“Em ê li hemberî hemû êrîşan li berxwe bidin”

Endama Koordînasyona Meclisa Îştar a wargeha Penaberan a Mexmûrê Cîhan Kaplan destnîşan kir ku dewleta tirk dixwaze bi êrîşan îradeya gelê Kurd bişkîne lê belê ev gel wê bi berxwedana xwe careke din hewldanên dewleta tirk vala derbixe.

RÛJEVÎN RÛBA

Mexmûr- Li wargeha penaberan a Mexmûrê ku di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de ye ji 12 hezaran zêdetir welatiyên ji bakurê Kurdistanê ku di sala 1994’an de ji ber zulm û zordariya dewleta Tirk neçar mane koçberî Başûrê Kurdistanê bibin, dijîn. Li ser Wargeha penaberan a Mexmûrê li gel êrîşên dewleta Tirk ên heyî ev sê sal zêdetire rêgiriyek ji aliyê PDK’ê ve tê meşandin. Ji sala 2017’an heta niha dewleta tirk bi balafirên xwe yên bi çek û bê mirov 12 caran êrîşî wargeha penaberan a Mexmûrê ku di bi sîwana Neteweyên Yekbûyî de ye kiriye. Herî dawî dewleta Tirk bi balafirên bi çek û bê mirov di roja duşema 29’ê Tebaxê de maleke welatiyên wargeha penaberên Mexmûrê bombebaran kir. Di encama vê êrîşa dewleta tirk de  welatiyê bi navê Ebûzêd Abdulla Ubeyd ê bavê 6 zarokan şehîd bû. Der barê êrîşên li ser sivîlên penaberên wargeha Mexmûrê de heta niha Neteweyên Yekbûyî tu daxuyaniyek nedaye û hikumeta Iraqê û ya herêma Kurdistanê jî li hemberî êrîşên li ser gelê Mexmûrê bêdeng in.

Der barê êrîşên dewleta tirk ên li ser wargeha penaberan a Mexmûrê de endama Koordînasyona Meclisa Îştar Cîhan Kaplan ji ajansa me re axivî.

“Dewleta tirk dixwaze gelê Kurd tune bike”

Endama Koordînasyona Meclisa Îştar, Cîhan Kaplan diyar kir ku armanca dewleta tirk tunekirina Kurdan e û wiha got: “Em waregeheke penaberên siyasî ne, me tu caran li hemberî dijmin serî netewandiye. Ev êrîşên ku li ser Mexmûrê û gelê me tên kirin hemû êrîşên navneteweyî û yên NATO’yê ne. Dewleta Tirk hêza xwe ji Amerîka, Rûsya û Îranê digre û ji ber wê her dem êrîşî me dike. Gelê Kurd niha bi berxwedanek dîrokî li ber xwe dide, dewleta tirk rojane kesên Kurd li Bakur, Rojava, Başûr qetil dikin. Ev kes, kesên berxwedêr, welatparêz û xwe fedayî doza gelê Kurd kirine. Dewleta tirk dixwaze gelê Kurd tune bike û Kurdistanê ji holê rake, Kurdistan Kurdistanek zîv û zêrîn e bi ax, av, daristan û bi xwezaya xwe cihê mirovahiyê ye, ev şerê ku li ser xaka Kurdistanê tê kirin, li ser hebûn, xweza û berhemên ku tê de jiyane tê kirin. Di sedsala 20’an de Kurdistan kirin çar parçe niha dixwazin van her çar parçeyan tune bikin û ji bo vê jî mirovên Kurd qetil dikin. Gelê Kurd tu caran tune nabe ji ber berxwedana xwe ji fikir û felsefeya Rêber Apo girtiye.”

“Em ê her dem lîstikên dewleta tirk vala derbixin”

Cîhan Kaplan bi bîr xist ku dewleta tirk bi hevkariya PDK’ê dixwaze Mexmûrê vala bike û bê îrade bihêle, wiha domand: “Dewleta tirk bi hevkariya PDK’ê dixwaze gelê Mexmûrê bê îrade bihêle û tune bike û Mexmûrê vala bike. Li hemberî hemû van kiryaran helwesta me diyar e, em ê berxwedana xwe berdewam bikin û tu carî dest ji doza xwe bernadin. Êrîş li ser me zêde bûne ji ber 28 salan tu penaberan li ber xwe nedan lê belê vê wargehê ev 28 sal in li ber xwe dide û dewleta tirk û hevkarên xwe wê nikaribin vê wergehê bê îrade bihêlin û ev 28 sal in gelê Mexmûrê lîstikên dewleta tirk vala derdixe û wê her vala der bixe. Me însanên xwe yên hêja û giranbiha şehîd dane, ne mumkun e em dest ji doza wan berdin. Bi van êrîşan dewleta tirk dixwaze îradeya me bişkîne, fikrên me tune bike lê belê heta niha çi plan û proje li ser wargeha Mexmûr hatine danîn, me hemû vala derxistine û em ê ji niha û şûnde jî van planan vala derbixin.”

