‘Di dîroka Tûnisê de beşdarbûna jinan di hilbijartinên qanûnî de ya herî kêm e’

Rêjeya beşdariya jinan di hilbijartinên parlamentoyê yên ku di 17’ê Kanûna 2022’an de li Tûnisê çêbûn de, ji bo çîna siyasî weke cezayek bû.

ZOUHOUR MECHERGUI

Tûnis - Dezgeha Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Tûnisê li ser vê yekê îsrar dike ku rêjeya kêm a dengderan di hilbijartinên vê dawiyê de ji ber nebûna propagandaya hilbijartinê ya bi pere û sîstema nû ya hilbijartinê ye ku Tûnisiyan qebûl nekir. Lê partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û komeleyên jinan û mafên mirovan teqez dikin ku ev kêmbûn encama neçariya riyeke siyasî ye ku li ser dûrxistina aktorên jin ên siyasî û opozîsyonê hatiye avakirin.

Encamên hilbijartinan ku rêjeya beşdarbûna jinan tê de ji sedî 5 derbas nebûye, bû sedemek ji bo nûkirina bangewaziya avakirina diyaloga niştimanî û avakirina hikûmeteke bi şiyanên aborî ku heta hilbijartinên pêşwext bên organîzekirin dê welat bi rê ve bibe.

Çalakvana siyasî û mafên mirovan AMAl El-Edwanî di hevpeyvînek bi ajansa me re teqez kir ku rewşa nezelal, nikare bi vî awayî berdewam bike, bi taybetî ji ber krîza aborî û her wiha anî ziman ku nerazîbûna jinan ji dengdan û namzediyê re peyamek eşkere ye ji çîna siyasî ya heyî re ku wan nas nekir û bi awayekî sîstematîk wan dûr xist.

Tu sekna siyasî ya heyî ya li Tûnisê piştî hilbijartinên qanûnî yên ku li welat pêk hatin çawa dinirxînî?

Dîmenê siyasî yê heyî li Tûnisê bi nezelalî, bê asoyên vekirî, bi tevlihevî di jiyana siyasî ya Tûnisê de tê diyarkirin. Nemaze piştî guhertina mezin a partî û civaka sivîl ku weke navbeynkariya hemwelatî û desthilatdariyê tên hesibandin û di hilbijartinên parlamentoyê yên Tûnisê de bi giranî û bi awayekî berbiçav tune bûn. Hemwelatî ji ber ku piraniya berbijêran nas nakin, di hilbijartina ku nûneratiya wan bike, nizanin kê hilbijêre û şaş mane. Tiştê ku meriv dikare bibêje ew dîmen ne zelal û bi guman e.

Tevlibûna jinan a di hilbijartinan de ku ji sedî 5 derbas nebû tu çawa dinirxînî?

Mirov dikare bihesibîne ku ev beşdarbûn di dîroka Tûnisê de ya herî lawaz e ji dema serxwebûnê ve heta îro û ev jî encama qanûna nû ya hilbijartinê ye ku rêjeya jinan di parlamentoyê de diyar kiriye. Berê partiyên siyasî bi rêjeyeke mezin beşdar dibûn û piştgirî dabûn cihgirtina jinan, çi bi hilbijartina wek dengdêr û çi jî wek parlamenter. Lê qanûna hilbijartinê ya heyî bi danîna van şert û mercên ne adil ji bo namzediyê jinan dûr dixe.

Ez nerazîbûna jinan a ji bo beşdarbûna proseya dengdanê weke bersivek li dijî qanûna hilbijartinê, projeya hilbijartinê û riya siyasî ya heyî dinirxînim. Ew peyamek e ku divê hemî siyasetmedar fêm bikin asta hişmendiya jinan li Tûnisê dikare bigihîje qonaxa cezakirina tevahî çînê. Peyama min ji jinan re ew e ku têkoşîna ji bo welatê xwe û pêşeroja xwe bidomînin.

Ji sala 2011’an ve Tûnisê bi vî awayî kêmbûnek di beşdarbûna dengdêran de tomar nekiriye. Tu vê nerazîbûna nedîtî çawa dinirxînî?

Ji sala 2011’an ve rêjeya dengdanê di hilbijartinên cuda de bi vê rêjeyê ku ji sedî 8.8 e kêm nebûye û heta li ser asta cîhanê jî li tu welatan ev yek çênebûye. Ez dibînim ku sedema yekem li pişt vê nerazîbûnê diyar e û bi kêmbûna baweriyê bi çîna siyasî ya niha, çi partî û çi nûnerên meclisa Nûneran tê temsîlkirin. Ya duyemîn em ji bîr nekin ku ev nerazîbûn bû sedemek rasterast ji bo banga partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl bo boykotkirina hilbijartinan. Her wiha haya welatiyên Tûnisî ji berendam û bernameyên wan ên hilbijartinê yên dişibin hev tune ye.

Zehmet e ku Tûnisî piştî tiştên di parlamantoyên berê de qewimîn, di nava 5 salên li pêş de careke din baweriya xwe bînin û çarenûsa welatekî bidin destên kesên ku nas nakin û bi bernameya wan ne bawer in. Berê her tişt zelal bû, her dengdêrek namzedên wê herêmê û partiya berbijêr nas dikir. 

Îro gelek aliyên siyasî daxwaza diyalogeke niştimanî dikin ku di encamê de hikûmetek ku dê qonaxa veguhêz bi rê ve bibe heya ku hilbijartin pêk werin çêbibe. Di van şert û mercan de pêkanîna vê senaryoyê hêsan e gelo?

Tûnis îro bi çarenûseke nenas re rû bi rû ye û em hemû dizanin ku qeyran tenê bi diyalog û danûstandinan dikare were derbaskirin. Ji bo rizgarkirina welat divê hemû pêkhateyên siyasî, çalakvanên jin û mêr bibin yek. Hin alî hene divê bên cezakirin. Divê zagona hilbijartinê bê sererastkirin an jî guhertin.

Divê riyeke siyasî ya nû bê avakirin ku encam bide hilbijartinên dadmend û zelal ku welat vegere ser riya rast. Divê hilbijartinên serokomariyê jî bên birêxistinkirin. Ev tê wê wateyê ku em li ber du çareseriyan in, yan vegere ser zagona berê ya hilbijartinan, yan jî lidarxistina hilbijartinên pêşwext ji bo ku welat li ser riya rast were danîn.

Îro em rûbirûyê bangewaziyek lezgîn û pêdiviya hikûmetek awarte ya aborî ne ku erka wê başkirina rewşa heyî û mercên jiyanê ye. Ev bang bi taybetî beriya pejirandin û amadekirina zagona darayî ya sala li pêş girîng e. 

Di encamê de li gorî vê rewşa dijwar rola jinên Tûnisî di qonaxa pêş de çi ye?

Rola jinan pêşî bi hilbijartinê derdikeve holê. Weke ku em dizanin dema ew wek hêzeke bi bandor a hilbijartinê bigihîjin sindoqan dê rastî biguhere, nemaze dema ku kesek bi rastî nûnertiya wan dike, dûr ji sozên hilbijartinê yên derew bibînin. Ew haydar in û dikarin di hilbijartinê de û her wiha bi hebûna xwe ya di parlamentoyê de ji bo derxistina zagonên ku welat û rastiya jinan bi pêş bixin, bixebitin. Baweriya me bi jinên Tûnisî heye ku ji bo rizgarkirina welatê xwe rêgeza hevbendiya siyasî ya ku li Tûnisê heye biguherînin.