Di hilbijartinên Tirkiyeyê de rola HDP’ê

Her ku rojeva hilbijartinê zêdetir dibe, nîqaşên li ser HDP’ê ku partiya nifte ye jî zêde dibe. Dema HDP’ê di bin zexta girtî de amadekariya hilbijartinan dike, her kesli ser wê yekê diaxive ku dê li ku, çawa û kijan gavan biavêje.

SARYA DENÎZ

Navenda Nûçeyan – Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi taybetî ji hilbijartinên 7’ê Hezîrana 2015’an û vir ve bi awayekî bipergalî bi binçavkirin, girtin û êrîşan re rû bi rû ye. Di encama operasyonên siyasî yên li dijî HDP'ê de hejmara endamên partiyê yên ku hatin binçavkirin gihişt 20 hezar. Hevserok, rêveber û endam jî di nav de zêdeyî 5 hezar kes hatin girtin. Operasyonên li dijî zemîna HDP'ê tên pêkanîn, roj bi roj bizêdebûyîne berdewam dike. Vê carê jî li ser van hemûyan pêvajoya girtina partiyê jî hate zêdekirin. Tirkiye, bi encambûna biryara doza ku der barê 451 navan de bi daxwaza qedexekirina siyasetê hatiye vekirin de, qey ezmûnek demokrasî ye dide. Lê helbet ne tenê ev e. Li pişt doza girtinê heman demê gelek îmtîmal û vebijark jî hene.

Hevserokê Giştî ya HDP'ê Mîthat Sancar, rojên derbasbûyî ragihand ku Komîsyona Hiqûqê ya HDP'ê têkildarî dosyaya girtinê ji Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) re serlêdanek nû kiriye. Di serlêdanê de hat xwestin ku biryara girtinê ji bo piştî hilbijartinê bê hiştin. Di serlêdana HDP'ê de tê xwestin ku hemû kiryarên darazî heta hilbijartinan bê rawestandin.

AYM’ê, daxwaza Serdozgerê Dadgeha Bilind a Tirk Bekîr Şahîn a qutkirina alîkariya Xezîneyê ya HDP'ê di 5'ê Çileyê de nirxandi bû. Bekîr Şahîn bi daxwaza girtina HDP'ê li AYM’ê doz vekiribû. Xwestiye alîkariyên Xezîneyê yên HDP'ê bên qutkirin û her wiha daxwaza blokekirina hesabên ku alîkarî HDO’ê dikin kiribû. Li ser vê yekê AYM’ê, hesabê alîkariyê Xezîne ya HDP'ê bi awayekî demkî bloke danibû. Biryar li hember 7 dengan bi piraniya 8 dengan hatibû standin. HDP’ê vê salê 179 milyon lirayê wê heya 10’ê Çileyê, dê 539 milyon hezar lira alîkariya hazîneyê girtiba.

HDP’ê çima xwest biryar ji piştî hilbijartinê re bê hiştin?

HDP’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku çima xwestiye biryar ji piştî hilbijartinê re bê hiştin. Tê diyar kirin têkildarî her biryara were girtin, gelek gavên ku HDP’ê biavêje heye. Li Tirkiyeyê di derbarê dîroka hilbijartinê de nezelaliyek cidî mijara gotine ye. Serokomarê AKP'î Tayyîp Erdogan hêj dîrokek diyar nekir. Hilbijartin bi îhtîmaleke mezin dê di dîrokên ku wî pêşbînî dike de pêk were. Bi rastî jî diyarkirina dîroka hilbijartinê jî mijareke din a nîqaşê ye ku hiqûqnasan baldikşînin ku gelek mijarên dij qanûna bingehin hene. Bi gelemperî tê payîn ku hilbijartin di 18’ê Hezîrana 2023’ an de bên pêkanîn. Ger biryareke din neyê girtin, pêvajoya fermî ya hilbijartinên ji bo 18'ê Hezîrana 2023'an dê di 19'ê Nîsana 2023'an de dest pê bike. Dîrokek din jî 14’ê Gulanê ye. Ger 14’ê Gulanê wek dîroka hilbijartinê bê îlan kirin, pevajoya dermî ya hilbijartinê dê di 12ê Adara 2023’an de dest pê bike. Li holê nediyarbûnek cidî heye. HDP difikire ku ev nediyarbûn ji plana girtina kiskacê ya HDP'ê zêdetir armancan hildigre. Ango hikûmet dozê li hemberî HDP'ê weke amûreke şantajê bi kar bîne. Li vir HDP’ê di wê baweriyê de ye ku pêvajoyeke hilbijartinê ya ku partiyên di hedefê de ye dê ne wekhev, adil û demokratîk be.

Ma HDP’ê ji her encamê re amade ye?

HDP’ê diyar dike ku ew ji her encamê re jî amade ne. Mîthat Sancar wiha dibêje: “Weke ku me gelek caran diyar kir, li dijî operasyonên tevdîra siyasî girtine û azmûn û hêza me a pêngavan bigirin heye. Lê belê tenê di vê pencereye de li vê meseleye binêrin jî têrê nake. Prensîbên hatine binpêkirin di giranî ya dikare bermahiyên dawî yên demokrasiyê ên li Tirkiyeyê jî ji hole rake.”

