Ebru Gunay: Serhildana we serhildana me ye

Berdevka HDP’ê Ebru Gunay diyar kir ku Jîna Mahsa Amînî ku li Îranê hat qetilkirin, bûye sembola berxwedana gelên Îranê û bal kişand ser girîngiya têkoşînê.

Enqere - Berdevka HDP’ê Ebru Gunay li navenda giştî ya partiyê daxuyaniyek da û rojeva Tirkiy û cîhanê nirxand.

Ebru Gunay, di serî de bal kişand ser doza Apê Mûsa (Mûsa Anter) ku li 6’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê dihat dîtin û ketibû ber demboriyê. Ebrû Gunay, bertek nîşanî biryarê da û wiha got: “Mîna hemû dozên komkujiyan, biryara der heqê Doza Mûsa Anter de jî me qet şaş nekir. Bi hinceta demboriyê dosya girtin. Cînayeteke ku dewlet nikare ronî bike tune ye, cînayetên ku dewlet ronî nake hene. Lewma jî desthilatdariya AKP’ê şirîkê vî sûcî ye, şirîkê faîlan e ku wan diparêze. Em ê xwedî li mîrasê Apê Mûsa derkevin, nehêlin ku ev dosya bê girtin û heta kujerên wî tên darizandin em ê bişopînin.” 

Ew por li Rojhilata Navîn dê bibe alaya gel û jinên azad!”

Ebru Gunay bal kişand ser çalakiyên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ji bo şermezarkirina qetilkirina Jîna Mahsa Amînî tên lidarxistin û wiha got: “Rejîma Îranê bi salan e ji bo domandina desthilatdariya xwe, li hemberî hemû muxalefetê, bi taybetî jî li ser jinan û Kurdan polîtîkayên dijwar û hovane dimeşîne. Di heman demê de qetilkirina Jîna Mahsa Amînî ji hêlekê ve hovîtiya rejîmê careke din nîşan da û ji hêla din ve jî bû sedema berxwedaneke dîrokî. Ev pêla berxwedanê ya ku bi taybetî li bajarên Rojhilatê Kurdistanê belav bû, roj bi roj berfirehtir dibe û her ku diçe digihîje asteke bilindtir. Serhildana gelê Kurd û jinên Kurd hêviya mirovahiyê mezin dike. Li hemberî vê berxwedana dîrokî hêzên rejîmê bi awayekî hovanê êrîşê  çalakvanan dikin û heta niha 8 kes qetil kirine û gelek kes birîndar kirine.” 

“Em rêheval û neviyên Qasimlo û Qadî Mihemed in”

Ebru Gunay, destnîşan kir ku partiya wan heta dawiyê piştgiriyê dide têkoşîna maf û azadiyê ya jinan û wiha pê de çû: “Em heta dawiyê rêheval û neviyên Qasimlo û Qazî Mihemed in; ên ku îro li kolanên Rojhilat ji bo azadî û jiyana bi rûmet li ber xwe didin. Di serî de em jinên Kurd, hemû jinên cîhanê parêzvanên porê Jîna Amînî ne. Ew por li Rojhilata Navîn wê bibe alaya gel û jinên azad! Em berxwedan û raperîna di pêşengiya jinan de îro li xaka Rojhilat mezin dibe silav dikin û li gel wan dibêjin; jin jiyan û azadî! Jin, jiyan, azadî êdî dirûşma azadiya sedsala 21’ê ye ji bo hemû cîhanê. Em piştgiriyê didin serhildana jinan a ji Îran, Tehran û Rojhilat bilind dibe û em dibêjin 'serhildana we serhildana me ye.”

7 roj û 24 saetan behsa partiya me dikin”

Berdevka HDP’ê Ebru Gunay destnîşan kir ku ew guh nadin kampanyayên qirêj ên der heqê wan de tên kirin, li senaryoyên ku li ser bazarê tên kirin û ev nirxandin kir: “Partiya me li ser riya rast e, yekane navnîşana ku siyaset û çareseriyê hildiberîne ye. Ya rastî partiya me ne tenê di rojeva gelê me de ye. Ji aliyekê ve yên ku qaşo me îhmal dikin û guh nadin me, 7 roj û 24 saetan behsa partiya me dikin. Yekane rojeva hikûmetê ya daîmî HDP ye. Yên ku nikarin siyasetê bikin, hewl didin bi dijberiya HDP’ê hebûna xwe bidomînin û ji siyaseta li dijî HDP’ê sûd bigrin.”

“Yekitiya wan a têkoşînê ye û bêguman wê ev têkoşîn bi ser bikeve”

Ebru Gunay di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Desthilatdariya ku hemû cureyên zilmê li gelên Tirkiyeyê dike û derdorên bi navê muxalîf ên ku bi navendên tarî yên salên 90’î re xebitîn, ger difikirin ku bi van nîqaşan dikarin civakê bixapînin, gelek şaş in. Gelê me 40 sal in dersa pêwîst daye van hemûyan û dê di pêşerojê de jî bide. Partiya me dê xewa van hemû beşan birevîne. Binêrin, kesek bi navê 'muxalîf' dibe xwînerê hikûmetê, dijberên rastî yên vî welatî li kolanan berxwedana xwe didomînin. Dijberên rastî yên vî welatî her roj rastî êrîşên hikûmetê tên. Duh jî Dayikên Şemiyê ku bi dehan salan li aqûbeta zarokên xwe dipirsîn, li korîdorên edliyeyê hatin darizandin, kesên ku xwestin piştgiriyê bidin wan rastî êrîşa polîsan hatin. Dayikên Aştiyê ku aştiya bi rûmet dixwazin her roj rastî êrîşan tên. Emîne Şenyaşar jî her roj rastî êrîşan tê. Yên ku xwezaya xwe diparêzin, yên ku heta Cûdî meşiyan rastî êrîşan hatin. Muxalefeta rast ew e ku li dijî faşîzmê li kolanan li ber xwe dide, yekitiya wan a têkoşînê ye û bêguman wê ev têkoşîn bi ser bikeve.

“Tevli rêwîtiya azadiyê bibin”

Ev hevpariya têkoşînê niha bi îradeyeke hevpar ber bi pêşerojê ve diçe. Li gorî pêwîstî û daxwazên gelê xwe em hem têkoşînê berfireh dikin hem jî hevkariyên nû yên têkoşînê bi pêş dixin. Di 24'ê îlonê roja şemiyê de Tifaqa Ked û Azadiyê ku partiya me jî endamê wê ye, li Stenbolê bi şahiyek girseyî dest bi rê dike. Em ê li Stenbolê bi hezaran kesî bibînin. Em bi hûrgulî û giran dixebitin. Em ê bi kesên berxwedêr, kedkar, yên ji bo aştî û azadiyê têdikoşin re hevdîtinê bikin. Em li bendê ne ku bi hezaran kes beşdarî civînê bibin, amadekariyên tifaqê bi dawî bûne. Di civînê de em ê deklerasyona xwe, nexşeriya tifaqê jî di nav de biweşînin. Em ê bi kesên ku li dijî talankirina xwezayê, nefret û kuştina jinan têdikoşin re bin. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku beşdarî vê civîna dîrokî ya li Navenda Kongre ya Halîçê bibin û tevlî vê rêwîtiya azadiyê bibin."