‘Divê DAIŞ û dewleta Tirk li dadgeha navneteweyî werin darizandin’

Hiqûqnas Heyfa Mehmûd bal kişand êrişên dewleta Tirk ên li ser heremê û xetera DAIŞ’ê ku hê jî didome û got: “Divê DAIŞ û dewleta Tirk li dadgeha navneteweyî werin darizandin.”

SORGUL ŞÊXO

Qamişlo – Ji bo parastina mafên jin, zarok û giştî mirovan li ser asta navneteweyî gelek peyman hatine îmzekirin û zagon hatin derxistin. Ji bo darizandina sûcdaran jî dadgehên navneteweyî hatine damezrandin ji lewre Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ketiye sala xwe ya 13’an a şoreşa jinan û ligel wê jî êriş û sûcên li dijî pêşeng û gelê vê şoreşê tên kirin, her diçe zêdetir dibin. Çeteyên DAIŞ’ê û dewleta Tirk a dagirker li ser vê axê, sûcên herî hov kirine û ev yek bi wêne û dîmenan hatine belgekirin.

Ji bo ku sûcdar serbest nebin û zêdetir komkujiyan pêk neynin gelo çi tê kirin? Ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê têkoşîneke hiqûqî ya bi çi awayî pêwîst dike? Rê û rêbaz û zehmetiyên vê xebatê çi ne? Li ser van pirsan hiqûqnas Heyfa Mehmûd ji ajansa me re axivî.

Dualîtiya hêzên navendî

Heyfa Mehmûd got ku çeteyan ji 2013’an ve heta roja îro xwe li Sûriyeyê li gelek herêman bi cih kirine, sûcan li dijî jinan û gelê wê yê sivîl dikin û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Dewleta Tirk îro bavê DAIŞ’ê û terorê ye, ji ber hem di warê leşkerî de hem jî di warê lojîstîk de piştgiriyê dide. Ev yek bi zelalî li herêmên dagirkirî, Efrîn Serêkaniyê û Girê Spî her wiha li Idlib, Ezaz û Cerablûsê xuya dike. Sînorên dewleta Tirk dergehên bêparastin in ji derbasbûna çeteyên DAIŞ’ê re, çeteyên ku ji Ewropayê û giştî cîhanî kom bûn û derbasî Rojhilata Navîn û bi taybetî Iraq û Sûriyeyê bûn bêguman di deriyên dewleta Tirk de derbas bûn. Deriyên sînorî li Rêveberiya Xweser digrin û herêmê dixin dorpêçê lê deriyên dewleta Tirk ên ku bûne riya derbasbûna komên terorê re, çavên xwe digrin. Dualîtiya ku hêzên navendî yên cîhanê li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin heye. Dergehên mirovî digrin û dergehên ji bo derbasbûna terorê her dem vekirî ne."

Têkiliyên dewleta Tirk bi DAIŞ’ê re

Heyfa Mehmûd da zanîn ku dewleta Tirk û DAIŞ bi hev re li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikevin tevgera êrişkirinê û wiha pêl da gotinên xwe: "Têkiliyek bihêz di navbera dewleta Tirk û çeteyên wê de li vê derê heye, çi çaxa ku dewleta Tirk êriş dike çete jî dest bi êriş û îsyanan di hundirê kamp û girtîgehan û li deverên ku xwe weke şaneyan birêxistin kirine, dikin. Bêguman êrişa li ser girtîgeha Sînayê nayê jibîrkirin. Ji operasyonên dem bi dem ên Koalîsyona Navdewletî li herêmên dagirkirî li dijî serçeteyên DAIŞ’ê, pir diyar dibe ku li herêmên dagirkirî jîngeheke çawa bi ewle ji bo serçeteyên DAIŞ’ê ava kirine. Ne tenê herêmên me, li giştî Sûriyeyê bi taybet li aliyê Tedmur û çolistana wê, heta şivanan bombe dikin, gelek êrişên hov tên kirin. Êriş û xeteriya DAIŞ’ê li ser giştî Rojhilata Navîn û Ewropayê jî heye. Em bûyera Moskovayê ji bîr nekin ku di encama êrişa çeteyan de 144 kes hatin qetilkirin. Her wiha dîtina keçeke Êzidî li Xezayê, rûbera belavbûna DAIŞ’ê û têkiliyên wî yên bi welatên derdorê re baş nîşan dide."

‘Demografiya Kurdistanê tê guhertin’

Heyfa Mehmûd bêdengî û bertekên rêxistinên mafê mirovan û rêxistinên jinan ên li ser asta navneteweyî rexne kir û wiha pêl da gotinên xwe: "Sûcên şer tên kirin, jin tên qetilkirin, li bazaran tên firotin û rastî tecawizê tên, li herêmên dagirkirî tên revandin û çarenûsa wan nayê zanîn û tên windakirin. Di vir de saziyên hiqûqî û rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên jinan bêdeng in, bertekên pêwîst û bi bandor ku bikaribin bandorê li vê dozê bikin nayên raberkirin û têr nakin. Talankirina xwezaya Kurdistanê jî bi polîtîkayê tê kirin. Mijar ne tenê jêkirina darekê û şewitandina daristanek e. Erdnîgariya Kurdistanê tê wêrankirin û demokgrafiya wê tê guhertin, şaristaniya wê ya qedîm tê dizîn û berhemên dîrokî tên dizîn. Dixwazin dîzaynek nû bidin ax û bajarên Kurdistanê û sîmayên wê biguherînin, li şûna gelê resen malbatên çeteyên xwe bi cih bikin. Ev jî bi avakirina xaniyên çêkirî yên li Efrînê bi hevkariya Kuweyt, Qeter û Filistînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, pêk tên."

