“Di xebatên hilbijartinê de mêr weke serwarê malê tê dîtin û dengê jinan nayê pirsîn”

Xebatên hilbijartinê yên Iraqê ber bi dawiyê ve diçin û ji hilbijartinê re çend roj mane. Namzetên jin nerazîbûn nîşanî giringî bi dengê jinan nedayînê dan û gotin: “Ji ber bi hişmendiya mêr serwerê malê ye xebatê didin meşandin ji bîr dikin ku jinan jî bipirsin ka dê dengê xwe bidin kê. Hem jî ji bîr kirine ku jin nîvê civakê ne, ger dengê wan bê paşgo kirin ti wateya hilbijartinê nîne

.”
 
TERZE TEHA
Silêmanî – Ji heftiyekê kêmtir maye ji bo hilbijartina pêşwext a encûmena nuneran a Iraqê re, ji ber vê yekê partiyên siyasî lez daye xebatên xwe yên hilbijartinê. Di vê çarçoveyê de çi berendamên partiyan çi berendamên serbixwe rojane li nava kolan, bazar û cihên qerebalix digerin û hewil didin dengên hemwelatiyan bi dest bixin. Lê belê tişta herî balkêş di nava çalakiyên berendaman de di hewla komkirina dengan de kêmtirin hewil ji bo komkirina dengê jinan tê dayin. Ji xwe re nakin armanc ku dengê jinan jî kom bikin û piştre jî dengê jinan û mêran weke yeksan tê hesibandin.
“Dengê jinan gelek giringe”
Berendama hêjmara 31 a hevpeymana Kurdistanê di bazneya yek ya bajarê Silêmaniyê de Dr. Nermîn Merûf got: “Yên ku dixwazin bibin dengê hemû kesan, dixwazin bibin dengê hemû yên ku heta niha dengê wan negihaye parlemenê hewceye giringiyek mezin bi destxistina dengê jinan bide. Weke berendamek dengê jinan gelek giring dibînim û ew ji dimine li ser fikra jinê ku dengê xwe bide kijan berendaman. Ya ku dikeve ser milê jinan divê dengê xwe bidin jinan û piştgiriya jinan bikin.”
“Di xebatên hilbijartinê de divê yeksaniya zayendî hebe”
Çalakvana mafê mirovan û jinan Sînor Kerîm jî rexne li berendamên herdû rêgezan kir û got: “Cûdanekirina her dû zayendan ji bo civakê divê pîvanên demokrasî hebin. Weke mînak divê yeksaniya zayendê hebe. Niha jî di nava civakê de nehevsengî, mêrsalarî û şeref parêzî heye. Em nikarin bêjin pêwîstiya me bi cûdakirina zayendî nîne. Heta niha jî di nava civaka Kurd de cûdahiya zayendî heye û jin nexwedî mafê biryardayînê ne. Berendamên her dû zayendan giringî nadin dengê jinan, bi destxistina dengê mêrekê tê wateya bi destxistina dengê malbatekê ji bo wê jî pêwîst nabîne ji jinan jî bipirsin. Ji ber namzetên nekarîne vî aqlî derbas bikin nikarin pêşengiya civakê jî bikin. Hewceye em jin zêdetir vê metirsiyê bibînin û li hember bisekinin. Divê berendam li ser pirsgirêkên jinan bisekinin kar li ser fikir û ditinên jinan bikin.”