Fatima Khair: Huner peyamek siyasî ye û siyaseta rastîn jî peyamek hunerî ye

Hunermend kêm caran di şahiyên partiyên Mexribê de xuya dibin. Di deh salên çûyî de, tenê du hunermend Yassine Ajam û stranbêja Amazigh Fatima Tabamrant karîne bikevin parlamentoyê. Di hilbijartinên 8'ê Îlonê hatin lidarxistin de jî du lîstikvanên Mexribê, Kalila Bounailat û Fatima Khair bi ser ketin.

HENAN HARIT
Mexrib- Ajansa me bi hunermenda Mexribê Fatima Khair re, ku di lîsteya herêmî ya Mîtînga Niştimanî ya Serbixwe de li herêma Kazablanka-Settat a piştî bû yekem kursiyek parlamentoyê bi dest xist re hevpeyvînek pêk anî. Fatima Khair yek ji hunermendên navdar ên Mexribê di qada hunerê de ye, ji ber ku temaşevanan wê di fîlma "Wafaa" ya 1988’an de nas kir, karîbû bi şopandina rola xwe ya navdar şopek li ser temaşevanan bihêle. Fîlmên wê yên navdar ên wekî "Jin ... û Jin", " Beşa heştê” ji navde gelek berhemnen wê hene.
Hunermend Fatima Khair di diyaloga jêrîn de, qala biryara xwe ya ketina nav qada siyasî û girêdana partiya hunermendan, girîngiya hebûna wan di parlamentoyê de, rola wê parastina mafên jinên Mexribê û behsa mijarên din jî kir.
Hunermenda Mexribî Fatima Khair, çawa biryar da ku derbasî siyasetê bibe?
Ez her gav bûyerên siyasî yên ku li welêt diqewimin dişopînim, lê pêwendiya min bi siyasetê re ji wê pêşgotinê bû ku min dixwest ez ji pozîsyona xwe beşdarî pêvajoya siyasî bibim di rola xwe de têbikoşim û bibim dengê jinê ya dinav hunerê de. Di heman demê de, biryara min piştî damezrandina Federasyona Hunermendên Mîtîngê bi serokatiya hunermend Said Ait Baga bi Mîtînga Neteweyî ya Serbixwe ve derket û ji ber ku ez wekî Cîgirê Serokê federasyonê me, fikra beşdarbûna hilbijartinên 2021’an hat.
Hebûna xurt a jinan di meclisê de yan ji di meqamên biryardanê de bi mecbûrî xizmeta pirsgirêkên jinan dike; li gorî we gihîştina jinekê ji pozîsyonek siyasî re mecbûr e ku wê beşdarî têkoşîna mirovî ya ji bo mafên jinan bike?
Li gorî min jin ji pozîsyona xwe ya siyasetmedar ne tenê mafên jinan di heman demê de mafên mirovan jî diparêz in. Ji ber vê yekê divê were bibîr xistin ku ew xwişk, jin û dayik e. Ji ber vê yekê ew di avakirina Mexirbê hevkarek bingehîn e, ji ber ku ew entegrasyon û ahenga di nav civakê de vedigirin. mafên jinan ji mafên mêran ne veqetandî ne. Jin ne hejmarek zêdebar e, lê belê ew figûrek damezrîner e ji bo hevkêşeyek ku di hemî xuyangên wê de wekî civak tê binavkirin.
Hûn der barê dozên hunermendên Mexribê de çi dibêjin? Dê Fatima Khair di hundurê parlamentoyê de ji bo wê çawa têbikoşe?
Hunermend beşek ji tevna çandî û afirîner a civakê ne. Maf û erkên wan hene û ji ber rewşa giştî ya pratîka hunerî û afirîner a li Mexribê, lewaziya ku beşa pê dizane, hem di asta lênihêrîna civakî û hem jî tenduristî de, bi zelalî xuya dike. Her wiha di asta dakêşandinê de hewcedariyên qanûnên rêziknameyê yên bi qanûna hunermend re têkildar in, ku di nav wan qanûnan de ku asta herî kêm a rûmetê diparêzin, ji ber vê yekê ez ê li gorî rêgezek beşdariyê bi hemî rêxistinên pispor re ku pirojeyan û pêşniyarên pratîkî yên ku çareseriya gelek pirsgirêkên ku pratîka pîşeyî ya li welêt asteng dikin bilezînin, kar bikim. 
