'Doza Mursel Nebîzade doza hemû jinên cîhanê ye'

Endama Meclisa Sûriyeya Demokratîk Daliya Henan li ser qetilkirina siyasetmedara Efgan Mursel Nebîzade û jinên pêşeng axivî û got: “Komkujî û qetilkirina jinên pêşeng şikanandina îradeya jinan û civakê armanc digire.”

VIYAN AMED

Qamişlo – Feraseta mêr li her derê bi rengên cuda xwe dide der. Ji dewlet, çete û heta hêzên Talîbanê hemû heman zîhniyet û desthilatdariya xwe bi rê ve dibin. Talîban di Tebaxa 2021’ê de rêveberiya welat a Efganistanê desteser kir û li dijî jinan dest bi qedexe û êrîşan kir. Mursel Nebîzade beriya Talîban li Efganistanê desthilatdarî bi dest bixe parlamenter bû, di mala xwe de rastî êrişa çekdarî hat û hate qetilkirin.

Der barê qetilkirina siyasetmedara jin Mursel Nebîzade û desthilatdariya ku Talîban îro li Efganistanê li dijî jinan ferz dike, endama Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Daliya Henan nêrîna xwe parve kir.

‘Armanckirina jinên pêşeng siyaseteke bi rêxistinkirî ye’

Daliya Henan diyar kir ku jinên pêşeng li her derê tên hedefgirtin û wiha got: “Niha li Efganistanê li dijî jinan siyaseta tunekirinê tê meşandin ku yek ji wan jina pêşeng û parlementer Mursel Nebîzade bû ku li hember feraseta mêr-dewletê têdikoşiya. Mursel bi awayekî hovane li mala xwe hate qetilkirin. Jinên pêşeng û li hember feraseta mêr-dewletê derdikeve li herderê tên armanckirin ku mînaka wê li Îran, Parîs û Bakur û Rojhilatê Sûriyê tên dîtin. Armanckirina jinên têkoşer, siyaseteke bi rêxistinkiriye ku feraseta xwe ji mêr-dewletê digire. Hêzên desthilatdar, serwer, hegemon û dagirker xwe li ser qirkirin û tunekirina jin û civakê ava dikin. Rola jin ku civakê di derdora xwe de ava dike, hêzên desthilatdar ditirsîne. Her wiha jin ew kes e ku aşitî, demokrasî, aramî û dadê diparêze. Îro jî em dibînin ku jinên pêşeng û kesên ku di aliyê siyasî de jinan temsîl dikin qetil dikin.”

‘Talîban mafên jinan binpê dike’

Daliya Henan bal kişand ser desthilatdariya Talîban û wiha domand: “Piştî Talîban hate li ser Efganistanê, jin ji hemû mafê xwe yê jiyan, perwerde û siyasetê hatin mehrûm kirin. Her wiha bi ferizkirina ebayên reş li ser jinê ku watewa wê tunekirina jinê îfade dike, hat ferizkirin. Ev êrîş hebûn û rengê jinê armanc digire û tê xwestin îradeya wê tune bibe. Li hember tunekirin û kolekirina jinan, jin îro li her aliyên cîhanê li ber xwe dide, îro jî jinên Efganistanê rastî desthilatdariya Talîban tên ku ev yek ji aliyê jinan ve tên dîtin. Herî dawî jî çalakvan û siyasetmedara jin Mursel Nebîza ku pêşenga jinan bû, bi awayekî hov hate armanc kirin. Dê heta dawiyê jî têkoşîna jinên Efganistanê li hember desthilatdariya Talîban dom bike.”

‘Armanc kirina jinên pêşeng hedefgirtina îradeya jin a azad e’

