‘Divê jin li dijî komkujiyan têkoşînek rêxistinkirî û hevpar bimeşînin’
Endama rêveber a Tevgera Azadiyê Ronak Mecîd diyar kir ku li dijî hemû komkujiyên li ser jinan ku zêde bûne, pirsgirêkên ku li herêmê tên jiyîn divê jin di sala 2023’an de zêdetir xwe bi rêxistin bikin û têkoşînek hevpar bidin meşandin.
ŞÎNYAR BAYÎZ
Silêmanî- Endama Rêveberiya Tevgera Azadiyê Ronak Mecîd da zanîn ku li Iraqê û herêma Federal a Kurdistanê di sala 2022’an de ji qeyrana siyasî; ji aborî û ewlehiyê bigre heta jiyana civakî li ser gelek tiştan bandor kiriye. Komkujiya ku zêde bûye û tundîtûjiya li hemberî jinan ji van qeyranan ne dûr. Ronak Mecîd bi bîr xist ku divê di sala 2023’an de bi hişmendiya azadiyê jin têkoşînek bi rêxsitinkirî bidin meşandin.
‘Qeyranên sîstematîk bedelên wan ên herî giran jin didin’
Ronak Mecîd destnîşan kir ku pirsgirêka jinan bi qeyranên civakî û sîstematîk ve girêdayî ye û wiha got: “Sala 2022’an di aliyê Iraqê de salek gelek xirab bû. Careke din di heman demê de pirsgirêkên ku li Iraqê hene, bandorê rasterast li Başûrê Kurdistanê dikin. Ji ber ku bivê nevê bi Iraqê ve girêdayî ye. Zagona bingehîn a Iraqê Başûrê Kurdistanê jî girê dide. Pêvajoyên avakirina hikumetê, rewşa betalkirina hikumetê çiqas bandorê li Iraqê dike, ewqas jî li Başûr dike. Jin û civak bi hev ve girêdayî ne, ji ber wê hemû pêvajoyên qeyranê bedelên wê yên herî giran jin didin.”
‘Îlozyona azadiyê bandorê li jinan dike’
Ronak Mecîd bal kişand ku li herêma Federal a Kurdistanê bi taybetî komkujiyên li ser jinan û tundîtûjî zêde bûye û wiha domand: “Jinên Başûrê Kurdistanê bi têkoşîna xwe ya dîrokî, li dijî rejîma Baasê û diktatoriyê di nava berxwedaniyek bi hêz û têkoşînê de bûn. Lê ev pozîsyona jinan piştî 2003’an lawaz bû. Dijmin li hemû Kurdistanê û bi taybetî li Başûrê Kurdistanê herî zêde rêbazên şerê taybet xistiye dewrê. Ji vî şerî hemû beşên civakê bi bandor dibin, têkoşîna bi çek dem bi dem tê guhertin lê belê şerê taybet di vê mijarê de bi awayekî bi îstîqrar didome, bandorê li ruh û mejiyê mirovan dike. Hêzên modernîteya kapîtalîst di lêgerînên, wê çawa bikarin vî şerî hîn zêdetir berdewam bikin de ne. Şerê taybet li Başûrê Kurdistanê kesên Kurd û civakê xistiye bin bandora xwe. Dixwazin ji hişmendiya welatparêziyê, dûr bixin. Ev hemû herî zêde bandorê li ser jinan dikin.”
‘Divê di zagonan de li gorî berjewendiyên jinan guherîn werin çêkirin’
Ronak Mecîd destnîşan kir ku zagona bingehîn a Iraqê mafên jinan nexistiye bin ewlehiyê, di zagona bingehîn a heyî de divê guherînên li gorî berjewendiyên jinan werin kirin û pêwîstî zêdetir bi bilindkirinê têkoşîna jinan heye.
‘Rêxistinên jinan divê zêdetir bi rêxstinkirî bin’
Ronak Mecîd da zanîn ku hikumeta herêma Kurdistanê xwedî çandek mêrsalarî ye, ji ber nakokiyên siyasî yên ku li herêmê tên jiyîn belavbûn, tengezariyên aborî, bê hişmendî bikaranîna medyaya dîjîtal, bûye sedema tundîtûjiya li hemberî jinan. Divê rêxistinên jinan li hemberî vê rewşê hîn zêdetir bi rêxistinkirî hereket bikin û wiha behsa çareseriyê kir: “Divê hemû rêxistinên jinan, bi hişmendî û rêxsitinkirina xwe nêzî pirsgirêkê bibin. Divê hin zêdetir hev bigirin û hevbeş bin da ku bikarin civakê û jinan ji rewşa ku tê de ne derbixin.”