rojnamevanek neyê qedexekirin. Tu lê dinêrî yek rojnamevanek nûçeyek der barê wana de çêdike, roja din ew rojnamevan yan hatiye girtin yan jî surgunî ji derveyî welat hatiye kirin. Bi kurtasî hikumetekî yê qedexeyan e.”

‘Divê dengê jinan neçe sindoqa AKP’ê’

Fîlîz Budak bal kişand pergala Îmraliyê û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Di vê derê de vê hikumetê di heman demê de tecrîda li Îmraliyê, erê di pêvajoya hikumeta Ecevît de Rêber Apo hat girtin lê îşkence, pergala Îmralî, jehr kirin, bi salan nehiştina hevdîtin bi Rêbertî re were pêkanîn. Ev hemû di pêvajoya hikumeta AKP’ê de hat pêkanîn. Ji bo vê tenê jî divê bi tu şêweyî yek Kurdek, yek dengek Kurd neçe sindoqa AKP’ê de, dengê yek jin neçe sindoqa AKP’ê. Ji ber ser hikum mayîna AKP’ê qetilkirina jinan e, binpêkirina mafê jinan e, biçûkxistina jinan e, jin ji çarçoveya koletiyê nehiştina derketina wana e. Tecrîda ku îro li Îmraliyê daye pêkanîn mirov dikare bêje zêdetirî xwe bi hikumeta AKP’ê re girêdayî ye.”

‘Dê bandorê li Rojhilata Navîn jî bike’

Fîlîz Budak bal kişand ser bandora hilbijartinê ya li ser Rojhilata Navîn û got: “Bi Lozanê ev erk dan çar dewletan wekî Îran, Tirkiye, Suriye û Îraqê ji ber wê wekî diyarî Kurdistan di nav wan de hat çar parçe kirin. Kurdistan wek pêşxwarinekî ji wan re hat pêşkêşkirin. Bi ketina şefê faşîst Erdogan re em ê bizanin ku projeya girêdayî wî êdî bi dawî bûye, hêzên desthilatdar wek Emerîka, Ewropa destê xwe ji Erdogan kişandine, nexwe dibe ku karê wan bi wî xilas êdî ev jî tê wateya wê planeke nû li ser Rojhilata Navîn bide pêkanîn. Bêguman wê siyaseta Rojhilata Navîn were guhertin, ji ber ku îro dewleta Tirk li ser xeta faşîzmê, li ser xeta şovenîzmê dixwaze di Rojhilata Navîn de xetek bide ava kirin, bi vê yekê re jî dixwaze sînorên xwe yên mîsaqî- mîlî ava bike. Avakirina sînorê mîsaqî-mîlî bi sînoran re pêwîst e mirov negire dest ji ber ku di heman demê zihniyetekî tîne, zîhniyetek ku dixwaze zihniyeta Osmanî bîne ye.”

Fîlîz Budak diyar kir ku dema hilbijartin ji aliyê Partiya Çepên Kesk ve bê serxistin di dawiya axaftina xwe de got bi şikandina faşîzmê re gelê Kurd û hêzên demokratîk  dikarin bêhnek bigrin.