Fermandariya YPJ'ê: Dewleta tirk ji hestiyên me jî ditirse

Fermandara YPJ’ê Dilar Heleb têkildarî xirabkirina goristana cangoriyan a Efrînê û îdiayên der barê wê de wiha dibêje: "Min bi destên xwe 7 şervan oxir kirin. Dewleta tirk bi van kiryaran tirsa xwe ya ji hestiyên şervanan jî diyar dike."

BERÇEM CÛDÎ
Eyn Îsa- Dewleta tirk di 15`ê Tîrmehê de îdia kir ku li Efrînê goreke komî ya sivîlan ku ji aliyê şervanên YPJ`ê û YPG`ê ve hatiye çêkirin, dîtiye. Li dijî vê îdiayê Navenda çapemeniya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) daxuyaniyeke nivîskî weşand. YPG`ê destnîşan kir ku ew gora komî goristan bû û tê de 71 şervan û kesên sivîl hebûn. Her wiha nasnameyên wan hatin zelalkirin ku 12 şervanên YPJ`ê, 14 şervanên YPG, 5 endamên Hêzên Asayîşê, 3 şervanên Cebhet El-Ekrad, şervanekî Hêzên Erka Xweparastinê û 5 welatparêz li goristanê hatine veşartin. YPG`ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku dewleta tirk bi îdiaya gorên komî şerê taybet dide meşandin û heqaretek dijmirovî pêk tîne. 
Di vê çarçoveyê de ji fermandarên YPJ`ê Dilar Heleb ku cihê xwe di Berxwedana Serdemê de girtibû û şahîdiya merasîma oxirkirina şervanan a di goristana ku dewleta tirk îdia li ser belav kiribû, bersiv da pirsên ajansa me. 
Helwesta we ya li dijî  vekirina gorên rêhevalên we çi ye?
Ji bo em axa xwe biparêzin û xwedî li rûmeta xwe derkevin, min cihê xwe di berxwedana Serdemê ya Efrînê de girt. Dewleta tirk gorên rêhevalên me yên şehîd vedike û dibêje ku gorên komî yên sivîlan in. Lê ew rast nabêjin û her kes jî dizane ku di wê goristanê de şervanên YPJ/YPG, QSD û gelên welatparêz ên ku di oxira parastina xwe de jiyana xwe ji dest dan, hatine veşartin. Ez weke kes di mersîma 7 şervanan de amade bûm û me bi destên xwe ew spartin axê. Li ser vê bingehê em îdiayên dewleta tirk bi rêbazî jî napejirînin û em dibêjin kesên di wê goristanê de hevalên me bûn, em bi hev re jiyan, me hev re şer kir û li kêleka me jî jiyana xwe ji dest dan e. Me gelek hevalan jî ji destpêka şoreşa Rojavayê Kurdistanê ve bi hev re dest bi riya têkoşîn û berxwedanê kir û heta kêliya dawî ya jiyana wan em bi hev re man.
Kesên di wê goristanê de kî ne û ji bo we tên çi wateyê?
Wan şervanan canê xwe ji bo Efrînê feda kirin, çavên wan tehemul nekir ku Efrîn were dagirkirin û gelê wê koçber bibe. Şervanan qebûl nekirin ku ew axa Efrînê ya pîroz ku jinan ked tê de daye û bi rengê wan ji aliyê xwezayê ve hatibû xemilandin were dagirkirin. Her wiha Efrîna ku bi darên xwe yên zeytûnan tê naskirin, her darek bi xwîna têkoşerekî hat avdan. Bi hezaran şervanan xwe ji bo Efrînê û parastina darên wê kirin mertal, ji ber vê dema ku em dibînin dewleta tirk û çeteyên wî darên zeytûnan hildikşînin, bi wan kiryaran kok û hebûna gelê Efrînê tune dikin. 71 hevalên me di wê goristanê de hatin veşartin. Ji ber ku goristana mezin a şehîd Seydo û Qaziqlî di xetên şer de bûn me nikaribû merasîmên şehîdan li wir çêkira. Ew her du goristan ên sereke bûn û cenazeyên bi hezaran têkoşeran di wan de bûn. Dewleta tirk ew goristan jî xirab kirin.
Tu weke şahida Berxwedana Serdemê bûy, di wê demê de şert û merc çawa bû?
