"Em bi rihê 1`ê Mijdarê li dijî dagirkeriya dewelta tirk li berxwe bidin"

Berxwedaniya 134 rojan ku li dijî terora çeteyên DAIŞ`ê dewam kir, bû bingeha tunekirina DAIŞ û parastina tevahî cîhanê. 1`ê Mijdarê jî, roja ku berxwedaniya Kobanê di cîhanê de hat nasîn û xwedîderketinek cîhanî çêbû. Endama Meclîsa PYD`ê Almaz Romî bi wesîleya vê rojê banga berxwedaniya li dijî dagirkeriya dewleta tirk kir.

BERÇEM CÛDÎ
Kobanê- Çeteyên DAIŞ`ê li ser daxwaza dewleta tirk di 15`ê Îlona 2014`an de ji sê aliyan ve êrîşî Kobanê kirin. Çeteyên bi çekên herî giran êrîş kirin, şervanên YPJ/YPG`ê û beşek ji gel bi derfetên kêm bersiv didan. Asta berxwedaniya ku li kolanên Kobanê hat nîşan dan, bandoreke mezin li ser tevahî cîhanê çêkir. Ji lewra ji 93 welatên parzemîna Emerîka, Asya û Ewropa yê gel herikîn qadan û piştgiriya xwe bi Kobanê re nîşan dan. Li ser vê bingehê Roja Kobanê ya cîhanî di 1`ê Mijdara 2014`an de hat raghandin ku bi hezaran kes li kolanên sereke, balefirxane, paytext û hwd meşiyan. Piştî berxwedaniya ku 134 rojan dewam kir, Kobanê di 26`ê Çileya 2015`an de rizgar bû. Bi wesîleya Roja Kobanê ya Cîhanî endama meclîsa Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya herêma Firatê Almaz Romî ji ajansa me re axivî.  
"Kobanê bi berxwedanê gihîşt qada cîhanî"
Almazê di destpêka axaftina xwe de şerê ku li Kobanê rû da nirxand û got: "Çeteyên DAIŞ`ê êrîşeke mezin bi hevkariya dewelta tirk anî ser Kobanê. Di meha Cotmeh û Mijdarê de jî şer û pevçûnên giran rû didan. Di wê demê de xeteriya terora DAIŞ`ê li ser tevahî cîhanê hebû. Me dît ku ji çar perçeyên Kurdistanê piştgirî û xwedî derketin li Kobanê çêbû. Berxwedaniya Kobanê  jî wiha biserket, bi saya şervanên YPJ`ê, QSD`ê û hevgirtina gelê Kurd gihîşt lutkeyê. Ev berxwedanî li tevahî cîhanê deng veda. Cîhan hemû di metirsiya êrîşên DAIŞ`ê de bû, lê li bajarekî biçûk destanên qehremaniyê hatin nivîsandin. Ji ber vê gelek welatan piştgiriya Kobanê kirin û di 1`ê Mijdarê de rabûn ser piyan û wiha yekê Mijdarê bû Roja Kobanê ya Cîhanî."
"Dewleta tirk dixweze tola binketa xwe hilîne"
Almazê di domandina axaftina xwe de bal kişand ser êrîş û gefên dewelta tirk û got: "Dewleta tirk piştî serkeftina Kobanê rojane gefên êrîşeke nû dixwe da ku pergala Rêveberiya Xweser têk bibe. Her wiha armanca dewleta tirk ya sereke ewe ku tola çeteyên xwe ji Kobanê hilîne û ew pilanên nîvçe mayî bidomîne. Her wisa dewelta tirk dixweze bi rêbazên şerê taybet û bi kar anîna balefirên bê mirov gel dûrî Rêveberiya Xweser bibe. Ew hewil dide hêrsa xwe ya ji şervanên vê xakê wiha bi kar bîne. Lê gelê vê herêmê ne yên beriya şoreşa 19`ê Tîrmehê ne, ji ber vê baweriya me bi civaka me heye. Mixabin hinek kesên xayîn û xwefiroş xizmeta dijmin dikin, em vê yekê qebûl nakin û emê çareser bikin. Heger mirov Kobanê bigre dest, ev ax bi xwîna cangoriyên azadiyê hatiye rizgarkirin. Ji lewra divê tu kes cesaret neke ku îxanetê bi axa xwe re bike. Berovajî divê ku mirov xeyal û daxwazên şehîdên xwe pêk bîne."
"Emê destkeftî, pergal û şoreşa xwe biparêzin"
Endama meclîsa PYD`ê Almaz Romî axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Metirsiya dewleta tirk ji pergala Rêveberiya Xweser e, ew baş dizanin ku çareseriya tevahî pirsgirêkên Rojhilata Navîn û cîhanê bi pirojeya me pêkan e. Li ser vê bingehê pirojeya me mezintir û berferhtir dibê ye û wê bibe kilîta çareseriya Sûriyê û Rojhilata Navîn. Dewleta tirk netehmûlkirina xwe li hember van destkeftiyan heye. Li ser vê bingehê em jî bi vê munasebetê banga gelê xwe dikin ku xwedî li pergala xwe derkevin da ku em pilan û êrîşên dewleta tirk vala derxin.  Her wiha banga me li tevahî welatên azadîxwaz heye ku em tevahî rojên xwe bikin 1`ê Mijdarê."