Ferîde Şengalî: Pêwîst e her Êzidî dengê xwe bide îradeya xwe

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Ferîde Şengalî li ser girîngiya hilbijartinên parêzgehan axivî û bang li gelê Şengalê kir ji bo pêşerojê dengê xwe bide xwe û ji bo namzedên partiya siyasî PADÊ bi ser bikevin biçin ser sindoqan.

HÊVÎDAR ŞENGALÎ

Şengal - Di 18’ê Kanûnê de li seranserê Iraqê wê hilbijartinên parêzgehan bên lidarxistin. Di van hilbijartinan de yek ji herêma herî girîng jî Şengal e. Şengal girêdayî parêzgeha Mûsilê ye. Li ser navê Êzidiyan wê partiya siyasî PADÊ li gel tifaqa gelên Nînovayê beşdarî hilbijartinan bibe. Ji bo namzedên partiya siyasî ya Êzidiyan PADÊ bi ser bikevin li Şengalê di pêşengiya jinan de kar û xetabên girîng tên meşandin.   

‘Em ji bo jin û keçên xwe yên dîlgirtî dengê xwe bidin’

Di arîfeya cejna rojên Êzidî de li Şengalê amadekariyên hilbijartinan berdewam dikin. Endama TAJÊ Ferîde Şengalî di serî de cejna rojên Êzî li tevahî gelê Êzidî pîroz kir û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Ez di serî de cejna rojiyên Êzî li hemû gelê me û li tevahî şehîdan pîroz dikim. Em hêvî dikin ev cejn bibe ya serkeftina gelê me yê Êzidî. Ev hilbijartin ji bo gelê me pir girîng e. Ji bo wê, divê gel biçe ser sindoqan û dengê xwe bi kar bîne. Pêwîst e her kes dengê xwe bide xwe. Em ji bo jin û keçên me yên dîlgirtî û tevahî şehîdên feramanê dengê xwe bidin xwe. Partiya temsîla îradeya me ya siyasî dike PADÊ ye. Ji bo em siyasta PDK’ê ya li ser Şengalê têk bibin divê em dengê xwe bidin partiya xwe. Gelê me tev dizane sedema fermana bi serê me de hat rakirin û 7 hezar jin, keç û zarokên me ketin destên çeteyên hov DAIŞ’ê, PDK bû.”

‘Tifaqa gelan wê bi ser bikeve’

Ferîde Şengalê bal kişand ser tifaqa di navbera partiyên siyasî de li Şengalê ava bûye û wiha got; “Tifaqa di navbera rêxistinên li Şengalê de ava bûye ji bo gelê me û tevahî pêkhateyan serkeftineke mezin û dîrokî ye. Ev tifaq bi navê yekitiya gelên Nînovayê beşdarî hilbijartinan dibe. Ev tifaq ne tenê li ser esasê bi hev re beşdarî hilbijartinan bibe hatiye avakirin. Divê gel di vê tifaqê de cih bigre û ji bo serkeftina wê bixebite. Em weke jinên Êzidî vê tifaqa di navbera partiyên siyasî  de ava bûye ji bo pêşrojeke azad û wekhev girîng dibînin. Ev tifaqa gelan a bi hev re jiyanê ye. Ev tifaq li ser hîmê fikra Neteweya Demokratîk hatiye avakirin. Neteweya Demokratîk ji bo gelan riya xilasî û çareseriya hemû nakokî û pirsgirêkan e. Ev tifaq hêviyeke mezin dide ji bo gel di nav aramiyê de li ser xaka Şengalê bijî.”

‘Em bi siyaseta gel dikarin lîstikên PDK’ê pûç bikin’

Endama Tevgera Jinên Êzidî Ferîde Şengalî di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser xiyanet û lîstikên PDK’ê û siyaseta wê ya bi salan e li ser Şengalê dimeşîne û wiha got; “Ji sala 2003’an û heta 2014’an PDK li ser Şengalê serwer bû. Her dem dengê gelê me yê Êzidî girtin û li ser viya siyaseta xwe ya qirêj û xiyanetkar dan meşandin. Lê tu tiştek ji civaka me re nekirin. Di sala 2014’an de rê ji fermanê re vekirin. Ew dengên ku gelê me çend salan dan PDK’ê hemû bûn xiyanet. Em bi hêvî ne gel di vê hilbijartinê de vê dîroka xiyanetkar a PDK’ê  bîne bîra xwe û dengê xwe nede wê partiyê. Eger em rê ji PDK’ê re vekin û careke din weke berê vegere ser axa Şengalê wê fermaneke din bîne serê civaka me. Ew dixwazin peymana 9’ê Cotmehê bi cih bînin, ew jî ji bo gelê me ferman e. Ji bo wê divê gelê me dengê xwe nede dijminên xwe, bide xwe. Em weke gel û jinên Êzidî naxwazin PDK careke din bi riya vê hilbijartinê li ser Şengalê serweriya xwe çêbike û were tê de xwe bi cih bike. Bi sedan salan me weke gelê Êzidî xwe bi xwe bi rê ve nebir em nebûn xwedî partiyeke siyasî. Me bi xwe parastina xwe nekir. Di Şengalê de PDK ger bi ser bikeve wê bibe ya Tirkan. Siyaset û zihniyeta Tirkan û ya PDK’ê li dijî Şengalê dimeşînin heman tişt e. Wê bixwazin Osmaniya nû li ser vê axê zindî bikin.”

‘Ji bo pêşerojek azad û Êzidxana xweser dengê xwe bi kar bînin’

Ferîde Şengalî di dawî de bang li tevahî Êzidiyan û bi taybetî jinan kir û wiha dawî li axaftina xwe anî; “Ji bo pêşeroja zarokên Êzidxanê, ji bo pêşeroja jin û keçên Êzidî, ji bo jinên ku dîl ketine destên çeteyên hov DAIŞ’ê em di hilbijatinan de hesab bipirsin û mafên xwe bi dest bixin. Ev hilbijartin pir girîng e. Ji ber vê yekê divê gelê me û tevahî jinên Êzidî dengê xwe bidin vê tifaqê û îradeya xwe ya siyasî. Ev ji bo pêşeroja Êzidiyan wê bibe bingeha xwerêvebirinê. Em bi serbilindî dibêjin êdi di her alî de Şengal a Êzidiyan e. Em ê bi dengê xwe xwedî li Şengalê derbikevin. Em ê bi dengê xwe ewlehî û aramiya wê ava bikin. Em ê bi dengê xwe Şengalê ava bikin. Em ê bi xwe mafên xwe bi dest bixin û xwe bi xwe bi rê ve bibin. Êdî weke gel em li ser piyan in. Avakirina rêxistineke siyasî di nava gelê me de xewna şehîd Mam Zekî û tevahî şehîdên me bû. Mam Zekî tifaq û stûna civaka Êzidî bû. Ev tifaqa çêbûye ne tenê ji bo hilbijartinan e, tifaqa gelan e. Ez di dawî de careke din hemû alî, rêxistin û kesên di vê tifaqê de cihê xwe digrin destxweşî li wan dikim. Ji bo namzedên ku temsîla îradeya civaka me dikin serkeftinê dixwazim û destxweşî li wan dikim.’