Di nav şer de ‘Diyaloga Jinên Sûdanî’

Îro bi pêşniyara 'Diyaloga Sûdanî-Sûdanî' re, hêvî û tirs bi hev re derdikevin holê. Ev diyalog girîng e ji ber ku wek însiyatîfeke bi temamî Sûdanî tê pêşkêşkirin û ji destwerdana derve dûr e.

MÊRVAT EBD EL-QADIR

Sûdan – Di nava wê krîza hebûnî ku Sûdan ji destpêka şer û pevçûnan ve pê re rûbirû maye de, têgeha 'diyaloga Sûdanî-Sûdanî' wek rêyeke navxweyî ya ji bo çareserkirina krîza welêt, careke din ketiye rojevê.

Ev pêşniyar di qonaxeke krîtîk de derdikeve pêş, ji ber ku trajediya mirovî her roj kûrtir dibe. Li gorî raporên herî dawî yên Neteweyên Yekbûyî û UNHCR'ê yên Îlona 2026'an, hejmara kesên ji cih û warên xwe bûne ji 11 milyonî derbas bûye.

Di dilê vê krîzê de jina Sûdanî cih digre, lê ne tenê wek hejmarek her wiha wek aktoreke sereke ku barê herî giran kişandiye û hê jî dikişîne. Di heman demê de mînakên awarte yên berxwedan, însiyatîf û avakirina aştiyê nîşan dide.

Koçber bi şertên dijwar re rûbirû dimînin

Tenê hejmar jî mezinahiya karesatê eşkere dikin. Ji sedî 60’ê kesên hem li nav û hem jî li derveyî Sûdanê ji cih û warên xwe bûne, jin û zarok in. Zêdetirî 2.3 milyon jin bi kêmbûna tund a xurekê re rûbirû ne. Tenê li kampa Tawilayê ya li Darfura Bakur, Koordînasyona Giştî ya Kampên Koçberan ragihand ku di hefteyên dawî de 193 malbatên nû ku ji Kordofan û deverên din ên Darfurê reviyane hatine wir, di şert û mercên ji pêdiviyên herî bingehîn ên wek xurek, derman, ava paqij û stargehê bêpar  de dijîn.

Di heman demê de, Artêşa Rizgariya Sûdanê (SLA) li deverên di bin kontrola xwe de rewşa birçîbûnê ragihand û kêmasiya fonên ji bo bersivdana mirovî ya navneteweyî derbasî ji sedî 65'î bû. Ev hejmar ne tenê çîroka êş û azarê vedibêjin; ew pirseke rasterast jî derdixin pêş: Gelo em çawa dikarin behsa paşeroja Sûdanê bikin bê ku ew jinên ku barê herî giran hildigrin, bibin hevparên avakirina wê paşerojê?

Ji peravê ber bi navendê ve

Rojnamevana Sûdanî Rifqa Abdullah behsa beşdariya jinan a li diyalogên borî û rola wan a di çareserkirina krîzan de kir û got: “Jinên Sûdanî di gelek bûyerên dîroka Sûdanê de roleke mezin û çalak lîstine. Ev yek bi taybetî di Şoreşa Kanûnê de diyar bû, ku tê de roleke pir bi bandor lîst. Her wiha ji destpêka pevçûna niha ve, wan di kampên koçberan û rêxistinên civaka sivîl de hebûneke taybet û roleke berbiçav parastiye. Tevî hebûna jinan a di van hemû bûyeran de, beşdariya wan di astên danûstandin û diyalogê de hê jî di bin asta pêwîst de ye.”

Rifqa Abdullah tekez kir ku her çend dîrokeke dirêj a diyalogên neteweyî li Sûdanê heye, ji Peymana Naivaşa û Belgeya Dohayê bigre heta Peymana Aştiyê ya Jubayê ya sala 2020'an, jin pirî caran li peravê mane. Rifqa wiha axivî: “Peymana Jubayê xalên ku bi kêmanî ji sedî 40 temsîliyeta jinan ferz dikin dihewand, lê pêkanîna wê li ser erdê ji sedî 10 derbas nebû. Di encamê de gava pêvajo ber bi diyalog û çalakiya siyasî ve çû, rola wan pir lawaz ma.”