“Em ê heta serkeftinê berxwedaniyê bikin”

Endama koordînasyona Meclisa Îştar da zanîn ku helwesta wan a li beramberî êrîşan diyar e û wiha got: “Ev du sal in dixwazin dora wargehê têl bikin û dorpêç bikin û me bixin zindana servekirî, me heta niha gav paşve navêtiye û em paşve navêjin. Niha li Mexmûr jin pîr, kal, zarok li himberî sîstema dagirker rawestiyane û li ber xwe didin, ev gel wê li hemberî vî dijminî raweste, gel bûye parçeyek vê axê û yê şehîdan. Niha em di dorpêçek de ne derketina me ya hemû cihan qedexe bûye bajarê herî nêzî me Hewlêr ev çar sal in dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê rê li me girtiye, gelê me nikare here bajarên Başûrê Kurdistanê pêwîstiyên xwe yên rojane pêk bîne. Heta niha em rastî gelek astengiyan hatine lê belê me tu caran gav şûnde navêtiye û me berxwedaniya xwe hîn zêdetir xurt kiriye, helwesta me ya li hemberî van êrîşan diyar e û em ê her dem li dijî van hemû êrîşan rawestin.”

Êrîşên dewleta Tirk ên heta niha li ser wargehê çêbûn:

Di 6’ê Kanûna 2017’an de balafirên şer ên artêşa Tirk Wargeha Mexmûrê bombebaran kirin û di êrîşê de 5 endamên Hêzên Parastina Cewherî yên bi navê Bager Boran, Botan Amed, Çekdar Mawa, Dewran Mardîn û Baz Dijwar şehîd bibûn.

Di 13’ê Kanûna 2018’an de balafirên şer ên Tirk penaberên Mexmûrê bombebaran kirin û kesên bi navê Asya Elî Mihemed a 73 salî, keça wê Narinç Ferhan Qasim a 26 salî, neviya wê ya 14 salî Evîn Kawa Mehmûd û Eylem Mihemed Emer a 23 salî şehîd bibûn.

Di pêvajoya ambargo û rêgiriyê de êrişên li ser wargehê çêbûne:

Roja 18’ê Tîrmeha 2019’an careke din balafirên Tirk wargehê bombebaran kir û di encamê de du şêniyên wargehê birîndar bûn.

Roja 15’ê Nîsana 2020’an jî balafirên bê mirov û bi çek a dewleta Tirk şêniyên wargehê bombebaran kirin û di encamê de sê jinên ciwan ên wargehê şehîd bûn.

Di 15’ê Hezîrana 2020’an de jî balafirên artêşa Tirk derdora wargeha Mexmûrê û Çiyayê Qereçox bi dijwarî bombebaran kirin. Lê tu ziyanek can çênebû.

Di 5’ê Gulana 2021’ê de dewleta Tirk bi dronan êrîşî wargeha Mexmûrê kir.

Di 5’ê Hezîrana 2021’ê de balafira keşfê ya bi çek a dewleta Tirk bombe li wargehê barand lê tu ziyanên can çênebûn. Cihê ku êrîş lê pêk hat ber deriyê parka Şehîd Aryen bû. Yanî nîvê wargehê û derdora parkê dibistanên wargehê hene.

Di 3’ê Îlona 2021’ê de dewleta Tirk a dagirker bi dronan navenda wargeha Mexmûrê bombebaran kir, dayikek û zarokek birîndar bûn.

Di 1’ê Sibata 2022’an de careke din balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker Wargeha Mexmûrê bombebaran kirin. Di bombebaranê de Hêzên Parastina Cewherî yên Mexmûrê hatin hedefgirtin. Di encama êrîşê de 2 endamên Hêzên Parastina Cewherî şehîd bûn, bi dehan şêniyên ku bi hewara xizmên xwe ve diçûn jî birîndar bûn.

Di 21’ê Gulana 2022’an de balefira bi çek û bê mirov a dewleta Tirk a dagirker wesayîdek li wargeha Mexmûrê bombebaran kir. Di encamê de şivanê bi navê Hacî Mîrza Elî yê ku diçû bexçeyê xwe şehîd bû.

Di 5’ê Tîrmeha 2022’an de di dema şandeya fermandarê Giştî yê Artêşa Iraqê, Fermandarê Operasyonên Hevbeş, Feramandarê Hêzên Hevbeş û gelek fermandarên bi rutbeyên cuda serdana Mexmûrê kirin de balafira bi çek û bê mirov a dewleta Tirk li wargeha Mexmûr malek kir hedef. Di encamê de jinek birîndar bû û gelek kes ji bombabaranê bi bandor bûn.

Herî dawî di roja duşema 29’ê Tebaxa 2022’an de dewleta tirk bi balafira bi çek û bê mirov maleke welatiyên wargeha penaberên Mexmûrê bombebaran kir. Di encama vê êrîşa dewleta tirk de  welatiyê bi navê Ebûzêd Abdulla Ubeydê bavê 6 zarokan şehîd bû. Der barê êrîşên li ser sivîlên penaberên wargeha Mexmûrê de heta niha Neteweyên Yekbûyî tu daxuyanî nedaye û hikumeta Iraqê û ya herêma Kurdistanê li hemberî êrîşên li ser gelê Mexmûrê bêdeng in.