‘Felsefeya jin jiyan azadî bingeha jiyana demokratîk e’

Berpirsyara Yekitiya Jinên Suryan Corcêt Bersom teqez kir ku felsefeya jin jiyan azadî bingeha jiyana demokratîk û azad e û got: “Hemû jinan bi baweriya vê felsefeyê yekitiya xwe li tevahî cîhanê ava kirine.”

RONÎDA HACÎ

Hesekê - Li bajarê Tehranê yê Îranê di 17'ê Îlonê de jina ciwan a Kurd Jîna Mehsa Amînî ya 22 saslî dema ku diçû serdana malbata xwe ji hêla “polîsên exlaq” ên rejîma Îranê ve bi hinceta ku porê wê xuya dike hat binçavkirin û piştre bi îşkenceyê hat qetilkirin. Bi qetilkirina Jîna re di serî de li Rojhilatê Kurdistanê, li seranserî Îranê bi pêşengiya jinan bi dirûşma “Jin jiyan azadî” çalakî hatibûn destpêkirin. Di çalakiyên ku li seranserê welat pêl bi pêl belav dibin de, doza guhertina pergalê tê xwestin. Di çalakiyan de heta niha bi dehan kes hatine qetilkirin û bi sedan kes birîndar bûne, hatine girtin û  bi gefa îdamê re rû bi rû ne.

Berpirsyara Yekitiya Jinên Suryan Corcêt Bersom a weke jinekê Suryan a ji Bakur û Rojhilatê Sûrî piştgiriya xwe ya ji bo jinên li Rojhilat û îranê tîne ser ziman, behsa azmunên jinên ji Bakur û Rojhilatê Sûrî kir ku bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ pergala xwe ava kirin.

‘Di asta cihanî de pergal bi giştî tê guhertin’

Corcêt Bersom da zanîn ku li Rojhilatê Kurdistanê li hemberî pergala modernîteya sermayedar a kapîtalîst şoreşa pergala demokratîk pêk tê û wiha axivî: "Di dema Sumeran de bi avakirina zagon, destûr û dewletê jin ji mafên xwe yên xwezayî  bêpar man. Di asta cîhanê de pergal bi giştî hatiye guhertin û di nav aloziyeke mezin de ye. Niha li cîhanê du bîrdozî hene . Yek modernîteya sermayedariyê û yek jî modernîteya demokratîk e. Ev her du bîrdozî niha li hemberî hev disekinin. Bi salan e em dibînin ku modernîteya sermayedar bi her awayî belav bûye. Ev pergal êrîşên xwe, pergala xwe û daxwazên xwe yên li ser gelên cîhanê bi taybetî jî Rojhilata Navîn dike. Lê em niha dibînin ku li hemberî wê pergalek ava bûye û ev jî modernîteya demokratîk e ku pêşengiya vê pergala jinan dike. Ji bo wê jî modernîteya sermayedar ew şerê ku niha tê meşandin bi taybetî li ser jinan û bi giştî jî li ser gelan bi rê ve dibe. Bi taybetî jî niha di Rojhilata Navîn de dibînin ku di bin navê pergalên cuda, di qalibên îslamiyetê de qalibên cuda tên çêkirin. Dixwaze vê li ser jinan ferz bike û wekî amûrekî bixe xizmetê. Dixwaze jinan bike xizmetkara daxwazên xwe. Lê em dibînin ku pergala modernîteya demokratîk li hemberî wê disekine. Beravajî pergala modernîteya sermayedar a li dijî jinan, pergala modernîteya demokratîk cihê xwe digre û jin û civakê vedigerîne cewherê xwe yê rast dûrî ezezî û tebeqatan."

Bi pêşengiiya jinan pergala sermaydar tê helweşandin’

Corcêt Bersom teqez kir ku bi pêşengiya jinan pergala sermaydar tê hilweşandin û wiha axaftina xwe domand: “Ji ber ku gel êdî nikare vê pergala gel birçî hiştiye, bê îrade hiştiye qebûl bike. Li tevahî cîhanê serhildan bi pêşengiya jinan pêk tê. Destpêkê li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê niha jî li Îranê hene. Tehemula gelên Îranê ji pergalê re nemaye. Ev gaveke dîrokî ye. Daxwazên gelên Îranê ne tenê daxwaza neteweyekê yan jî daxwazên civakekê ye, ew daxwazên hemû girseyên azadîxwaz e. Ji ber wê divê ku her azadîxwaz paletî û piştevaniya vê şoreşê bike. Li hemberî vê serhildanê pergala modernîteya sermayedar û kapîtalîst bi tirs e. Lê serkeftin a gelên azadîxwaz û jinan e."

‘Bi ruhekî em ê xeleka berxwedanê xurt bikin’

Corcêt Bersom bal kişand ser girîngiya Şoreşa Rojava û wiha got: “Jin di bin pergala netew dewletê hatibûn fetsandin û ji mafên xwe yên rewa hatibûn mehrûmkirin. Ji bo wê jî Şoreşa Rojava ji bo her jinê şanseke mezin û pîroz bû. Di roja îro de jinên ji her pêkhateyê roleke aktîf in di pêşxistina civak û şoreşê de dilîzin. Bi taybetî jinên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê bûn mînak ji tevahî jinên cîhanê re. Jinên Suryan li kêleka jinên Kurd, Ereb û Ermen hevgirtina xwe çêkirin û xwe birêxistin kirin li ser paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan. Pêwîst e em jin ji çi pêkhateyê dibe bila bibe xeleka xwe ya berxwedanê xurtir bikin û pergala sermeyedar bi vê xelekê sînordar bikin da ku em bikaribin civakek bi zanista jinan xwedî dîrok, nasname û çand bidin avakirin. Hemû dewletên hegemon bûne yek û dixwazin îradeya gelan têk bibin da ku serweriya xwe li ser herêmê bikin. Ji bo wê niha dem dema hevgirtin û parastinê ye, erka her kesê heye xaka xwe û destkeftiyên şoreşê biparêze.”