Îro bi pêşniyara 'Diyaloga Sûdanî-Sûdanî' re, hêvî û tirs bi hev re derdikevin holê. Ev diyalog girîng e ji ber ku wek însiyatîfeke bi temamî Sûdanî tê pêşkêşkirin û ji destwerdana derve dûr e; lê şertê serkeftinê guherî ye. Axaftina li ser 'tevlîbûna ne-temam' êdî nayê qebûlkirin. Jin êdî ne tenê li kursiyek ji bo nîşandanê digerin, her wiha li kursiyek wek mafekî jî digerin.

Rola rêxistinên jinan tevî pevçûnan jî berdewam dike

Rola rêxistinên jinan ku tevî pevçûnan jî berdewam kirine derdikeve pêş, însiyatîfa 'Ji Zordariya li ser Jinan re Na' di nav yekemînên belgekirina tawanên tundiya zayendî de bû. Di heman demê de Hevbendiya Jinên Sûdanî ji bo Aştî û Ewlehiyê ku ji zêdetirî 50 rêxistinên jinan pêk tê, belgeyeke helwestê ya zelal pêşkêş kir û tê de daxwaza temsîliyeta mecbûrî ya ji sedî 40 di hemû komîteyên diyalog, çavdêrî û pêkanînê de kir. Her wiha wan bang li tevlîkirina jinên koçber û penaberan kir.

Jinên Sûdanî ji vê diyalogê çi dixwazin?

Jinên Sûdanî naxwazin ku di diyaloga pêş de tenê xwedî roleke sembolîk bin, dixwazin ku di diyarkirina paşeroja welêt û rawestandina şer de bibin hevkarên rastîn.

Rifqa Abdullah di sê xalan de bersivên zelal dide vê pirsê: “Ya yekem, nûnertiya rastîn û dadperwer, bi taybetî rêjeya  ji sedî 40, wek ku di peyman û belgeyan de hatiye diyarkirin. Ya duyem xistina mijarên taybet li ser maseyê: dadmendiya zayendî, ewlehiya aborî û bihêzkirina jinên koç kirî, her wiha tenduristî û perwerdeya li deverên koçberiyê. Ya sêyem mekanîzmayên serbixwe yên pratîkkirin û şopandinê; pirsgirêk ne nebûna peymanan e, nebûna îradeya pêkanîna wan e jî.”

Seroka Ofîsa Avakirin û Rêxistinkirinê li 'Tora Jinên Sûdanî' Mona Bela daxwazên xwe wiha tîne ziman: “Ya yekem divê şer raweste; ya duyem divê gihîştina alîkariyan hêsan bibe û ya sêyem divê pêvajoyeke siyasî hebe ku ber bi aştiyeke berfireh ve bibe. Divê diyalog di atmosfereke saxlem de pêk bê. Tiştê ku niha diqewime, armanc jê rewakirina hebûna aliyekî taybet û dabeşkirina 'de fact'* (bi pratîkî) ya Sûdanê ye."

'Jin pêşengiya dîtina çareseriyan e'

Mona Bela ragihand ku yekem xwepêşandana wêrek di destpêka şer de li herêma Nîlê Şîn pêk hatiye û wiha domand: “Çalakiya ku ji aliyê tevgera 'Dayîkên Sûdanê' ve hatibû organîzekirin, komeke ku min alîkariya damezrandina wê kiribû ye. Şer di 15'ê Nîsana 2023'an de dest pê kir û me yekem çalakiya xwe ya rûniştinê di 23'yê Nîsanê de li dar xist. Em li Nîlê Şîn di nava şeran de jiyane û mezin bûne û barê herî giran ê êş û azarê ketiye ser milê jinan. Jin her tim di pêşengiya dîtina çareseriyan de ne. Ew xwedî jêhatîbûn û kapasîteya rêveberiyê ne. Piraniya malbatên Sûdanî bi saya jinan yekgirtî û berxwedêr dimînin.”

