“Emê desturê nedin hejariya jinan”

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku her ku diçe xizanî zêde dibe û herî zêde bandor li ser jinan dike û got: “Em ê destûr nedin ku jin feqîr bibin û di nava hêjariyê de bimînin.”

Enqere - Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, parlamenterên HDP’ê Serpîl Kemalbay û Zuleyha Gulum têkildarî encamên hevdîtinên kampanya xwe “Ji feqîriya jinan re na” ên li Herêma Egeyê li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar xistin. 
“Polîtîkayên dijminantiya jinan heye”
Ayşe derbarê feqîrkirina jinan de axivî û destnîşan kir ku îqtidarê welat ji xwe re veguherandiye fersenda pandemiyê û yên nêzî îqtidarê dewlemend dibin û feqîr jî hêjartir dibin. Ayşe anî ziman ku xelk her ku diçe feqîrtir dibe û wiha got: “Herî zêde bandora feqîriyê ango xizaniyê li ser jinan dibe. Li aliyekî her ku diçe feqîrî zêde dibe, însan ji ber feqîrî û bêkariyê dawî li jiyana xwe tînin û li aliyekî jî her ku diçe îqtidar derdora xwe dewlemend dike. Em di rewşek wiha de ne ku îqtidar nas û dostên xwe bi rêyên sextekar derdixe derveyî welat. Li her qadê û li her deverê jin bi feqîriyê re rûbirû ne û bi heman pirsgirêkan re dimînin. Helbet di bingeha zîhniyeta vê feqîrkirinê de zîhniyeta serdestiya zilam heye û her wiha di bin vê pirsgirêkê de jî polîtîkayên dijminantiya jinan heye.” 
“Feqîrî ne qeder e”
Ayşe, destnîşan kir ku jin li her derê li dijî her cûre feqîrî û zextan û tundiyê li ber xwe didin û wiha axivî: “Em ê destûr nedin ku jin feqîr bibin û di nava hêjariyê de bimînin. Çimkî jin li her qadê hene. Me di navbera 13 û 15’ê nîsanê de li Egeyê bi jinan re hevdîtin pêk anî û me ji feqîriya jinan re got na û me ji bo jinan edalet daxwaz kir. Me bi jinên muzîkjen re hevdîtin pêk anî. Me bi kedkarên tekstîlan re hevdîtin pêk anî. Roman jî wek gelek netewên din li vî welatî wek welatî nayên qebûlkirin. Me bi jinên roman re jî hevdîtinan pêk anî û li pirsgirêkên wan guhdar kir. Em bi jinên ku mîdyeyan çê dikin û nan li tenûrê dixin re rûniştin û li wan guhdar kir. Me bi jinên ku li ser tableyan tiştan difiroşin û debara xwe pê dikin re rûbirû hevdîtin pêk anî. Gelek jinên kurd û sûriyeyî bi kêşeyên mezin re rûbirû ne û li cihên dixebitin jî bi mobîngan re rûbirû dimînin. Neheqî li wan tê kirin. 
Me soz da ku em ê li jinan xwedî derkevin. Feqîrî ne qeder e. Em bang li reydaran dikin ku ji bo feqîrî rabe dest bi hewldanan bikin. Divê mafê her jinekê were nasîn.”