 ‘Penaberên Sûriyeyê ji bo berjewendiyên siyasî bikar tîne’

Heyfa Mehmûd got ku li seranserê sînorê Rojavayê Kurdistanê yê bi Bakurê Kurdistanê re dewleta Tirk di bin hinceta bicihkirina penaberên Sûriyeyê de polîtîkayek qirêj dimeşîne û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Li ser maseya lihevhatinan mijar penaberên Sûriyeyê ne lê polîtîkaya bingehîn ew e ku gelê Kurd ji ser sînorê bi Bakurê Kurdistanê re giredayî ye dûr bixe û kembera sor û reş çêbike. Eger dewleta Tirk di çareserkirina doza penaberên Sûriyeyê de cidî bûya, wê bi riya avakirina têkilî û tifaqên bi rejîma Sûriyeyê re pêk anîbûya. Ne bi êrişkirin û dagirkirinê. Ya din penaberên Sûriyeyê ne ji herêmên Rêveberiya Xweser in û bi vê hejmarê penaberî Tirkiyeyê bûne, ji parêzgehên din ên Sûriyeyê ne. Ji lewre rê û rêbazên hiqûqî û siyasî yên din hene ku dewleta Tirk serî lê bide. Ji lewre pêdivî pê hebû ku cihek ji bo bicihkirina çeteyên ku Erdogan piştgiriya wan dike ligel malbatên wan, were avakirin. Ji lewre îro di bin navê vegera bi ewle ya penaberên Sûriyeyê, çete ligel malbatên wan ên ji gelek nasnameyên biyanî li herêmên dagirkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine bicihkirin."

‘Divê sûcên li herêma me hatine kirin bê ceza nemînin’

Heyfa Mehmûd da zanîn ku ewqas êriş dikevin rêza sûcên şer û divê di Dadgeha Laheyî de werin darizandin û wiha pêde çû: "Sûcên ku ev çend sal in dewleta Tirk li dijî gelê Kurd û herêmê dike, sûcên şer in. Ji lewre divê dewleta Tirk û çeteyên wê û bavê wan ê giyanî Erdogan di Dadgeha Ceza ya Navneteweyî de werin darizandin. Li ser şewitandina daristanan, qutkirina avê li ser milyonek û nîv kesan, komkujî kirîn û firotina jinan û tecawiza li dijî wan hemû sûcên tên kirin divê bê hesab nemînin. Ji ber ku ev yek dikevin rêza binpêkirinên hiqûqî û zagonên mirovî yên navdewletî. Divê doz li hemberî dewleta Tirk û çeteyên wê were vekirin. Divê edalet were pêkanîn. Ji lewre pêwîstiyeke lezgîn heye ku dadgeheke navneteweyî were lidaxistin û sûcdar û çeteyên li herêma me kiryarên dijmirovî kirine, werin cezakirin."

Girîngiya têkoşîna hiqûqî û astengiyên heyî

Heyfa Mehmûd ji bo girîngiya têkoşîna hiqûqî di qada navneteweyî û astengiyên wê wiha anî ziman: "Ji hiqûqnas, çalakvan, saziyên mafên mirovan der barê binpêkirinên mafên mirovanli Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de gelek dosyeyên bi belge hatine amadekirin û ji bo saziyên pêwendîdar hatine şandin lê mixabin di dadgeh û sazî û rêxistinên mafên mirovan de jî dualîtî heye. Li aliyekî din jî gelek şertên zor hene û di çareserkirina dosyayan de ruxmî belgekirinê jî gelek sal domyane. Ji dozên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re nêzîkatiyên wan pir diyar in ku çawa dewletên van dadgeh û rêxistinan birêve dibin, bi berjewendî nêzî dosyeyên mirovî û sûcên hatine pêkanîn dibin. Her wiha astengiyek din jî heye ku divê dewlet bi fermî bixe dosyayan radestî rêxistin û dadgehan bikin. Ji lewre niha gelek sazî, hiqûqnas û çalakvan dosyayan amade kirine û di şandina wê de zehmetiyan dikşînin."

‘Divê berpirsiyariyên xwe bi cih bînin’

Heyfa Mehmûd di dawiya axaftina xwe de sedemên astengiyên heyî anî ziman û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Yek ji wan sedeman jî ew e ku heta niha naskirineke fermî ji bo statuya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çênebûye. Ji lewra îro ji hikûmeta Sûriyeyê jî tê xwestin û berpirsiyariya wê ye ku sûcên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çêdibin belge bike û bişîne dadgehên navdewletî. Gelek astengî şert û merc hene lê belê ruxmî vê yekê jî saziyên pêwendîdar dosyeyan amade dike, bi hinek rê û rêbazan dişînin dadgeh û rêxistinên navneteweyî. Divê ku Koalîsyona Navdewletî û giştî cîhan çavên xwe ji bûyer, êriş û sûcên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çêdibin re, negirin û girîngiyê bidin doza wê."