Însiyatîfên bi pêşengiya jinan ên ji bo çareserkirina qeyranê

Li Darfûr, Kordofan û başûrê Nîlê Şîn, jinên ji pêkhateyên serokatiya kevneşopî û rêxistinên civakî pêşengiya zêdetirî ji sedî 70'ê însiyatîfên aştiyê yên herêmî kirin. Ev hewldan di rawestandina şerê eşîran û hêsankirina vegera kesên koçberbûyî ya ji bo gundên wan de serkeftî bûn.

Însiyatîfên 'Jin ji bo Aşitiyê' mînakeke berbiçav bûn. Jinên ji eşîrên cuda karîn di nava konan de li cem hev rûnin û peymanên ne-êrîşkirinê îmze bikin, tevî ku şer û pevçûn di asta xwe ya herî bilind de bûn. Di dema şoreşa Kanûna 2018'an de, ‘Kandaka’ (jina Sûdanî) wek kesayetiya herî berbiçav derket pêş. Jinan zêdetirî ji sedî 70'yê girseyên beşdarî hin meşan dibûn pêk dianîn. Wan li ber girtin, lêdan û binpêkirinan sekna xwe nîşan dan û fedakariyên mezin kirin.

'Mafê jinên Sûdanî heye ku bên temsîlkirin'

Mona Bela ragihand ku di meha Tebaxa 2024'an de beşdarî danûstandinên navbeynkarî yên li Cenevreyê bûye û wiha pê de çû: “Me bi saya israra xwe karî bighîjin maseya danûstandinan û dengê xwe bidin bihîstin. Her çend dibe ku beşdariya jinan a di van diyalogan de ne îdeala dawî be jî, ew armanc dikin ku xwedî hebûneke xurt û xuya bin. Mafê jinên Sûdanî ye ku bên temsîlkirin, bi taybetî jî ji ber rola wan a çalak a di şoreşa Kanûnê de û wan binpêkirinên ku di demên şer û pevçûnan de li hember wan hatine kirin.”

Jin çawa li pêşeroja diyaloga navxweyî ya Sûdanî-Sûdanî dinêrin?

Sûdan di qonaxeke krîtîk re derbas dibe ku êdî tehemûla ceribandinên din ên têkçûyî nake. Bê hebûna asoyeke siyasî, nikare heta hetayê berdewamî bi wê helwesta berxwedêr a gel, bi taybetî ya jinan bê dayîn. Lê serkeftin bi sê faktoran ve girêdayî ye: îradeyeke siyasî ya rastîn; dûrxistina diyalogê ji parvekirina kotayên partiyan û naskirina wê rastiyê ku her aştiyeke ku çareseriyê ji sedemên bingehîn ên paşguhkirinê re peyda neke an jî beşdariya jin û ciwanan mîsoger neke, dê tenê demkî be.

Rifqa Abdullah hêvî dike ku diyaloga navxweyî ya Sûdanî-Sûdanî ya li Xartûmê serkeftî û bibandor be, aramiya neteweyî xurt bike û şer rawestîne. Rifqa pêşniyar dike ku komîte werin avakirin û rêzikên bingehîn ên kar bên danîn ku bi garantî, peyman û belgeyên girêder ên xurt bên destekkirin, da ku nûnertiya jinan û hebûna wan a rastîn di rolên biryardanê de bê mîsogerkirin.

Mona Bela jî heman nêrînê parve dike û piştgiriyê dide diyalogeke ku ber bi aştiyeke rastîn ve dibe. Lê Mona vê pirsê dike: “Gelo diyalog dema ku dengê guleyan berdewam e û welatî hê jî koçber dibin û kesên xwe yên ezîz winda dikin çawa dikare pêk were? Ji bo serkeftina her diyalogê, jîngeheke saxlem pêwîst e.”