“Di necama siyaseta şaş de qeyîrana aborî li Tirkiyeyê rû daye”

Endama Koordînasyona Meclisa jinan a Sûriyeyê Sîlvan Elî rewşa krîza aborî ya ku li Tirkiyeyê rû dide, her wiha xwepêşandanên gel li dijî wê nirxand û wiha got: “Hikûmeta AKP’ê berpirsyarê krîza aborî ya li Tirkiyeyê ye û mafê gel heye îstîfaya wê bixwaze. Siyaseta li Tirkiyeyê tê meşandin ne siyaseta aboriya civakî ye lê belê aboriya şer û dagirkirina dewletên derdor e. Ger siyaseta welatan tenê ji bo şer û dagirkirina welatên din be helbet wê rewşa wan a aborî bikeve vî halî.”

 
ROJ HOZAN
Qamişlo - Li dijî krîza aborî ya li Tirkeyeyê, gel li stenbol û Enqereyê daket kolanan û daxwaza îstîfaya hikûmetê kir. Dewleta tirk krîzeke aborî ya cidî dijî û civak di nava xizaniyê de dijîn. Ji bo çekan bikire û pê li welatan şer bike gelê xwe birçî dihêle. Dewleta tirk nikare wisa berdewam bike mecbûr e ber bi guhertinek ve biçe ne tenê di aliyê aborî de lê belê pêwîst e di aliyê leşkerî, siyasî, polîtîk civakî û hiqûqî de xwe bide guhertin. Têkildarî mijarê Endama Koordînasyona Meclisa Jinan a Sûriyeyê Sîlvan Elî nirxandin kir.
“Dewleta tirk ji bo çekan bikire û li welatên din şer bike gelê xwe birçî dike”
Sîlvan rewşa krîza aborî ya li Tirkiyeyê anî ziman her wiha encamên wê nirxand û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Li dijî krîza aborî ya li Tirkeyeyê rû dide, gel li stenbol û Enqereyê daket kolanan û daxwaz kir ku faşîzma AKP’ê îstîfa bike. Li Tirkiyeyê rewşeke aborî ya pir xirab heye û civak xizaniyê dijî. Gel nikare debara xwe ya rojane bike, hikûmeta ku nikare gelê xwe têr bike û seretkirinê çêbike mafê gel heye îstîfaya wê bixwaze, ji ber ku ew rayadarên hikumetê berpirsyarên vê krîzê ne. Hikûmeta ku civakê birçî bihêle û zextan li ser bide meşandin nikare civakê temsîl bike. Ev 20 sal in hikûmeta AKP’ê li ser desthilatdariyê ye tiştekî baş ji bo gel nekiriye û tu guhertinên taybet di aliyê aborî de bi xwe re neaniye. Her sal bi hilbijartinan re soz dide gel ku wê rewşê baştir bike lê em dibînin rewş xerabtir dibe. Li hemberî daxwazên li kolanan dewleta tirk êrîşî gel kir û wan xist zindanan her wiha daxuyaniyeke fermî ji aliyê hikûmetê de nehat dayîn. Erdogan dibêje ma hûn dizanin heqê guleyekê çiqas e, ji gel re vê gotinê dibêje yanî bi rengekî aliyê gel ê jiyanî miqayese dike bi bi wê guleyê re, wê demê dikare ji gel re bêje wê guleyê ji bo çi dikire û bi kar tîne. Ji bo ku çekan bikire û pê li welatan şer bike gelê xwe birçî dihêle. Li Tirkiyeyê betalî û buhabûn pir li pêş e gihîştiye asteke wisa ku gel biteqe. Hikûmeta AKP’ê tenê rêbazên tundiyê dizane û bi rewşa gel nafikire û di heman demê de siyaseta li Tirkiyeyê tê meşandin ne siyaseta aboriya civakî ye lê belê aboriya şer û dagirkirina dewletên derdor e. Em dikarin bêjin dewleta tirk mesrefa aborî ya ku ji bo dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serf kiriye, li dewleta xwe serf nekiriye her wiha mesrefên ku ji bo çeteyan kiriye ji bo wan bişîne Lîbya, Azerbaycanê li mirovên civaka xwe nekiriye. Ger siyaseta welatan tenê ji bo şer û dagirkirina welatên din be helbet wê rewşa civakê bikeve vî halî ger mirov nikaribin pêwîstiyên xwe yên jiyanî peyda bikin ev kaoseke cidî ye. Bi vê krîza aborî re tenê bêkarî û birçîbûn nîn e gelek rewşên din weke dizî, kuştin, bêexlaqî û revendin zêde dibe. Her wiha civak ji civakbûna xwe dûr dikeve.”
