Ebru Gunay: Li dijî şer û tecrîdê em ê 1'ê Îlonê li qadan bin
Berdevka HDP’ê Ebru Gunay ku li ser rojava siyasî nirxandinan kir, diyar kir ku Li dijî şer û tecrîdê di 1'ê Îlonê de li qadan bin û banga tevlîbûna çalakiyan kir.
Amed - Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay di civîna çapemeniyê ya li Navenda Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) de geşedanên di rojevê de nirxand. Ebru Gunay kesên di qezayên Dîlok û Dêrikê jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û wiha got: “Li hember van qezayan dikarin tedbîrên hêsan bihata girtin. Di her du qezayan de jî sedema sereke ya karesatê ew bû ku piştî qezaya ewil tedbîr nehatin girtin. Li Dêrikê tam 20 deqîqe ferqa demê heye. Desthilatdariya ku di hemû çalakiyên demokratîk de rêyan digrin, her derê dorpêç dikin û nahêlin çivîk bifirin û ji bo ku di qezayekê de karesatên mezintir çênebin, pêwîst nake ku rê jî bigre.”
Ebru Gunay di berdewamiya axaftina xwe wiha got:
“Ger piştî qezaya ewil rê li trafîkê bihata girtin, qezaya duyemîn çênedibû. Dîsa ji ber çavbirçîtiya alîgiran a qezençkirinê, qamyonên ku tonajê wan serbixwe nayên kontrolkirin. Her kes baş dizane ku di kamyonan de gubreya fosfatê ya Cengîz Holdîng a ku ji Fabrîkeya Etî Bakir kirî hildigirin. Li her derê cîhanê madeyeke şewat û maddeyên şewat û xeternak nahêlin li bajêr derbas bibin. Tedbîrên pêwîst tên girtin. Tevî daxwazên gelê Dêrikê jî tedbîrên pêwîst nehatin girtin. Derdê hikûmeta AKP'ê ewlehiya gel e, xizanî ye, ne tenduristiya gel e. Derdê wî parastina alîgirên xwe, ewlekariya alîgirên wî ye. Sedema qezayê Cengîz Holdîng e û hikûmeta AKP’ê ye.
“Muxatab girtina Esad tê wê wateyê ku Qesr û çeteyên wê di şerê li Sûriyeyê de têk çûne"
Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got, "Êrîş dewam dikin. Em rewşa li Sûriyeyê ji nêz ve dişopînin. Desthilatdariya ku ji sala 2011'an û pê ve bi rengekî bênavber şreê li Sûriyeyê xwedî kir û mezin kir, niha qala diyalog û hevdîtina bi Esad re dike. Bêguman em weke partî alîgirê çareseriya pirsgirêkan a bi diyalog û danûstandinane. Lê belê em zanin ku armanca rastî ya desthilatdariyê danûstandin û diyalog nîne. Hincetên vê pêşniyara diyalogê li aliyekî, di asta heyî de jinûve muxatabgirtina Esad tê wê wateyê ku Qesr û çeteyên wê di şerê li Sûriyeyê de têk çûne."
Rejîma Qesrê ji vê hilweşîna ku bandoreke mezin li Rojhilata Navîn kiriye ders wernegirtiye. Li ser bingeha bêyî Kurdan a diyaloga bi Esad re di polîtîkaya neçareseriyê de israr dike. Rejîma Qesrê tasfiyekirina Kurdan ku nekarî bi destê DAÎŞ'ê bike û piştre bi xwe kete nava xaka Sûriyeyê û xwest bike, vê carê jî di navê diyalog û danûstandina bi rejîma Esad re bi hevkariya bi rejîma Esad an jî radestkirina li Esad hewl dide bike. Li rê û rêbazên vê yekê digre.
“Armanca Tirkiyeyê bê statu hiştina Kurdan e”
Tirkiye têkildarî Sûriyeyê xwedî perspektîfeke çareseriyê nîne. Tenê armanceke xwe heye; dijberiyê li Kurdan dike û dixwaze Kurdan bêstatu bihêle. Mijara ku ji bo vekişandina hêzên xwe ji herêmên dagirkirî, desteserkirina mafê Kurdan weke şert destnîşan dike. Ev yek jî siyaseta çareseriyê nîne, polîtîkaya bazarî û şantajê ye. Beriya her tijî ji bo rejîmê, Tirkiye welateke ku li gelek herêmên Sûriyeyê hêza xwe ya dagirkeriyê lê ye. Li gorî rejîma Sûriyeyê hemû komên çekdar ên Tirkiye piştgiriya wan dike, terorîst in. Siyaseta bingehîn a Tirkiyeyê bêaramîkirina Sûriye û Rojava ye, amadekirina bingeha ji êrîşên nû û dagirkeriyê re û plan û çalakiyên xwe hemû jî ji bo vê yekê ne. Siyaseta herî rast ew e ku çareseriya li Sûriyeyê ji gelên Sûriyeyê re bê hiştin.
“Divê Tirkiye ji xaka Sûriyeyê derkeve”
Tirkiye ger xwe ber bi vê pozîsyonê ve bikişîne, wê hingî xizmetê ji çareseriyê re bike. Bi bazarî, şantaj û dijminatiya li Kurdan siyaseta çareseriyê nabe. Ger derdekî Tirkiyeyê yê çareserî û aştiya li Sûriyeyê hebe, yekane tişta ku divê bike ew e ku ji xaka Sûriyeyê derkeve, bes piştgiriyê bide komên çete yên ku piştgiriya wan dike."
Banga ji bo 1’ê Îlonê
Em ê dê li qadan bi gelê xwe re têkoşîna xwe dewam bikin û li ber polîtîkayên şer rabin. Li dijî şer û tecrîdê di 1'ê Îlonê de em ê li qadan bin. Em bang li her kesî dikin ku bi rengekî xurt tevlî çalakiyên 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bibin ku wê bi dirûşma 'Şer dide windakirin, aştî dide qezençkirin' bêne lidarxistin. Di 1'ê Îlonê de li Wanê bi beşdariya hevseroka me ya giştî Pervîn Bûldan û li Şirnexê bi beşdariya hevserokê me yê giştî Mîthat Sancar mîtîngan lidar bixin. Li her derê em ê tevî hêzên ked û demokrasiyê li qadan bin. Em ê li dijî şer dengê xwe bilind bikin. Ji ber ku şer dide winda kirin, aştî dide qezençkirin.”