‘Divê di karesatên mirovî de berjewendiyên siyasî bên paşxistin’

Hevseroka Saziya Kar û Barên Civakî ya Kantona Kobanê ya Herêma Firatê Helen Hajem diyar kir ku kampanyaya alîkariyê ku ji ber karesata erdhejê dane dest pê kirin berdewam dike

NORŞÎN ABDİ

Kobanê – Di du erdhejên cuda yên bi pileya 7,7 û 7,6 ên ku di 6’ê Sibatê d  Mereşê pêk hatin de, li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, Sûriyeyê û Bakur Rojhilatê Sûriyeyê hilweşandinek mezin qewimî. Kampanyaya alîkariyê ya gelê Herêma Firatê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku ji bo piştgiriya mexdûrên erdhejê yên li Bakurê Kurdistanê û gelek herêmên Sûriyê hatiye destpêkirin didome.

Saziya Kar û barên Civakî ya Kantona Kobanê ya Herêma Firatê di çarçoveya kampanyaya ku di 13’ê Sibatê de bi dirûşmeya “Ji bo mirovahiyê, Ji Kesên Erdhejê Bandorbûnê re Alîkarî”dest pê kir, alîkariya madî û manewî ya ji bo mirovên mexdûrên karesata erdhejê bandorbûne re didomîne. Alîkariyên ku piştî kampanyaya ku dê heta dawiya meha Sibatê bidome bên komkirin, dê ji herêmên erdhejê bandorbûnê re bên şandin.

Hevseroka Saziya Kar û Barên Civakî ya Kantona Kobanê ya Herêma Firatê Hêlîn Hajem ji ajansa me re axivî û wiha got: "Di 6'ê Sibatê de li Tirkiye û herêmên bindest ên Bakurê Sûriyeyê û Cinderêsê karesatek hat serê gelek mirovan. Di erdhejê de bi hezaran kes jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn û heta niha hêj bi sedan mirovên di bin xirbeyan de têkoşîna jiyanê didin hene û li bendê rizgarkirinê ne.”

13 yekînî hatin avakirin

Hêlen Hajem diyar kir ku Rêveberiya Xweser herêma Firatê ku hucreya qeyranê hatiye avakirin jî di nav de li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rasterast mudaxeleyê karesata erdhejê kiriye û wiha got:

“Saziya Kar û Barên Civakî ya Kantona Kobanê ya Herêma Firatê li ser vê bingehê 13 yekînî ava kirin. Saziya Kar û Barên Civakî ji bo gel li 11 nuqteyên sereke yên bajêr konên stargehê ava kir û ji bo parastina kesên ku malên wan hilweşiyane li kampan noqteyên kontrolê danî. Her wiha bi rêya heyetên ku her cure xizmetguzarî, av, kehrebe û sotemenî pêşkêşî kampan dikirin, lêkolîn û şopandin hatin kirin. Her wiha bi avakirina komîsyonek ya ji bo tespîtkirina hin malên xisar dîtine, ji rêveberiya herêmî, jîngeh û şaredarî re ji bo xizmeta gel rolek girîng dikeve ser milê wan, xebat hatin kirin û ketine rewşa awarte.”

'Divê em piştgirî bidin mirovên ji erdhejê bandorbûnê’

Helen Hajem diyar kir ku ji bo alîkariyên ku di çarçoveya kampanya alîkariyê de hatine komkirin, ji bilî gund û navçeyên bajarê Kobanê li herêma Eyn Îsa jî 4 nuqte hatine tayîn kirin û wiha got: "Bi vî awayî ji bo li hemû herêmên herêma Firatê alîkarî bê komkirin, 15 nuqte bibe.”

'Divê em ji bo Kobanê çi ji dest tê bikin'

Helen Hajem têkoşîna Kobanê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê bi bîr xist û wiha axivî: “Di êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya sala 2014’an de jî hemû cîhan piştgirî da Kobanê. Bi hezaran ciwan û jin tevlî berxwedanê bûn  û di parastina vî bajarî de şehîd ketin. Gel ji bo piştgiriya xwe ya bi gelê Kobanê û berxwedana bajêr re bi rojan li ser xeta sînor man. Lewma îro erkê me ye ku em ne tenê di warê manewî de di warê aborî de jî piştgirî bidin wan û li kêleka wan biseknîn. Divê em bi qasî ku ji destê me tê ji bo wan pir alîkarî kom bikin. Divê em ji bo gelê xwe li Cindirês û Idlibê bikin ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê destûra alîkariyê nadin jî destê alîkariyê dirêj bikim.”

'Divê berjewendiyên siyasî bên paşxistin’

Helen Hajem diyar kir ku Rêveberiya Xweser ji destpêka erdhejê ve piştgirî dide gelê herêmê û wiha got: “Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji destpêka vê karesatê ve ji bo herêmên ji erdehejê bandorbûnê alîkarî şandin, lê dewleta Tirk a dagirker nehiştin alîkarî derbasî herêmê bibe. Alîkarî çend rojan li deriyê sînor hatin sekînandin. Em hêvî dikin ku di vê felaketa mirovî de berjewendiyên siyasî bên paşxistin. Em li dijî cudakirina mirovan in. Ji ber ku îro li Sûriyê gelek dever û herêmên Bakurê Kurdistanê di rewşeke trajîk re derbas dibin û divê hemû cîhan ji bo alîkariya gel bibin yek."

'Alîkariyên hatine komkirin dê bi awayekî adilane bên belavkirin'

Helen Hajem bal kişand ku dewleta Tirk û çeteyên wê li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin û alîkariyên ji bo mirovan asteng dikin û wiha got: “Yên ku derbasbûna konvoyên alîkariyên mirovî yên li van herêman asteng dikin re ji aliyê saziyên navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan û zarokan ve zext bê kirin û alîkariyên hatine komkirin dê bi awayekî adilane li herêmên Sûriyeyê bên belavkirin."