“Felsefeya Ocalan hebûna neteweyên bindest zindî kir”

Hevseroka Yekitiya Jinên Ermen Erbî Kisbiryan da zanîn ku îlankirina Yekitiya Jinên Ermen bi saya felsefeya Ocalan pêk hatiye û got: “Felsefeya Ocalan hebûna me zindî kir.”

RONÎDA HACÎ

Hesekê - Di sala 1915’an de desthilatdariya Osmanî komkujiyek li dijî gelê Ermen pêk anî. Di encamê de bi milyonan Ermenî şehîd bûn bi hezaran jî neçarî koçberiyê man. Koçberên Ermen ji metirsiya hovîtiya desthilatdariya Osmanî ola xwe guhertin û di nava neteweyên cuda de hatin helandin. Lê piştî belavbûna felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan gelê Ermen xwe bi rêxistin kir û jinan yekitiya xwe ava kir. Têkildarî vê mijarê Hevseroka Yekitiya Jinên Ermen Erbî Kisbiryan axivî.

“Li dijî gelê Ermen siyasetek qirkirinê pêk hat”

Arbî Kisbiryan da zanîn ku di dîrokê de desthilatdariya Osmanî planek qirkirinê li dijî gelê Ermen pêk aniye û îro jî dewleta tirk a dagirker wê planê berdewam dike û wiha got: “Di sala 1915’an de desthilatdariya Osmanî li dijî gelê Ermen qirkirinek hebûnî, çandî û dîrokî pêk anî. Ji ber wê qirkirinê heya roja îro jî gelê Ermen belav e û rastiya dîroka xwe ji metirsiya hovîtiya desthilatdariya Osmanî veşartiye. Di bin olên neteweyên cuda de hatiye pişaftin. Dema Ew komkujî pêk hat ne tenê bi destên Osmaniyan bû, bêdengiya dewletên Navneteweyî li hemberî wê komkujiyê da nîşandan ku bi erêkirina wan ev yek pêk tê. Ji ber ku sîstemên desthilatdar tenê berjewendiyên xwe esas digrin û hebûna gelan ji bo wan ne xem  e, ew xwe li ser rijandina xwînê didin avakirin.”

“Şoreşa Rojava şoreşa zindîkirina hebûna gelên bindest e”

Arbî Kisbiryan bal kişand ser girîngiya Şoreşa Rojava û got: “Piştî Şoreşa Rojava û bi saya felsefeya Ocalan gel benda koletiyê şikand. Bi taybetî jinên Kurd di Şoreşa Rojava de bûn pêşengên hemû jinan. Bi îradeya xwe ya azad di nava bend û koletiyê bi qîrîna xwe deng veda û hemû jinan ji hemû pêkhateyan şiyar kirin. Weke jinên Ermen me hêza xwe ji jinên Kurd û felsefeya Ocalan a ku ji bo tevahî gelan riya xilasiya ji bindestiyê nîşan da girt. Ji ber wê me xeta Neteweya Demokratîk hilbijart û li dijî sîstemên yek pergalê me xwe birêxistin kir. Em wekî gelê Ermen bi vê wesîleyê îro zindî dibin em careke din gelê Ermen komî ser hev dikin û dîroka xwe nas dikin. Ev serkeftinek dîrokî ye ku îro bi rêxistinbûyîna xwe em dihêlin  komkujiya 1915’an carek din were nîqaşkirin û em banga hesabxwestinê dikin. Bi geşkirina Şoreşa Rojava neteweyên bindest careke din xwe bi rêxistin kirin û zindî bûn.”

“Bi naskirina felsefeya Ocalan neteweya Ermen xwe zindî kir”

Arbî Kisbiryan teqez kir ku Yekitiya Jinên Eremen bi yekitiya hemû jinan re wê dagirkerî û hemû planên qirêj têk bibin û wiha axaftina xwe domand: “Dema yekitî tê avakirin îrade û hêzek mezin tê avakirin, tu teknîk nikare li ber bisekine. Îro dema me Meclisa Ermen da avakirin û Yekitiya Jinên Ermen îlan kir ev bersivek ji dagirkeriya Tirk û desthilatdariya Osmanî re ye ku yên felsefeya Ocalan nas kiribin tu carî hebûna wan nayê tunekirin. Di vê qonaxa hesas de Rêveberiya Xweser zimanê me fermî di nava dibistanan de qebûl kiriye. Dayîna dersan bi zimanê dayikê ji zarokên Ermen re xwedî wateyek pir mezin û girîng e. Ev tê wateya ku ked û berxwedana jinên têkoşer ên ku banga azadiyê dikirin Mîna Sîva Kabtûkiyan vala neçûye. Îro em şopdarên wê xetê ne û ji bo xwedî li nirxên jinên Ermen derbikevin û vegerin rastiya xwe, em ê asta têkoşînê bilind bikin û destên xwe bidin destên hemû rêxistinên jinan ên azadîxwaz da em bigihîjin azadiya tevahî jinan û bi taybetî azadiya Rêber Ocalan.”

“Duh desthilatdariya Osmanî bû îro jî dewleta tirk e”

Arbî Kisbiryan bang li rêxistinên mirovî kir ku melefê komkujiya 1915’an were vekirin û ceza were xwestin û wiha dawî li axaftna xwe anî: “Di roja me ye îro de dîrok xwe dubare dike duh desthilatdariya Osmaniyan bû îro jî dewleta tirk a dagirker e. Siyaseta wan yek e lê navê wan hatiye guhertin, dewleta tirk dixwaze desthilatdariya Osmanî zindî bike û demografiya herêmê biguherîne lewma bi hemû rêbazên hovane êrîşê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike da ku rê li ber belavkirina felsefeya Ocalan bigre lê ev yek pêk nayê ji ber ku yên bêhna azadiyê girtibin dê ji bo wê canê xwe jî feda bikin.”