Di civakê de jin dikarin di warê siyasî de bi hêz bin

Navenda Rojnamegerên Jin ên Başûr a Xezayê, bi lêkolînên domdar, armanc dike ku qelsiyên jinan bizanibe. Haneen Judeh dide zanîn ku qada analîzên siyasî ya li Xezayê ji jinan re naxebite, ji ber ku di warê siyasî de ezmûn tune ye. Di nav bernameya bihêzkirinê de dê çend kurs ji bo hejmarek jinên ciwan werin amadekirin da ku jinên li Xezayê bi zêdekirina hişmendiya xwe ya siyasî dest bi şîrovekirina siyasî bikin.

REFÎF ÎSLÎM
Xeza- Navenda Rojnamegerên Jinên Başûr a Xezayê vê dawiyê kampanyayek ji bo bihêzkirina jinan a siyasî û piştgirîkirina wan di gihîştina navendên biryargirtinê di çarçoveya bernameyek yekgirtî de ku ji hêla rojnamegerên jin ve hatiye birêvebirin dan destpêkirin da ku asta jinan di her warî de di bin etîketa “Rojnamegerên jin jêhatî ne” de bilind bike. Kampanya berî ku li ser medyaya civakî were destpêkirin, lêkolînek kir da ku hewcedariyên jinan bi gelemperî û bi taybetî jinên ciwan nas bike û wan tevlî jiyana siyasî bike. Der barê xebatên kampanyaya Rojnamegerên Jin Jêhatî ne de koordînatora kampanyayê Haneen Judeh ji ajansa me re axivî.
“Jin hewl didin li navendên biryargirtinê cih bigrin”
Koordînatora kampanyayê Haneen Judeh da diyarkirin ku jinên li Xezayê bi domdarî hewceyê kampanyayan in, çi di aliyê bihêzkirina aborî, civakî, tenduristî yan jî siyasî de be. Ew jî bi mebesta ku rola wan a bi bandor bînin bîra wan û pirsgirêkên ku ji ber wan êşê dikşînin bibînin. Divê ev êş bi çîrokên serkeftî yên jinên ku bikaribin bigihîjin destkeftiyek berbiçav di aliyek jiyanê de were hevberkirin da ku teşwîqeke wan hebe ku berdewam bikin û li hemberî dijwariyên ku rû bi rû dimînin, bisekinin. Kampanya di bin sernavê ‘Guhertin berî bihêzkirinê’ ku di dawiya Tebaxê de hat destpêkirin da ku destpêkê rastiya jinên li Xezayê were lêkolînkirin û piştre jî hewl bidin astengiyan bibînin ku pêşî li entegrebûna wan di jiyana siyasî û gihîştina ji navendên biryargirtinê bigrin. Ew jî bi riya lêkolînek diyar bû ku bi dehan jin ji parêzgehên cuda dibin hedef. Kampanya hewl dide ku di dema niha de balê bikşîne ser du beşên girîng ên civakê, ango jinên ciwan û pisporên ragihandinê.”
“Gelek jinên ciwan û pisporên medyayê, etîketên kampanyayê li ser hesabên xwe parve kirin”
Haneen Judeh bi bîr xist ku gelek jinên ciwan, çi di dema dagirtina forma xwendinê de yan jî di kampanyaya ku ji hêla malperên tora civakî ve hatine organîzekirin de, daxwaza xwe ji bo beşdarbûna jiyana siyasî û gihîştina navendên biryardanê jî diyar kirine. Ji ber ku ew der barê pirsgirêk û hewcedariyên xwe de yên herî zana ne. Hin ji van jinên ciwan buroyên hilbijartinê nedîtine û tu carî di jiyana xwe de deng nedane û wiha domand: “Me bi awayekî kategorîk red kir ku tevlî wan partiyan bibin. Belkî sedema vê yekê rewşa bêçaretî û bêzariya van partiyan a di van 15 salên ji dabeşbûna siyasî ya di navbera bankeriya Rojava û Xezayê de ye. Sozên partiyên derewîn ên di guhertinê de bûn sedem ku peydakirina jiyana munasib ji bo gelek jinên ciwan ji holê rabe. Ji ber vê yekê wan partiyan wekî çareseriyek pûç, bihêzbûnê dibînin. Me van partiyan, li gorî jinên ciwan ragihandine, nikaribûn derfetên kar ji wan re peyda bikin. Ji ber vê yekê ew ê çawa wan bi hev re tevlî karên siyasî bikin û ji wan re bibin alîkar ku di Xezaya dorpêçkirî de cih bigirin. Gelek jinên ciwan û pisporên medyayê, etîketên kampanyayê li ser hesabên xwe bi navgîniya malperên tora civakî parve kirin, nerînên xwe yên berê vegotin. Ji rayedarên berpirsyar, daxwaza guhestinê kirin. Ev yek jî serkeftina kampanyayê di perwerdeya van jinên ciwan û bilindkirina hişmendiya wan ji bo daxwaza mafan piştrast dike.”
“Jin zana nebin dê nikaribin doza mafên xwe bikin”
Haneen Judeh bal kişand ser bandora pandemiyê li ser jinan û wiha got: “Jinên ku zana nebin dê nikaribin doza mafên xwe bikin ji ber ku dibe ew di bingehê de wan nas nekin. Ji ber vê yekê ne mumkun e ku ji bo kampanyayan bi gelemperî dem were destnîşankirin. Tevî hilbijartinan, van demên dawî dosya nû hat girtin lê sazî nikarin rola xwe bi taybetî di hişmendiya zagonî de ji bo jinan biterikînin. Divê hemî saziyên civaka sivîl li ser wê nêzîkatiyê berdewam bikin da ku erka xwe ya li hemberî civakê pêk bînin. Destpêka sala 2020’an, dema ku diyardeya şîdeta li ser jinan bi destpêkirina pandemiya koronayê re zêde bû, gelek jin rastî şîdetê hatine û wateya wê nezanî bû. Ji ber vê yekê bêdengî çareya wan a tekane bû. Bi domandina kampanyayên navendê yên ji bo hişyarkirina sûcên şîdetê, jinan dest bi îtîrazê li ser lêdan an heqareta devkî kirin her wiha girîngî hat dayîn ku li ser bûyerên kuştina bi mebest di van demên dawî de qewimîn û bandorê li gelek jinên ji temenên cuda kirin.”
“Divê bizanibin û li kêleka wan bisekinin”
Haneen Judeh di dawiya axaftina xwe de wiha behsa armanca kampanyayê dike û dibêje: “Hemû hewldan, armanca guhestina çanda jin û civakê û çêkirina jinên bihêz ku bikaribin barê xwe hilgirin û berevaniyê bikin û mafên xwe bi dest bixin e. Navenda Rojnamegerên Jin ên Başûr, pêşkêşkirina pirsgirêkên jinan berdewam dike. Divê ew zanibin ên ku li kêleka wan bisekinin dê ji bo piştgirî û alîkariyê pêşkêşî wan bikin be.”