Ev kiryar di tu zagonên cîhanê de nayê pejirandin. Di tevahî pergalên leşkerî yên dewletan de, mafê tu hêzê tune ye ku goristanên şehîdên wan xirab bike. Lê dewleta tirk van zagon û pîvanan bin pê dike. Gorên hevalên me vedike û dibêje ev sivîl in. Me bi xwe şahidiya wan rojan, bûyer û merasîman kir. Dewleta tirk rê hemû girtibûn, ji ber vê erdekî vala li ber nexweşxaneya Efrînê hebû ku em neçar man hevalên xwe li wir bispêrin axê. Me hem dixwest ku em wan têkoşeran li axa Efrînê ku ji ber wê canê xwe feda kirin bispêrin, hem jî dewleta tirk rê neda ku em cenazeyên wan bişînin Kobanê ango herêma Cizîrê. Ji bo îdiaya ku dibêjin şervanên YPJ`ê û YPG`ê komkujî çêkirin û gorên komî veşartin, rêxistin û komîteyên mafên mirovan ên cîhanî dikarin werin serdana wan goristanan bikin û binêrin ka rastî çiye. 
Çima goristanên pakrawanan tên hedefgirtin?
Dewleta tirk baş dizane ku şehîd nirxên me yên herî pîroz in ku em dikarin li ser şopa wan canê xwe feda bikin. Ji lewre bila dewleta tirk dizane ku ew bi van kiryaran nikare vîna me bişkîne. Berovajî vîn û biryardariya me bi hêztir dibe. Ew dixwaze bibêje ku ez hem demografiya axa we diguherînim, darên ku we jiyana xwe di bin de derbas kirin hildikşînim û niha jî dest davêjim nirxên we. Em weke şervanên YPJ`ê tu carî jî rê nedin ku dewleta tirk axa me tune bike û nirxên me yên pîroz têk bibe. Goristan li cem me di asta herî pîroz de ne, ji ber vê em qebûl nakin ku dewleta tirk kiryarên bi vî rengî bike û ew wiha jî zagonên Îslamê û tevahî olên yekxwedayî bin pê dike. Her wiha ji pîvanên mirovî û exlaqî, zagonên navneteweyî û mafên mirovan re rêz nagire. Ev kiryar ji me re tiştekî tenê dide teqezkirin ku dewleta tirk ji hestiyên me jî ditirse.
Dayik bi hesreta dîtina gorên zarokên xwe dijîn, hûn ji bo dayikên cangoriyên azadiyê çi dibêjin?
Erdogan gora xwe bi destên xwe dikolê. Ji ber ku tu kes nikare xwe ji nifirên dayikan biparêze. Her dayikeke Kurd perçeyek ji can û kezeba xwe di hundirê Efrînê de feda kiriye. Şervanên ku di Efrînê de jiyana xwe ji dest dan xwedî dayik û bav bûn. Ji ber vê tu dayik jî qebûl nake ku gorên zarokên wan werin vekirin ango xirabkirin. Ji lewre dayikên Rojavayê Kurdistanê gelek bi hêrs bûne û em baş dizanin heger bikarin dê biçin wan goristanan ji nû ve sererast bikin dijimin perçe, perçe bikin. Di vê çarçoveyê de em dibêjin ku bi vîna dayikên dilşewitî mabe em ê Efrînê rizgar bikin.
 Çeteyên DAIŞ`ê jî di salên 2013 û 2014’an de goristan xirab kirin, hûn têkiliya di navbera kiryarên dewleta tirk û çeteyên DAIŞ`ê de çawa digrin dest?
Êrîşa ku li ser goristana şehîd Avesta tê kirin, em dikarin bi hovîtiya DAIŞ`ê re bidin girêdan. Ji ber ku armanc, pîvan, kiryar û hovîtiya Dewleta tirk û çeteyên DAIŞ`ê wekhev in, ew hev temem dikin. Dema ku çeteyên DAIŞ`ê êrîşî Serêkanî û Girê Spî kirin, di destpêkê de goristanên her du bajaran xirab kirin. Lê Erdogan dibêje ku tu têkiliya wan bi DAIŞ`ê re tune ye û ew rêxistineke serbixwe ye. Lê dema em êrîşên dewleta tirk ên li ser goristanan jî dibînin, xuya dibe ku ew kiryarên DAIŞ`ê berdewam dikin. Di vir de hişmendî û planên wan ên wekhev diyar dibin. Ji lewra bila dewleta tirk nebêje ku têkiliya wan bi çeteyan re tune, ye berovajî, ew heman hêz in û Erdogan planên DAIŞ`ê yên nîvçemayî didomîne. Dewleta tirk heman hovîtiyê li Bakurê Kurdistanê jî dike. Ew di bin navê ku êrîşî (teroran) dike, gorên şervanên Tevgera Azadiyê jî xirab dike. Heman tişt li dijî şervanên YPJ`ê û YPG`ê jî dike. Em ê jî weke şervanên YPJ`ê ax û nirxên şehîdên xwe biparêzin.