Di bûdçeya 2024’an de Kurd nîne

Parlementera DEM Partî Bêrîtan Guneş derbarê bûtçeya Wezareta Çandî ya Tirk de axivî û diyarkir ku zimanê Kurdan ji nedîtî ve tê û bertek nîşanî li Efrînê li cihê tabalayên Kurdî bi cihkirina tabalayên Tirkî da.

Navenda Nûçeyan- Li Lêjneya Giştî hevdîtinên Pêşniyarqanûna Bûdçeya Rêveberiya Navendî ya Sala 2024’an a meclîsê berdewam dike. Derbarê hevdîtinên Wezareta Çand û Turîzmê, Wezareta Xebat û Ewlehiya Civakî de Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Bêrîtan Guneş li ser navê partiya xwe axivî.

 ‘Di bûtçeyê de we çiqas cih daye?’

Bêrîtan Guneş, di axaftina xwe de bal kişand ser xebatên Apê Mûsa (Musa Anter) û xebatên Enstîtuyên Kurdî. Guneş, Kurdî-Der, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê û saziyên Kurdî yên hatine girtin bi bîr xist û got: “Em li TDK'ê dinêrin, der barê Kurdî de tiştekî nake. We saziyên bi Kurdî xebatê dikirin jî tev girtin. Ma ev ne qirkirina çandî û zimanî ye?”

‘Ka ev Kurd’

 Di berdewama axaftina xwe de Bêrîtan Guneş anî ziman ku yên Kurdî mereq dikin bila berê xwe bidin dîrokê û wiha pê de çû: “Bila biçin li Zagrosan, li Huriyan û Gutiyan binêrin. Bila berê xwe bidin Împaratoriya Med û li wir kurd û kurdiyê bibînin. Em dizanin ku we bi hezaran stranên Kurdî û Ermenkî kirine Tirkî. Hûn stranên Seyran Mangî û strana Hesen Zirek ya Ey Niştiman dizanin. Na hûn nizanin. We stran bi navên ‘Aglama Yar’ û ‘Ankaranin taşina bak’ kirine Tirkî." 

‘Li Efrînê navê cihan di guherin’

 Bêrîtan Guneş di dirêjiya axaftina xwe de xespkirina îradeya gel a bi rêya qeyûman bi bîr xist û wiha domand: "Qeyûm polîtîkayên sed salan didomînin. Navên taxên Aştî û Berçemê guherandin. Peykerê Ugur Kaymaz xera kirin. Çawa wijdana we bi xerakirina peykerê Ugur Kaymaz ê di 12 saliya xwe de bi 13 guleyan hatiye qetilkirin neêşiya? Têrî we nekir we berê xwe da Efrînê û navên wan deran jî guherandin. Hûn çima di budçeyê de cih nadin van tiştan. Ma parastina hemû ziman û çandan ne berpirsyariya me ye.” 

Bêrîtan Guneş di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser gotina TDK’ê ya “Zimanê me nasnameya me ye” û ev tişt got: “Zimanê me nasnameya me ye, zimanê me rûmeta me ye. Zimanê me dîrok û çanda me ye. Em ê her tim xwedî lê derbikevin.” Guneş, di wan kêliyan de axaftina xwe bi Kurdî kir û bi rakirina dowîzan jî Tirkiya wan nîşan da.