Dîlan Dîrayet Taşdemîr: Em serî natewînin û paşve gav navêjin

Bertekên piştî êrîşa li dijî HDP’ê ya Îzmîrê û qetilkirina Denîz Poyraz zêde dibin. Wekîlê HDP'ê ya Agiriyê Dîlan Dirayet Taşdemîr got; “Em ê serî netewinîn, gav paşve navêjin. Heya ev hêzên tarî û zîhniyeta çete ya faşîst ji vî welatî, hebe em ê têbikoşin.”

 
MEDÎNE MAMEDOGLU  
Amed- Denîz Poyraz li Îzmîrê dema ku li avahiya HDP’ê bû, di encama êrîşek de hat qetilkirin. Êrîşkar Onur Gencer ku piştî bûyerê hatibû binçavkirin, hat girtin. Cenazeyê Denîz Poyraz a ku ku 17’ê Hezîranê roja pênşcemê hatibû qetilkirin, duh bi beşdariya hezaran kesî hat definkirin, êrîş bi daxuyaniyên li gelek bajarên Tirkiyeyê hat şermezarkirin. Wekîla HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr diyar kir ku ne cara yekê ye êrîş li dijî partiya wan pêk tê û destnîşan kir ku gotinên dijminane yên hikûmetê cesaretê dide van çeteyan û wiha got: "Êrîş ji hêla çeteyên ku ji aliyê hikûmetê ve hatine mezinkirin ve pêk hat."  
Ev kes ji aliyê hikûmetê ve tên xwedîkirin
Ev kes ji aliyê Taşdemîr diyar kir ku êrîşa li dijî partiya wan bi rengek organîzekirî pêk hatiye û kujer her tiştê hiziriyê bi plan tevgeriya ye û got ku êrîşên li dijî avahiyên partiya wan 5 sal in bênavber berdewam dikin. Taşdemîr da zanîn ku komkujiya li Îzmîrê ji hêla çeteyên ku ji aliyê hikûmetê ve hatine xwedîkirin ve pêk hatiye û bi van gotinan bertek nîşanî  bêdengiya hikûmetê ya dijî bûyerê da: "Hem rûdana bûyerê hem jî awayê destwerdana polîsan her tiştî nîşanî me dide. Her çendî di ser bûyerê re 24 saet derbas bûye jî ji hêla rayedarên AKP’ê û Wezareta Karên Hundir ve daxuyaniyek tenê jî nehatiye dayîn. Hikûmet çeteyan li dijî muxalifan bi kar tîne." Taşdemîr diyar kir ku ji ber hikûmet tişta dixwest nikaribû bi dest bixe û bi gel paşve gav bide avêtin, çeteyên dijminên mirovahiyê li dijî muxalifan bi kar tîne û got; "Em vê bûyera ku li Îzmîrê çêbû, wekî pirsgirêkek takekesî nabînin. Kujer partiya me şopandiye, hatiye çûyê û dizane kîjan civîn û çi roj li partiyê tên kirin. Ev kujer bi rengekî plankirî tevgeriya ye. Ji bo ku gelek kesan qetil bike hatiye hundir.”
“Em li dijî zîhniyeta çetewarî têdikoşin”
Taşdemîr axaftina xwe bi ban gotinan domand: "Tişta qewimî ne tesadufî ye. Çeteyên bi dijminatiya li dijî Kurdan dijîn, hatine perwerdekirin û berê wan dane partiya me. Pêwîst e tevahiya Tirkiyeyê li ser vê yekê pir cidî bifikire. Îro, dibe ku hedef HDP be lê bi gelemperî, êrîş li dijî demokrasiyê hatiye kirin. Em ê berxwedana xwe bidomînin." Taşdemîr li dijî êrîşan banga yekitî û têkoşînê kir û wiha got: "Em dizanin ku di vê wateyê de êrîşek li dijî rola ku HDP dilîze heye. Lê em ê serî netewînin, em ê tu carî gavek paşve navêjin. Em ê tu carî dev ji vê têkoşînê bernedin heya ku ev hêzên tarî, ev zîhniyeta çete ya faşîst ji vî welatî dernekeve. Ji roja ku HDP hatiye damezirandin ve, me berxwedana xwe li dijî vê zîhniyeta çetewarî berdewam kiriye. Ev têkoşîn ji bo têkbirina zîhniyeta qirêj a AKP'ê didome. Em ê ji vir şûnde bêtir bixebitin.”