‘Dirêjkirina dema parlamentoyê pirsgirêkan kûrtir dike’

Parlamenter Soz Abdulqadir diyar kir ku her çendî ji bo çareserkirina kêm û kurtiyan dema parlamentoya herêma Kurdistanê hatiye dirêjkirin jî heta niha tu pirsgirêk nehatine çareserkirin.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî – Hilbijartinên parlamentoya herêma Kurdistanê salek hatin dirêjkirin. Tevî ku çar meh di ser dema dirêjkirinê de derbas bûye jî heta niha ne partiyek, ne jî hikumetê roja hilbijartinê diyar nekiriye. Lê belê herî dawî serokê herêma Kurdistanê biryar da ku hilbijartinên parlamentoyê werin pêkanîn, li  gorî vê biryarê wê di 18’ê Mijdara 2023’yan de hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê pêk werin. Kêm û kurtasiyên ku biryar ji bo wan hebû di nava vê salê de çareser bibin, heta niha tu çareserî ji wan re nehatiye dîtin.

Parlamenter Soz Abdulqadir der barê paşketina parlamentoyê de destnîşan kir ku parlamento ji çar salan carekê ber bi hilbijartinan ve biçe lê belê dema parlamentoya herêma Kurdistanê ev salek e hatiye dirêjkirin. Çend sedemên dirêjkirina parlamentoyê hene û got: “Piştî hilbijartina parlamentoya nû, dema ku civîna yekem li dar dixe û dest bi kar û çalakiyên xwe dike divê partî bifikirin ku wê çawa ji hilbjartinên li pêş re xwe amade bike. Parlamento li herêma Kurdistanê xwedî dîrokek nû ye û di van çend salên nû de ji parlamentoyên welatên din tu ezmûn negirtiye.”

‘Li gorî berjewendiyên xwe pêvajoyê bi kar tînin’

Soz Abdulqadir da zanîn ku diyarkirina roja hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê di destên hikumetê de ye û bicihkirina erka parlamentoyê ye û dibêje: “Weke çawa dem di ser parlamentoyê de derbas bûye, bi heman awayî dem di ser komîsyona bilind a hilbijatinê de jî derbas bûye. Ji bo wê divê bi zagonek vê komîsyonê nû bikin û dubare çalak bikin. Çend deng hene ji bo hilbijartina parlamentoya Kurdistanê lê belê bi yekê ji wan zagon li parlamentoyê deng nade û nebûye zagonek. Paşketina hilbijarti û dirêjkirina dema parlamentoyê ji bo hikumetê ne berjewendî ye, ji bo partiyên desthilatdar berjewendî ye. Ji ber wê heta niha di nava xwe de tu danûstandin pêk neanîne. Ji bo wê jî biryar nedane ku wê hilbijartin çawa û bi kîjan awayî were kirin.”

‘Demokrasî nemaye’

Soz Abdulqadir bi bîr xist ku yek ji bingehên sereke yên demokratîk hilbijartin e, ji ber wê dema ku hilbijartin dibe mijara pirs û gumanan, di aliyê hemwelatiyan de bawerî ji dest diçe, ji ber wê jî hemwelatî deng didin aliyên cuda. Her wiha da zanîn ku li herêma Kurdistanê bi vî awayî encam nadin û partî û desthilatdar bûne biryarder û wiha got: “Sedemên paşketina dema parlamentoyê heye yan jî  sedemên diyarkirina roja parlamentoyê hene. Ji ber hikumeta herêmê ketiye bin zextên navdewletî. Hinek partî divê zextê li serokatiya parlamentoyê bikin da ku erkên xwe bi cih bîne. Her wiha ragihandin jî dikare zextên hemwelatiyan bigihîjîne cihên pêwîst û bi giştî kar li ser guherîna baweriya hemwelatiyan bike. Ji ber ku baweriya hemwelatiyan bi hilbijartin û pêvajoya demokrasiyê li herêma Kurdistanê nemaye.”