“Emê bi hevgirtina jinan a mezin azadiyê mîsoger bikin”

Di kongreyê de Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan destnîşan kir ku wê HDP bibe navnîşana çareseriya pirsgirkan û got: “Têkoşîna me ji bo jinan jiyanek azad, ji bo gelan sîyasetek demokratîk û ji bo ciwanan siberojek bi hêvî ye. Me wek HDP di deklarasyona xwe de jî aşkere kir, ji bo çareseriya pirsgirêkên Tirkiyê em ê bibin navnîşana çareseriyê.”

Amed - 3'yemîn Kongreya Awarte ya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê bi dirûşma "Em ê bi hêza xwe ya rêxistinî tecrîdê bişkînin, demokrasiyê ava bikin" li Eywaneke Dewetê ya navçeya Peyasê berdewam dike. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan axivî û mijarên di rojevê de nirxand.
Pervîn  Buldan di destpêka axaftina xwe de silavên xwe ji girtiên sîyasî re şand û wiha got: “Di kongreye de hevalên ku bêne hilbibijartn pîroz dikim û serkeftinê ji wan dixwazim. Her wiha ji birêz Fîgen Yuksekdag , Selehattîn Demîrtaş, Gultan Kişanak, Sebahat Tuncal, Ayşe Gokkan , Leyla Guven û hemû hevalên me yên di zindanan de ne silav dikim. Bi polîtîkayên rehingirtinê dixwazin bi HDP’ê çogê bidin danînin û serî bidin tewandin. Lê wê tu carî HDP serî netewîne. HDP ne dikeve zindanan ne jî dikeve cihên din. Ji ber ku HDP deryayek mezin e. Gelê Amedê kevneşopiya têkoşîn û berxwedanê ye. HDP hêza xwe ji gelê Amedê digire. Li pişt HDP’ê hêvîya ji bo aştiyê û azadiya gelan heye.”
“Ji bo sîyaseta demokratîk biryardariyek xurt heye”
Pervîn Buldan destnîşan kir ku ew ji pêvajoyek dîrokî derbas dibin û diyar kir ku di vê pêvajoyê de ji bo sîyaseta demokratîk biryardariyek xurt heye û wiha berdewam kir: “Em ne tenê kongreyek li dar dixin. Di heman demê de îradeya xwe û têkoşîna xwe ya aştî û mafdariya doza xwe datînin holê. Îro kesên ku dixwazin HDP’ê bigirin bila li vê eywanê binerin û biryardariya vş gelî binêrin. Em di pêvajoyek dîrokî re derbas dibin. Ji aliyek din desthîlatdariyek yekperest û faşist heye. Lê bele ji aliyek din ve jî têkoşîna ji bo sîyasetek demokratîk heye. Ji bo sîyaseta demokratîk biryardariyek xurt heye û li pişt vê siyasetê ne tenê Gelê Kurd heye.”
“Têkoşîna me ji bo pêşerojek hevpar”
Pervîn Buldan diyar kir ku yên ku Tirkiyê ji wê kaosê rizgar bike HDP ye û wiha pêd çû: “Em ji wan gavek pêş de ne. Ji ber ku ew wextên xwe yên dawî dijîn. Yên ku me nas nakin, yên ku me dixin zindanan, yên ku me her roj qetîl dikin îro kêliyên xwe yên dawîn dijîn. Em wek Gelê Kurd ên ku di vê erdnîgariya Rojhîilata Navîn de ne wê tu kes nekaribe me ji vê erdnigariyê paqij bike. Têkoşîna me ji bo pêşerojek hevpar û wekhev e. Têkoşîna me ji bo jinan jiyanek azad,ji bo gelan sîyasetek demokratîk û ji bo ciwanan siberojek bi hêvî ye. Me wek HDP di deklarasyona xwe de jî aşkere kir, ji bo çareseriya pirsgirêkên Tirkiyê em ê bibin navnîşana çareseriyê. Ya ku Tirkiyê ji vê Kaosê xelas bike HDP û sîyaseta HDP’ê ye.”
Pervîn Buldan bal kişand ser zextên li dijî HDP’ê û wiha berdewam kir: “Tevî vê yekê jî desthilatdar êrîşî sîyaseta HDP’ê dike.  Em li eywanên dadgehan nayên darizandin, beravajî em wan didin darizandin. Ne di doza Kobanê de ne jî di doza girtina HDP’ê de wê tu carî bi ser nekevin. Wê tu carî nikaribin me biçewisînin. Em dizanin ku ew dijminên kurdan e, ew dijminên jinan e û ew dijminên sîaseta demokratîk in. Ew doz dozên tolhildanê ya sîyasî ye. Çawa ku di dadgehên îstîklalê de encam negirtin û têk çûn wê niha jî li dadgehan AKP û MHP têk biçin.”