“Teqîneke civakî ya mezin dikare deshilatê hilweşîne”
Sîlvan sedemên ku dihêle civak ji ber rewşa aborî ber bi tunekirinê ve biçe şîrove kir û wiha pêde çû: “Li Tirkiyeyê hikûmet sedema esasî ya pejirîna krîzên aborî ye. Li gorî rewşa heyî dewleta tirk ji bo civaka xwe ne baldar e û her bala wê ji ser krîzên aborî yên hundirîn dide ser destkeftiyên derve. Rabûna gel li hemberî vê krîza aborî kêm e, fikirandina azad tune ye ji bo wê ew cesareta gel jî nîn e derkeve guhertinan bide çêkirin. Gel di nava xwe de dikele lê nikare bide îfadekirin, di nêrîna me de ger teqîneke civakî wisa mezin deng vede wê vê hikûmeta faşîst biqewitîne. Pêwîst e ne tenê xwepêşandan bi Istenbol û Enqereyê bimînin lê belê divê li bajarên ku rewşa wan xerabtir e pêk werin. Her wiha di sala 2018’an de dema dewleta tirk herêma Efrîn dagir kir aboriya wê paşve çû û heya niha berdewam dike. Dewleta tirk ger ji kaseya wê 130 milyar dolar hatibe serfkirin û deyndar e ev tê wateya ku hikûmeta AKP’ê li ber îflasê ye û nikare rewşa aborî sererast bike ev bi xwe pirsgirêkek mezin e. Ev rewş ji siyasetê ne qut e, ya derbeyê li aboriyê dixe siyaseta şaş e. Her wiha şerên ku çêdibin jî aboriyê lawaz dikin, şerên ku bi rastî gerek nakin. Êrîşên li dijî welatên weke Sûriye, Iraq, Lîbya, Azerbaycan, Ermenistanê, hemû aboriya dewleta tirk dixitimînin. Ger li Kurdistanê hinceta dewleta tirk hebe ku kurdan qebûl nake û weke xeter ji bo xwe dibîne û êrîş dike, em dixwazin bizanin li van dewletên din kî hene, dewleta tirk şerê kê dike? Erdogan difikire ku çiqas Kurdan tune bike, wê eqas qezencan bi dest bixe. Hebûna hêza hikûmeta xwe û dirêjahiya temenê xwe di şer de dibîne. Mîna ku bi dagirkirina welatên din hêz û aboriya gelê wê baş bibe û dixwaze di vî alî de gel bide îqnakirin. Li hemberî xapandinê bêdengiyek heye. Her çiqas aboriya dewleta tirk ber bi tunebûnê ve biçe jî ewqas ji bo hinek welatan baş e, ev yek dihêle ku di bin hakimiyeta dewletên navneteweyî de bimîne dewleta tirk êdî nikare ji vê xitimandinê derkeve.”
“Dem hatiye ku vîna gel li Tirkiye bipejire”
Sîlvan da zanîn ku pêwîst e di siyaseta dewleta tirk û polîtîkayên wê yên civakî de guhertinên cidî çêbibin û wiha bi dawî kir: “Dewleta tirk nikare wisa berdewam bike mecbûr e ber bi guhertinek ve biçe ne tenê di aliyê aborî de lê belê pêwîst e di aliyê leşkerî, siyasî, polîtîk, civakî, hiqûqî de xwe bide guhertin. Ger guhertinên bingehîn neyên çêkirin wê krîza heyî berdewam bike. Zagonên ku li Tirkiyeyê hene ne zagonên civakî ne, demokrasî nîn e û mirov neçar in di bin desthilatdariya AKP’ê de bijîn. Têkiliyên dewleta tirk bi Ixwan El-Mislimîn re û tevgerên radîkal ên îslamî re hene yanî tenê meylên wê ev bin helbet wê rê li ber krîzê bê vekirin. Dewleta tirk ne guhertinan çêdike ne jî derfetê dide gel guhertinê çêbike. Dewleta tirk bi hinceta şerê terorê gelê xwe dide îqnakirin ku sedema xerabûna rewşa aborî Tevgera Azadiya Kurdistanê ye bi rengekî ku ew tehdîd in ji bo dewletê û destpêkê divê wan tune bikin. Pêwîst e gel dakeve qadan bi taybetî jin ji ber ku li Tirkiyeyê herî zêde jin zirarê dibînin û gere li dijî wê derkevin ji ber ku berê têkildarê zagonên jinan ên ku Tirkiyeyê îmze kiribû xwe ji hemûyan kişand û ji holê rakir. Ger îro destûrê dide pirzewacî çêbibe û jinek di temenê biçûk de bê zewicandin wê demê divê herî zêde jin rabin ser piyan. Her dem gel gotiye êdî bes e lê tu guhertin nehatin çêkirin êdî dem hatiye ku vîna gel bipejire û bikarin bi ewle bijîn.”