‘Divê jin bi beşdarbûna qada siyasî bibin xwedî gotin’

Parlamentera Iraqî Nûr Nafeh, diyar kir ku jin bi hişmendiya "Şoreşa Cotmeha 2019'an" li welat ava kir re, zêdetir berê xwe dide qada siyasî û wiha got: "Divê jinên Iraqî bêhtir beşdarî qada siyasî û xwedî gotin bin."

NUR AL-MARSOUMİ

Bexda- Her çend jinên Îraqî di asta rêveberiyê de serkeftinên mezin bi dest dixin jî, di qadên siyasî de rastî gelek zehmetiyan tên. Parlamentera Parlamentoya Îraqê Nûr Nafeh anî ziman ku divê jin ji bo dengê jinan bidin bihistin, pirsgirêkên nîqaş bikin, biparêzin û mafên xwe bi awayekî qanûnî ewle bikin zêdetir beşdarî pêvajoya siyasî û hilbijartinên parlamentoyê bibin.

Nûr Nafeh anî ziman ku jinên beşdarî hilbijartinên parlementoyê û qada siyasî dibin rastî zextan tên û wiha got: "Guman nîne ku rêya jinên beşdarî parlementoyê dibin zehmet û dijwar e. Lê belê bandorek erênî ya Şoreşa Cotmeha 2019'an li ser jinan heye. Ev jî ji hişmendiya raya giştî ya piştî Cotmehê çavkanî digre. Di Şoreşa Cotmehê ya 2019'an de, li kolanên Iraqê hebûna jinan di siyasetê de hat qebûlkirin. Di parlamentoyê de 97 jin hene û ev ji kontenjana hatiye diyarkirin zêdetir e.”

'Dikarin dengê xwe bidin bihîstin'

Nûr Nafeh bal kişand ser zehmetiyên ku jin di beşdarbûna qada siyasetê de dijîn û wiha got: "Em jin di dema beşdarbûna pêvajoya siyasî bi taybetî li qadên ku eşîrtî lê tê dîtin de tevî hemû hewldanan jî rastî gelek pirsgirêkan tên. Gelek xebatên hişmedî avakirinê ya gelek rêxistinên sivîl û mafên mirovan a bi armanca di mijara bihêzkirina jinên Îraqî û di civakê de bi giştî qada siyasî jî di nav de misogerkirina wekheviya di navbera zayendan de heye. Jin êdî dikarin di nîqaşên siyasî de dengê xwe bidin bihîstin.”

'Divê jin rola xwe bilîzin'

Nûr Nafeh, dest nîşan kir ku divê jin zêdetir beşdarî pêvajoya guherîn û veguherîna civakî bibin û wiha got: “Divê jin rola xwe bilîzin û hişmendiya civakî biafirînin. Civînek ku di pêvajoyên pêşerojê de tê plankirin heye. Em ê dengê xwe bilind bikin û biryara xwe bi xwe bidin. Em ê xwe îspat bikin û di biryarên siyasî de bi keyfxweşî werin pêşwazî bikin.”

‘Divê jin bên piştgirî kirin!’

Nûr Nafeh destnîşan kir ku divê sazî û rêxistinên têkildarî parastina mafên jinan, ji bo jin zêdetir bikaribin rolên xwe pêkbînin û di qada siyasetê de cih bigrin piştgirî bidin. Nûr Nafeh herî dawî wiha axivî: “Di avabûna kabîneya hikûmeta Iraqê ya bi serokatiya Mihemed Şîe El-Sudanî ji 23 wezîrên tenê 3 ji wan jin in. Ev ji aliye gelek rêxistinên mafên mirovan ve wekî rêjeyek piçûk hat nirxandin. Peyama min a ji bo jinên Iraqê ew e ku zêdetir beşdarî qada siyasî û xwedî gotin bin.”