Ebru Gunay: Girtiyên nexweş berdin

Berdevka HDP'ê Ebru Gunay gelek mijarên di rojevê de nirxand û ji bo kesên ku li girtîgehan jiyana xwe ji dest dane bang li Wezareta Edaletê kir û got “Dawî li pêkanînên ku girtîgehan vediguherînin cihên mirinê bînin û dev ji hiqûqa dijminatiyê berdin. Aysel Tugluk û hemû girtiyên nexweş tehliye bikin."

Enqere – Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay li Navenda Giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Ebru Gunay anî ser ziman ku li Girtîgeha Şakranê Abdulrezak Suyur ê girtiyê nexweş, li Girtîgeha Amedê jî girtiyê nexweş ê giran Halîl Guneş jiyana xwe ji dest dane û got  “Mafên wan ên dermankirin û tendûristiyê hatin astengkirin. Ew terkî mirinê hatin kirin. Halîl Guneş 29 sal in di girtîgehê de bû û bi tena serê xwe terkî mirinê hatibû kirin. Tedawiya penceşêra hestiyan didît. Di serî de Ulucanlar li gelek girtîgehan ma. Lê belê Wezareta Dadê ya vî welatî mirin lê ferz kir û lê zilm û îşkence kir."
Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay der barê geşedanên rojevê de li navenda giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. 
"Ya li girtiyên nexweş dikin, zilm û îşkence ne"
Ebru Gunay bi gotina “girtîgehên li welatekî eynika demokrasiya wî welatî ne’ dest bi axaftinê kir û wiha got: "Di nava 48 saetên dawî de 3 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan. Mixabin girtîgehên Tirkiyeyê veguherîne cihê mirinê. Tenê di hefteya dawî de du girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan. Halîl Guneş li Girtîgeha Amedê, Abdulrezzak Suyur li Girtîgeha Şakranê jiyana xwe ji dest dan û tabûtên wan teslîmî malbatê hatin kirin. Mafên wan ên tedawî û tendirustiyê hatin astengkirin. Ew terkî mirinê hatin kirin. Halîl Gueş 29 sal in di girtîgehê de bû û bi tena serê xwe terkî mirinê hat kirin. Tedawiya penceşêra hestiyan didît. Di serî de Ulucanlar li gelek girtîgehan ma. Lê belê Wezareta Dadê ya vî welatî mirin lê ferz kir û lê zilm û îşkence kir."
"Dema mijar Kurd bin ATK raporên cinayetê amade dike"
Ebru Gunay bal kişand ser mirina bi guman a Garîbe Gezer a ku îşkence û tecawiz lê hatibû kirin û hatibû îdiakirin xwe kuştiye û wiha pê de çû: "Garîbeyê bi nameyên xwe xwest dengê xwe bide bihîstin lê belê Wezareta Dadê li hemberî wê ker û lal ma. Gotin întihar e û mora xwe li bin cînayetek xistin. Dema mijar Kurd bin ATK raporên cînayetê amade dike. Ev nîşaneya berbiçav e ku dema mijar bibe Kurd û muxalif, hiqûqa dijminatiyê dikeve dewrê. Em vê yekê qebûl nakin. Dev ji hiqûqa dijminatiyê berdin. Dev ji pêkanînên ku girtîgehan vediguherînin cihên mirinê berdin û dev ji hiqûqa dijminatiyê berdin. Aysel Tugluk û hemû girtiyên nexweş tehliye bikin."
"Rewşa welat li ber çavan e"
Ebru Gunay wiha berdewam kir: “Hevdîtinên budçeyê didomin. Îro dolar 15 TL derbas kir. Rewşa welat li ber çavan e. Divê em bipirsin zêdebûna dolar kê dewlemend dike? Bi zêdebûna dolar kedkar û gel xizan dibe. Lîreyê tirk vediguherînin pûlê û kesên ku îqtîdar piştgiriyê dide wan dewlemend dibin. Dema ku hevdîtinên budçeyê dest pê kirin me got ne budçeya şer a gel. Me ji qesrê re got ne ji şer ji gel re budçeyê veqetîne. Me ev hem li komîsyona jêrîn hem jî li ya jorîn anî ziman. Di vê pergalê de krîzeke siyasî heye. Gel li dijî krîza aboriyê li kuçeyan got em nikarin debara xwe bikin. Me bi gel re têkoşîna xwe meşand. Em ê têkoşîna xwe ya li dijî vê pergala faşîzan jî bidomînin.
"Em destûrê nadin ku daraz bibe darê destên îqtîdarê"
Partiya me partiyeke ku muxalefeta herî mezin li dijî hikûmetê dike ye. Em dizanin ku dema hikûmet ji aliyê siyasî ve muxalefetê ji holê nikare rake darazê wekî dar bi kar tîne. Mexdûrê vê yê herî mezin partiya me ye. Di dema ku muzakereyên butçeyê berdewam dikirin de, Doza Komploya Kobanê jî li Sîncanê dihat dîtin. Guhertina serok û endamên dadgehê nîşaneya destwerdana eşkere ya hikûmetê ya li darazê ye. Danişînên li dijî nerazîbûna hevalên me yên ji ber demek maqûl nedan hevalên me  pêk hatin. Serdemeke darizandinê ya bi hîle û komployan, nedayîna dema maqûl nîşaneya tirsa wan e. Ji ber ku hevalên me derewên wan li salonê li rûyê wan dibêjin. Ne HDP û ne jî dostên wê destûrê nadin ku daraz bibe darê destên îqtîdarê.
"Wê çalakiyên me bidomin"
Hevalên me û hevalên me yên parêzer der barê dosyaya girtina partiya me de parastina me ya destpêkê amade kirin û pêşkêşî Dadgeha Destûra Bingehîn kirin. Tenê parastina pêşîn wekî dersa di fakulteyên hiqûqê de tê fêrkirin. Ji ber ku em dizanin ew îdianame di kîjan odeyên tarî de hatiye amadekirin. Vê hawêra darazê muxalefet veguherand amûrek jiholêrakirinê. Doza girtinê mînaka vê ya herî zelal bû. Em ê doza girtinê jî têk bibin, mil bi mil bi gelê xwe re li kolanan têbikoşin û bi têkoşîna bi hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê re em ê vê yekê pêk bînin, ji ber ku ev jî êrîşa li dijî demokrasiyê ye. Di kongreya me ya Stenbolê de ew wêneyê bi coş bersiva herî mezin a li hemberî van êrîşan bû, bersiva herî mezin bû ji bo kesên ku digotin êdî taqeta wan nemaye. Komîteyên me yên partiyê xebatên xwe yên ji bo avakirina zemîneke hevpar a têkoşînê bi hêzên demokrasiyê re li kolanan didomînin. Ev çalakî wê bênavber bidomin. Êrîşên li dijî HDP’ê êrîşên li dijî demokrasiyê ne. Werin em hemû bi parastina HDP’ê pêşeroja Tirkiyeyê biparêzin.
"Hiqûqa dijminane ya li dijî Kurdan"
Sibehê roja dawî ya hevdîtinên butçeyê ye. Di van hevdîtinan de em bûn şahidên gelek tiştan, ya herî girîng jî dijminatiya dewletê ya li hemberî Kurdan bû. Mîkrofonên hevalên me yên ku dixwestin çend hevokan bi Kurdî bînin ziman hatin girtin. Seroka Meclisê got 'em fêm nakin' hevalên me û axaftina wan weke 'zimanê ku nayê fêmkirin' kirin bin  girtekan."