Dosyayên herî berbiçav ên ku hûn dixwazin li ser bixebitin çi ne?
Hemî dosya girîng in. Bêguman, hin dosyayên ku bi aliyên civakî ve û yên din jî bi aliyên zagonî ve têkildar in hene. Em dosyayên ku bi piştgiriya gel a ji bo dewletê re têkildar in jî ji bîr nakin. Ew gişt bi çerçeveyek ku ya bi hewceyî piştgirî, avahî û lênihêrînê ye afirîneriya Mexribê tê gotin ve girêdayî ye.
Ketina we ya cîhana siyasetê, hûn nabînin ku dibe ew bi mîsyon û kariyera we ya hunerî re bi nakok be?
Ez nakokî di wê de nabînim, huner peyamek siyasî ye û siyaseta rastîn peyamek hunerî ye, ji ber vê yekê nakokiya bi pratîka demokratîk re di vegotina bawerî û aîdiyetê de li ku ye? Ji ber vê yekê ez bawer dikim ku veqetandina di navbera pratîka siyasî û hunerî de nêzîkatiyek teng-hişmend e ku bi zanebûn yan ji bê hişmendî tê pratîzekirin. Parêzgeriya li ser hêmanên zindî yên di nav civakê de pratîka siyasî ji her dîmenek mirovî vala dike.
Hin kes hene ku dibêjin ketina hunermend a nav siyasetê bi derfeta hilbijartinê yan jî lêgerîna populerîte yan jî qezenca tavilê ve girêdayî ye. Hûn li ser vê yekê çi dibêjin?
Gelo hûn li ser derbasbûna profesor, endezyar, parêzer, doktor, medyakar, karsaz, karker û peymanker ji cîhana siyasetê re çi dibêjin? Ma ev gişti ji hêla hewildanên derfetker ve têne qewirandin yan jî ew li gorî maf û erkên ku bi destûra Mexribê hatine misoger kirin vebijark in. Hunermend li populerbûna xwe nagere ji ber ku ew bi tiştên ku ew ji hemî hemwelatiyan re pêşkêş dike jê re garantî ye. Belê, hunermend, mîna hemwelatiyên din, hewl dide ku rewşa civakî, aborî û her wiha çandî û hunerî baştir bike. Beşdariya siyasî tê vebijarkek ji bo ku dengê hemû beşên civakê, bi hemû girêdan û baweriyan were bihîstin. Ji ber ku berpirsiyarî hewce dike ku tu bibi dengê hemûyan ne tenê hinekan. 
We got ku hûn ê parastina dozên hunermendên Mexribê bikin, hûn dikarin rewş û pêşeroja hunermendan ji me re binirxînin?
Bi rastî, hejmarek dosya hene ku divê li ser wan bi rêxistinên profesyonel re xebat werin werin kirin û ew dosya ku êdî paşxistin û bendewariyê tehemul nake, ji ber ku ew bêguman ji baştirkirina rewşa hunermendê Mexribê re dibe alîkar. Lê divê di heman demê de afirîneriya Mexribê bê dîtin ku karibe di asta beşdarbûna navneteweyî de bingehek bibîne, ew rewşek e ku me serbilind dike lê di heman demê de dihêle em li ser rewşa nirx û statuya qanûnî ya van beşdariyan bipirsin ku bi kêmasî, hewl da li welatê me xurtkirina dîplomasiya çand û hunerê bi pêş bixe.
Di dawiyê de em dixwazin bibêjin ku hin kes difikirin di krîza koronayê de axaftina li ser rewşa huner û hunermendan luks e, şîroveya we li ser wê çi ye?
Hunermend beşek ji civakê ye û kes nikare înkar bike ku afirînerî bi hemî şekl û diyardeyên wê dibe alîkar ku êşê derxe û berevaniyê di ber mafên hemwelatiyên ji her kom û temenên civakî de bike û ew jî bi riya peyamên hunerî, çi di televîzyon, sînema yan jî li ser sehneyê pêk tînin. Ji bo ku neyê jibîrkirin ez dikarim bêjim ku hunermend jî wekî gelek malbatan di dema koronayê de rewşên xirab dijîn.