Di Hilbijartinên Iraqê de jinan kota derbaz kir: 97 jin ketin parlementoyê

Di hilbijartina pêşwext a Parlamentoya Iraqê de, ji kotaya ji bo jinan hatî diyarkirin de 14 parlamenterên jin zêdetire. Bi giştî 97 jin weke parlamenter hatin hilbijartin.

Di hilbijartina pêşwext a Parlamentoya  Iraqê de, ji kotaya ji bo jinan hatî diyarkirin de 14 parlamenterên jin zêdetire. Bi giştî 97 jin weke parlamenter hatin hilbijartin.
Navenda Nuçeyan- Li gorî sîstema Iraqê, ji bo jinan ji sedê 25 kota hatiye diyarkirin. Ji 329 kursiyan dike 83 kursiyên parlamentoyê. Lê, di hilbijartina dawî de 97 jin bûne parlamenter. Li gora vê rêjeyê jinan ji kotaya hatî diyarkirin zêdetir Ango ji sedê 29.2 kursî bi dest xistine.
Rêveberiya Giştî ya Desteya Wezîran a Iraqê diyar kir ku di hilbijartinên pêşwext ên Parlamentoya Iraqê de ku di 10’ê Cotmehê de pêk hat 97 jinên parlementer hatine hilbijartin. Ji vane 57 jin bi dengên sitandî û bêyî kota derbasî parlamentoyê bûne.
Jî 63 parlamenterên Herêma Kurdistanê yên serkeftî ji wan 23 jinin. Ji vana tenê 4 jin dikarin bi sîstema kota biçin parlemenê û yên dinê wê bi dengên xwe biçin parlemena Iraqê.