'Ez ê têkoşîna civakî bidomînim’

Endama berê ya Komîteya Navendî ya Rêxistina Rizgariya Filistînê Henan Eşrawî, diyar kir ku ew ê bi piştgiriya jin, ciwan û komên cihêreng xebata xwe bidomîne.

 
REFÎF ESLÎM
Xeza – Enadama berê ya Komîteya Navendî ya Rêxistina Rizgariya Filistînê Henan Eşrawî, di civînek taybet ya ku ji hêla Weqfa Pialara ve bi rêya zoomê di 27’ê çileyê hatî lidarxistin de, eşkere kir ku ew çarçoveya projeya 'Ciwanên ji bo Guhetinê' erênî dibînin. Di nava nirxandinên xwe de bal kişand ser biryara îstifaya xwe ya ku xwestibû ji Rêxistina Rizgariya Filistînê derkeve û da zanîn ku ji bo rewşa jinan di rêxistinê de rast bibe wê telebek wiha kiriye. Henan bilêv kir ku ji ber di guherînên tên kirin de nêrîna wan nayê girtin ji ber wê jî pêdivî bi derketina ji rêxistinê dîtibû.
Henan da zanîn ku dema jinek li dezgayek fermî bê bicîhkirin û nêrîna wê di karê ku dike de nebe, li cihê wê rewşê bidomîne baştir xwe jê vekişîne.
Henan Eşrawî diyar kir ku Rêxistina Rizgariya Filistînê berê bêtir çalakbû, ji ber ku Rêxisitnek şoreşgerî ne siyasî bû û wiha domand: “Hemû dan û stendinên ku bi endam û serokê Filestînê Yasir Erefat yê çûye rehmetê bi dizî bû. İsraîl û hin welatên din ji vê rolê hez nedikirin. Ji ber vê yekê rêxistinê Rêveberiya Filistînê wekî şaxek saz kir da ku bikaribe piştgiriya Filistîniyan bike.”
Henan balkişand ser pejirandina deshilata Filistînê ji hêla Netewên Yekbûyî ve û bilêv kir ku hewildanên civaka navneteweyî jî ewbûn ku veghêz a di 1999'an de betal bike. Di kêmkirina rola rêxistinê de û veguerandina wê ji bo saziyek karûbar xwedan roleke mezin bû. Piştî wê demê, têkilî bi Filistîniyan re qut bû, pirsgirêka Filistînê tenê li Defa Xerbî û Xezayê bi Filistîniyan tenê hate sînordar kirin.
Henan Eşrawî got ku hemû pirsgirêkên li jorê rêzkirî, bû sedem ku ji serokê Filistînê Mehmûd Ebas daxwaz bike ku ji Rêxistina Rizgariya Filistînê derkeve. Daxwaznameya derketina ji kar a ku di 24'ê mijdara 2020'an dedabû hat betalkirin. Henan got ku di wan demên derbasbûyî de min hewil dida rewşê aram bihêlim û ji bo guhertinê hêviyên min hebûn. Lê dema min naskir ku biryarên siyasî tenê di destê serok de ye min xwe ji rêxistinê vekşand.
Henan Eşrawî bersiva pirsên nûçeghana ajansa me Ajansa Nûçeyan a Jinan (NUJINHA) da û got: "Di hilbijartinên Filistînê yên pêşerojê de ezê cîh bigirim lê ne ji bo xebatên siyasî, berovajî wê xebata xwe ya têkoşînê ya ji bo piştgiriya modelên derketî berdewam bikim da ku biçim navendên biryargirtinê. Têkoşîna hevpar a di navbera jin û mêran de wê bibe alîkar ku edaleta civakî bi rola xwe rabe û ji bo gelê Filistînê pêşerojek ronî ava bike."
Henan Eşrawî dibîne ku koçkirina Sekreterê Komîteya Birêvebir yê Rêxistina Rizgariya Filistînê, Danûstendarê sereke yê Filistînê Saib Erekat û îstifaya wê ji rêxistinê dibe ku bibe sedema baştirkirina rewşa siyasî bi riya ferzkirina hilbijartinan û bi dawîkirina dabeşkirina bîrdozî, îdyolojî, sazûmenî û erdinîgarî ya ji hêla destwerdanên biyanî ve hatî ferz kirin û sererastkirina serokatiyek nû ku dikare ji gelê Filistînê re xizmetê bike.
Henan Eşrawî hêvî dike ku di hilbijartinên pêşerojê yên Filistînê de hin kategoriyên gelê Filistînê neyên dûrxisitn û ji jinan re jî mafê ku temsîl bike û bibe xwedan namzet bi kêmî ve ji sedî 30, ku ji hêla qanûna Filistînê ve hatî pejirandin. Henan diyar kir ku ew ê pêwendîyên xwe yên navneteweyî, herêmî û helwesta xwe ya berê ya mîlîtanî bikar bîne da ku piştgirî bide modelên cidî û hêja di dema berbijarîya wê ji bo hilbijartinên pêşerojê ya Filistînê de.
Hêjayî gotinê ye ku Henan Eşrawî ji qonaxa zanîngehê dest bi xebatên milîtanî kiriye, bi riya derbasbûna hilbijartinên xwendekaran li zanîngeha Emerîkî ya Beyrûtê. Çalakiyên xwe yê milîtanî heya roja îro jî berdewam kiriye û di wan xebatan de gelek nasnav bidest xisitiye. Yek ji wan jî 'Parêzvana Demokrasiyê' di sala 1999'an de lê hatibû kirin û di eynî salê de hêjayî xelata '50'î jinên navdar' hat dîtin. Di sala 1996'an de jî xelata 'Jane Addams Rêberiya Femînîst a Navneteweyî' û 'Weqfa Pearl S. Buck ji bo jinan' girtiye.
Vegerîna projeya "Ciwanên ji bo Guhertinê" ya ku vê civînê organîze kir, proje armanc dike ku rêberên ciwanên Filistînî yên ji her du zayendan ava bike ku piştgiriya mafên wan dikin ji bo pêşxistina hevgirtina civakî, wekhevî, edaleta civakî û guhertina nîgariya qalibî ya ciwanên Filistînî di hin saziyên navneteweyî û xebatkarên wan de. Ew jî ji bo diyaloga civakî ya saxlem û hevgirtinek civakî di navbera pir polên cûrbecûr de bighêjînin hev tevî cûdahiyên wan.