Eyşe Efendî: Şerme yek ji Kobanê xizmeta dijmin bike

Hevseroka Meclîsa malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Eyşe Efendî êrîşên dewleta tirk yên li ser Kobanê nirxand û got: "Dewleta tirk dixweze sozên xwe yên ji bo DAIŞ û hevkarên xwe bi cih bîne. Lê ew lewazî û binketê dijî. Ji ber vê dixweze bi riya ajanan pilanên xwe pêk bîne. Ji lewra şerme ku hinek kesên ji Kobanê welat û gelê xwe bifroşin."

BERÇEM CÛDÎ
Kobanê- Dewleta tirk bi hemû rêbazan berê êrîşên xwe daye Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Di nava vê hefteyê de du caran bi balefirên bê mirov êrîşî Kobanê kir. Di encama êrîşan de du ciwanan û 3 şervanên QSD`ê jiyana xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn. Hêzên garantor û Koalisyona Navdewletî jî bê bertek ma. Li rex vê yekê dewleta tirk rojane gefan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe ku wê dest bi êrîşeke berferh bike. Hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan ya herêma Firatê Eyşe Efendî siyaseta dewleta tirk, bêdengiya hêzên garantor û êrîşên ku rû dan ji ajansa me re nirxand.
"Erdogan û AKP`ê li ber têkçûnê ne"
Ayşe Efendî di destpêkê de rewşa dewleta tirk ya hundir û derve nirxand û got: "Dema ku çeteyên DAIŞ`ê êrîşî Kobanê kirin, Erdogan digot Kobanê ket, wê bikeve. Lê Kobanê bi serket û çete têk çûn, ji ber vê dewleta tirk dixweze niha tola xwe hilîne û sozên ku dabûn DAIŞ`ê û hevkarên xwe yên ketina Kobanê bi cih bîne. Dewleta tirk ji bo guhertina nexşeya siyasî û ya erdîngarî êrîşên bi armanca qirkirinê pêk tîne. A niha dewleta tirk di tevaî pilanên xwe de binket, her wiha aloziyên siyasî, civakî û diblomasî jiyan dike. Me dît ku Erdogan 10 sefîrên welatên cuda ji Tirkiyê derxistin, ev yek jî lewazbûna Erdogan û AKP`ê diyar dike bi taybet jî bi nêzikbûna li darxistina hilbijartinên pêşwext."
"Hêzên biyanî li pey berjewendiyên xwe ne"
Ayşe Efendî di dema pirotestoyên gel yên li ber baregehên hêzên Rûsiya û Emerîka cihê xwe di nava şandeyan de digirt. Ji ber vê ew li hemû sozên herdû hêzan şahîd e. Ayşeyê di domandina axaftina xwe de behsa vê mijarê kir û got: "Hêzên Rûsiya yên garandor û Emerîka yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê helwest dimînin. Hêzên Emeerîka dibêjin têkiliya me bi Rojavayê Firatê tune ye lê em li Rojhilatê Firatê ne. Ew li gor berjewendiyên xwe yê siyasî û aborî tevger dikin. Her wiha hêzên Rûsiya ku em weke şande gelek caran çûn gel wan û me behsa gef û êrîşên dewleta tirk kir. Hêzên Rûsiya gelek soz dan ku wê êdî dewletat tirk êrîşên bi vî rengî neke. Ev hemû ji me tiştekî tenê teqez û eşkere dike, divê ku em baweriya xwe bi tu hêzên biyanî neynin û xwe bi wan nedan girêdan. Pişta me gel, Rêveberiya Xweser, şervan û pirojeya me ye. Çawa ku me xwe ji destpêka şoreşê ve parast emê ji îro û şûn de jî heman tiştî bikin. Ji xwe hîn şoreş li dar e, weke tê zanîn jî pêvajoya siyasî ji ya leşkerî dijwartir e."
"Şerme ku hinek kesên ji Kobanê ajantiyê bikin"
Ayşe yê dirêjî da axaftina xwe û bal kişand ser birêxstinkirina ajanên di Kobanê de: "Me ev gotin berê jî kiriye, lê pêwîste em careke din dubare bikin. Divê ku hemû gelê Kobanê xwe di ber çavan re derbas bike, pêwîste her kes bi taybet jî komîn û meclîs li hember malbat, heval û cîranên xwe hişyar be. Dewleta tirk bi pereyan wîjdan û nirxê mirovan dikirin û ji bo xwe bi kar tînin. Gelê Kobanê berxwedêr û qehremanin, ev yek jî di şerê Kobanê de hat îsbat kirin ku dengê wan gihîşt tevahî cîhanê. Ji ber vê şermeke gelek mezin e ku dewleta tirk ajan û sîxoran di Kobanê de ava bikin. Kobanê niha di şert û mercên gelek nazik û dijwar e derbas dibin, dema ku em gel dibînin xemgînî û hêrsa di çavên wan de diyar e. Em dibînin gel çiqas bi sivîlên ku di encama bombebarana dewleta tirk de bandor bûye. Ji lewera îro her kes li ber xwe dikeve."
“Emê heta serkeftinê têbikoşin"
Hevseroka Meclîsa Malbatên şehîdan ya herêma Firatê Ayşe Efendî di dawiya axaftina xwe de banga xwedî derketina li hebûna Kurd kir û got: "Divê ku îro her ferdekî vê civakê xwedî li xwe, civak, rêveberî, şehîd û rêber Apo derkeve. Em di roja îro de temenê azadiyê didin, hemû hêzên hegemon dixwezin Kurd qir bibin û nebin xwedî hebûn. Lê em dibêjin ku em Kurdên niha ne, em xwe rojane di hundir pirojeya Rêber Apo de nû dikin. Çawa ku me bi hêza Apocîyetê û bi komkirina pênc û deh leyerên sûrî ji nebûnê hebûn afirand û tevahî cîhan hejand, divê ev di asta vê berxwedaniyê û hevgirtinê de bin. Ez nabêjin kongreya netewî, min berê jî ev gotin kirbû. Heta ku îxanet hebe, wê kongreya netewî binkeve. Dijmin dixweze em nîvço bimînin, lê em tu carî nîvço namînin. Emê li pey sozên xwe yên ku min di bin termên zarokên xwe de dan bin. Ev 50 salin em li berxwe didin, pêwîst bike emê 50 salên din jî li berxwe bidin."