Piştî hilbijartinê di rewşek derketina biryara girtinê de, wekîlên ku bên hilbijartin ger bikevin çarçoceya qedexeya siyasî jî, wekîltiyên wan nakeve. Lê belê nikare bibe endamêkî partiyek. Ango partiyeke nû jî ava bibe, navên qedexekirî nikarin bibin endamên vê partiyê. Lê qedexeya siyasî bin jî, ev yek li pêşiya wan astengiyek ava nake ku siyaseteke serbixwe bikin. Ger di meclîsê de zêdetirî 20 navên ku ne di çarçoveya qedexeya siyasî de cih digrin, komek partiyên siyasî dikare bê avakirin. HDP’ê jî dema lîsteya xwe amede dike, divê herî kêm 20 navên bêqedexe diyar bike.

Ger girtîn pêkwere, dê çi dibe?

Ger tevî bangên hemû pêkhateyan biryara girtina HDP'ê û saziyên demokratîk bê dayîn dê dîrok li vir jî dîrok diyarker be. Ger biryara girtinê beriya pêvajoya radestkirina lîsteyan bê dayîn, navên ku ji HDP'ê re qedexeya siyasî wernegirtine, dikarin ji partiyên din namzet bibin. Lê ger piştî diyarbûna lîsteyên namzetan YSK'ê biryara girtina partiyê bê dayîn, namzetiya hemû navên di lîsteya HDP'ê de dikeve û ew ê nikaribin bikevin hilbijartinê. Li vir tê diyarkirin ku HDP’ê dê îhtîmala dawî berçav bigre. Dikare di hilbijartinan de bang li girseya HDP’ê bike ku dengê xwe bidin partiyeke ku ketiye hilbijartinê. Ji bo vê bangê jî hinek vebijark hene. Dibe ku bang ji yek ji pêkhateyên Îtîlafa Ked û Azadiyê an jî ji bo partiyên weke Partiya Herêmên Demokratîk û Partiya Çep a Kesk bên kirin.

Hikûmeta AKP-MHP’ê ji girtinê çi bendawarî dike?

Mijara girtina HDP’ê demek dirêj e daxwaza MHP’ê ye. Devlet Bahçelî ku ji sala 2020'an ve li ser talîmatê talîmat dide, hewl dide siyaseta xwe bi vê dozê zindî bihêle. Çawa ku bi talîmata Bahçelî dosyaya girtinê hat vekirin, dîsa bi banga ji Alîkarên wî Fetî Yildiz jî ji bodi mijara alîkariya xezîneyê de gav hat avêtin. MHP’ê bû rêvebirê pêvajoya dozan. MHP’ê pêvajoya hilbijartinê bi rêya HDP’ê teşe dike û hewil dide ji vir jî hilbijêran re peyam dide. AKP’ê di rastiyê de bi pêngava girtinê re li pey dengdêrên Kurd re, lê ev ji hewldanek bêhûdê wêdetir nîne. Pekane ku mirov dikare bibêje ku bendewariyên AKP’ê yên pir alî hene. Namzedê Serokomariyê yê maseya şeşalî kî bibe, helwesta HDP'ê ya li vir, AKP ji bo van hemûyan di teyaqûz de ye, lê em tebinî bigrin ku li hemberî van hemûyan gotin û formula HDP'ê heye.

Bandorên vê di hilbijartinan de

HDP’ê di Meclîsê de partiya 3’emîn a herî mezin e. HDP’ê niha di qezençkirina hilbijartinê ya li dijî Serokomarê AKP’yî de erka partiya nifte ye. HDP’ê ragihand ku dê namzetê xwe diyar bike. Ev tê wê wateyê ku hilbijartin derbasî tûra duyemîn bibe an jî maseya şeşealî hilbijartinê winda bike. Dema rewş wiha ye, hêj ji Maseyek Şeşalî ya berfireh der barê zext û pêkanînên girtina HDP'ê de tu daxuyanî nehat dayîn. HDP'ê diyar kir ku di mijara namzetê hevpar de ji muzakereyan re vekirîne, lê belê heta niha hevdîtinek ji raya giştî re hat eşkere kirin ne hat jiyîn. 3'emîn Îtifaqa ku HDP’ê cih digre, hefteya borî gotina xwe got û careke din banga yekitiya ku hemû beşan hembêz bike kir. Encam dê bi gavên ku rojên pêş bên avêtin diyar bibe.

Partiya jinan

Di meclîsê de hebûna HDP’ê ku wekî 'partiyeke jinan' jî tê binavkirin, ji bo jinan mijarekî nayê nîqaşkirin. Zêdegavî ku mirov bibêje ku ji bilî hevserokatiyê, hejmara wekîlên jin û koma jinan, ‘yekane partî’ jiyana xebatê bigire heta tundiyê gotinên jinên li Tirkiyeyê dijîn tîne ziman û bi rêkûpêk dibe rojeva parlamentoyê. Ji ber vê yekê xetereyên girtina wê ya ji bo temsîliyeta jinan vekiriye. Ji aliyê din ve HDP’ê ku di hilbijartinan de weke potansiyel xala nifte de tê dîtin, di warê ewlehî kirin û parastina mafên jinan de jî xwedî girîngiyeke mezin e. Di encamê de hebûna HDP’ê ji bilî gelek sedemên ku hatine rêzkirin herî zêde jî jinan eleqedar dike. Lê belê ev bandor û rastî tên paşguhkirin û nîqaş tên meşandin. Îro dema berxwedanên ku jin pêşengiya wê dikin were fikirin, divê bandora jinan ya di hilbijartinan de jî bê dîtin.