"Divê rejîma Baasê helwestên xwe yên bi nakok zelal bike"

Cîgira Encûmena Rêveber a herêma Firatê-Bakur û Rojhilatê Sûriyê Emîne Bekir siyaset û daxuyaniyên rejîma Baasê yên bi nakok nirxand û got: "Hikûmeta Sûriyeyê di helwest û nêrîna xwe de ne zelal e. Ew her car nêzikatiyeke cuda raber dike divê êdî em bi hev re aloziya Sûriyeyê çareser bikin û pergaleke ku ne navendîparêz e bingeh bigrin."

 
BERÇEM CÛDÎ
Kobanê- Serokê hikûmeta Sûriyeyê Beşar El-Esed di 14`ê Tebaxê de destnîşan kir ku pergaleke navendî nikare Sûriyeyê bi rêve bibe, pêwîstî bi pergaleke ne navendî heye. Meclisa Sûriyeya Demokratîk di 2018`an de ji rejîma Baasê re nîşan dabû ku divê nexêriyeke demokratîk û ne navendî ji bo çareseriya aloziya Sûriyeyê were avakirin. Helwesta Hikûmeta Sûriyeyê ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ve erênî hat nirxandin lê rejîma Baasê di heman mehê de helwesteke berojvajî nîşan da. Piştî ku Rêveberiya Xweser nûneriya xwe li bajarê Cinêv ê Siwesrayê di 9`ê Tebaxê de vekir, rejîma Baasê nameyek ji hikûmeta Siwîsreyê re şand. Hikûmeta Şamê daxwaz kir destûra vekirina nûneriya Rêveberiya Xweser ji nû ve were nirxnad ji ber ku ew ne rewa ye û Siwîsre bi vê gavê, Rêveberiya Xweser rewa nîşan dide.
Ev helwest di hundirê mehekê de hat berovajîkirin û nakokiyên di siyaseta rejîma Baasê de teqez kir.
Cîgira Encûmena Rêveber a herêma Firatê Emîne Bekir, siyaseta rejîma Baasê ji ajansa me re nirxand û banga avakirina Sûriyeya ne navendî û demokratîk kir. 
"Ji nirxandinên rejîma Baasê hêviya bidawîkirina aloziyê diyar bû"
Emîne Bekir di destpêka axaftina xwe de nêrîna xwe li ser helwesta rejîma Baasê anî ziman û got: "Piştî hilbijartinên ku li Sûriyeyê çêbûn û ji aliyê Beşar El-Esed ve hikûmeteke nû hat avakirin, di helwesta rejîma Baasê de hineke guhertin çêbûn. Cara yekê bû ku hikûmeta Sûriyeyê ji 2011`an ve teqez dike ku êdî Sûriye dikare vegere wekî beriya aloziyê her wiha daxuyaniyeke fermî hat dayîn ku tê de behsa Sûriyeya ne navedî hat kirin. Em weke Rêveberiya Xweser helwesta rejîma Sûriyeyê erênî dinirxînin. Weke Rêveberî ji destpêka şoreşê ve daxwaz û nêrîna me zelal e ku em Sûriyeya ne navendî û pergaleke tevahî pêkhate, ol, mezheb, ziman û çandan bigre nava xwe û jiyana hevbeş û wekhev bijîn. Mirov dikare helwesta rejîma Baasê wiha binirxîne ku piştî aloziya 10 salan û tevî mudaxeleyên hêzên herêmî û navneteweyî, mirov hêviya di salên pêşiya me de diyarbûna çarenûsa gelê Sûriyeyê dibîne."
"Deh sal in xwîna gelê Sûriyeyê tê rijandin" 
Gelên Sûriyeyê di dirêjahiya salên aloziyê de bi ziyanên gelek giran re rû bi rû man, ev rewş heta niha jî didome. Li aliyê din herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku rastî êrîşên komên çete yên weke Cebhet El-Nusra, DAIŞ û dagirkeriya dewleta tirk hat û tevî wê jî gel xwe parast. Emîne Bekir bal kişand ser vê rewşê û got: "Gelê Sûriyeyê di nava koçberî, komkujî, wêran, talan û hwd. de jiya her wiha jin rastî kiryarên herî hovane hatin û zarok ji mafên xwe yên herî xwezayî bêpar man. Di van deh salan de tenê alozî bû û bi tu şêwazî jî çareserî nehat dîtin. Di nava vê rewşê de Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê herêmên herî bi ewle û aram in. Her wiha pergalek hat avakirin ku tevahî pêkhateyên di nava xwe de hembêz bike û ji aliyê jiyanî, civakî, ximzeguzarî û hwd. ve tevahî pêdiviyan bi cih bîne."
"Em parçebûna Sûriyeyê naxwazin"
Emîne Bekir dirêjî da axaftina xwe û bersiv da nirxandinên rejîma Baasê: "Piştî vekirina nûneriya Rêveberiya Xweser li Siwîsreyê, helwesta rejîma Sûriyeyê berovajî bû. Rejîma Baasê bi lêv kir ku Rêveberiya Xweser ne hikûmeteke rewa ye, ji ber vê nabe ku Rêveberiya Xweser nûneriya xwe li Siwîsreyê veke. Lê me ne bi armanca perçekirina Sûriyeyê weke hikûmeta Sûriyeyê bi nav dike, nûneriya xwe li Cinêvê vekir. Sedema vekirina buroya nûneriya Rêveberiya Xweser ew e ku dengê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihîne civaka navneteweyî."
"Êdî bes e ji xwînrijandina gelê Sûriyeyê re"
Cîgira Encûmena Rêveber a herêma Firatê axaftina xwe bi banga avakirina Sûriyeya demokratîk û ne navendî bi dawî kir û got: "Ev helwest nêrîn û sekna hikûmeta Sûriyeyê ya ne zelal nîşan dide her wiha siyaseta wan a bi nakok eşkere dibe. Di vê çarçoveyê de em careke din dibêjin ku divê êdî aloziya Sûriyeyê ji aliyê zarokên vê axê ve were çareserkirin. Welatên ku hêzên biyanî mudaxeleyî wan kirine me dît çi jiyan ku Efganistan, Iraq û hwd. mînakên zindî ne. Divê ku rejîma Baasê di helwesta xwe de zelal be da ku em bikaribin aloziya Sûriyeyê û di nav de Bakur û Rojilatê Sûriyeyê ku li vir jî vîneke ku bi salan e têkoşiya ye heye, çareser bikin. Êdî bes e ji xwînrijandina gelê Sûriyeyê re, pêwîst e em gavên pratîk bavêjin û bi hev re bibin alîkar."