Daliya Henan bal kişand ser jinên pêşeng û nêrîna xwe wiha rêz kir: “Armanckirina jinên pêşeng polîtîk e û divê em rast bixwînin. Komkujî û qetilkirina jinên pêşeng mîna Sakîne Cansiz, Jîna Emînî, Mursel Nebîzade, Hevrîn Xelef û bi dehan jinên pêşeng şikanandina îradeya jinan û civakê armanc digire. Em di jiyana xwe de mêze bikin ku dewlet hişmendiya xwe li ser civakê û mêr jî hişmendiya xwe li ser malbata xwe ya biçûk feriz dike, loma mêr-dewlet xwe li ser tunekirina hebûn û nasnameya jinê xwe ava dike. Mêr-dewlet hemû beşên jiyanê tune dike û xwe dike xweda, lê xwezaya jinê li dijî van kiryaran e û jin civakî ye. Feraseta mêr-dewletê xwe li ser tunekirina nirxên civakê avakiriye û gihiştiye wê astê ku desthilatdariya xwe li her derê feriz bike. Loma ji têkoşîn, berxwedan, hebûn, vîn û nasnameya jinê ditirse û bi awayekî hovan êrîş dike.”

‘Heman siyaset û desthilatdar li her derê jinan armanc digirin’

Daliya Henan di dewama gotina xwe de behsa feraseta mêr-dewletê wiha dike: “Feraseta mêr-dewlet-kapîtalîzmê di her alî de êrîşî jinê dike û bi rê û rêbazên cuda derdikeve pêşberî me. Kiryarên herî dawî yên çeteyên DAIŞ’ê, Îran û desthilatdariya Talîban ku ji hêza jinan ditirsin, loma ji bo şikênandina îrade û nasnameya wê hemû kiryaran dimeşînin. Jîna Emînî ji ber pora wê xuyanî kir, hate qetilkirin. Mursel Nebîzade ji bo dengê jinê di dad û demokrastiyê de derxîne, hate qetilkirin. Jinên Êzîdî ji ber xwedî li ol û baweriya xwe derket ji aliyê çeteyan ve hatin revandin û di bazaran de hatin firotin û gelek ji wan hatin qetilkirin. Ev mînakana bingeha xwe ji heman siyaseta desthilatdar û qirker digire. Îro jin şiyar bûye û li her aliyên cîhanê li qadan in û li hember zihniyeta mêr-dewletê bi dirûşma “Jin jiyan azadî” xwedî li hebûn û nasnameya xwe derdikevin.”

Banga yekîtiyê

Daliya Henan diyar kir armanc û azadiya jinan bi hev re girêdayiye û da zanîn ku ew dikarin bi yekitiya jinan li hember mêr-dewletê têkoşîna xwe mezin bikin û got: “Li hember jinê çiqas êrîş pêk werin jî, jin dikare li hemû êrîşan bi têkoşîn û berxwedana xwe vala derbixîne. Ji bo em bikaribin civakek wekhev û edalet ava bikin, divê em asta têkoşîna xwe li hember mêr-dewletê mezin bikin, ev yek jî erka me ya dîrokî ye. Divê em weke jin têkoşîna xwe bighînin hev û di aliyê zihnî de xwe kûr bikin, siyaset û stratejiyek rast bimeşînin. Jinên ku dilê wan ji bo azadiyê lêdide, divê van yekan pêk bîne da ku em bikaribin serkeftina tevahî jinên cîhanê bi hev re ser bixînin. Dê feraseta mêr-dewletê li hember jin, zarok û ciwanan hîn dijwartir bibe, pergala kapîtalîzim û desthilatdar dê hîn zêde hebûna xwe li ser jinê ferz bike, ji lewra ji me jinan tê xwestin ku em li hember wan yekîtiya xwe ava bikin û armanca xwe teqez bikin.”

‘Em berxwedana jinên Efgan silav dikin’

Daliya Henan herî dawî bang li jinên Efganistanê kir ku asta têkoşînê li hember desthilatdariya Talîban bilind bikin û wiha bi dawî kir: “Heta niha jinên Efgan li hember pergala Talîban, berxwedanek mezin raber dikin ku em wê berxwedanî silav dikin û têkoşîna wan ji bo me cihê rêzdariyê ye. Jin dema li hember desthiltdariyê serî hildide, li wê derê çareserî û serkeftin jî xuyanî dike, loma em li gel jinên Efganin û ji bo berxwedana wan em ê li ser piyan bin û dengê xwe bikin dengê wan. Çiqas qetlîam û îşkence jî hebe, dê îrade û israra jin a azadiyê bi ser bikeve. Dê rojek bê pergala mêr-dewletê bê hilweşandin, ji ber li ser bingeha şaş hatiye avakirin.”