“Dewleta tirk kiryarên dij mirovî li ser gelê me dide meşandin”

Endama Koordînasyona Kongreya Star Eyşa Mehmûd der barê êrîşên dewleta tirk li ser xaka Başûrê Kurdistanê û kiryarên wê der heqê gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê de nirxandin kir û got: “Bêdengiya rêxistinên mafê mirovan hevkariya bi dewleta tirk re dide nîşandan.”

Endama Koordînasyona Kongreya Star Eyşa Mehmûd der barê êrîşên dewleta tirk li ser xaka Başûrê Kurdistanê û kiryarên wê der heqê  gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê de nirxandin kir û got: “Bêdengiya rêxistinên mafê mirovan hevkariya bi dewleta tirk re dide nîşandan.”  
ROJDA SEYIDXAN 
Qamişlo – Dewleta tirk her ku diçe êrîşên xwe li ser xaka Başûrê Kurdistanê bi armanca dagirkeriyê zêde dike. Her wiha niha dewleta tirk li ser Gelê Bakurê û Rojhilatê Sûriyeyê bi riya qutkirina avê li ser şêniyên Kantona Hesekê şerekî taybet dide meşandin. Li kêleka şerê ku tê meşanidn, dewleta tirk li Herêma Efrînê gorên pakrewanên berxwedana serdemê vekirin û weke gorên komî pênasekirin. Li hemberî van êrîş û kiryarên dewleta tirk gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê her di nava berxwdanê de ne. Têkildarî mijarê Endama Koordînasyona Kongreya Star Eyşa Mehmûd  êrîşên dewleta tirk nirxand û ji mere parve kir. 
Eyşa di despêka axavtina xwe de bal kişand li ser êrîşên dewleta tirk li ser xaka Başûrê Kurdistanê û kiryarên ku dide meşadnin û wiha got: “Ev demeke dirêj e ku dewleta tirk a faşîzim êrîşî xaka Başûr dike, ev êrîş komployeke dine li ser tevahî Gelê Kurd û dagirkirina xaka wan. Dagirkeriya dewleta tirk ji xaka Kurdistanê re  bedewamiya tecrîda li ser Rêber Apo ye. Armanca dewleta tirk ji van êrîşan ew e ku herêmên dagirkeriya xwe li Kurdistanê fireh bike. Em nêzî bi dawîbûna lihevkirina Lozan dibin, bi vê yekê re dewleta tirk dixwaze erdnîgariya dagirkeriya xwe mezintir bike, da ku cihên dagirkiriya jêre bimîne. Li hemberî van êrîşan berxwedaniyek bê hempa ji aliyê gel ve tê meşandin, lewma jî pilanên dewleta tirk bi ser nakeve. Dewleta tirk ketiye tengaviyeke pir mezin de, ji neçareiya pirsgirêkên hundirîn berê xwe dide xaka Başûrê Kurdistaê û êrîşê xwe li wir dewam dike.” 
“Dewleta tirk bi riya şerê taybet êrîş dike”
Eyşa di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir  li ser êrîşên dewleta tirk di aliyê şerê taybet de û qutkirina ava stasyona Elok li ser Kantona Hesekê û wiha pêde çû: “Dewleta tirk ji aliyê leşkerî ve êrîşên pir dijwar dide meşandin, niha jî berê êrîşên xwe veguhertiye rêbazekî nû ew e şerê taybet e. Di vî şerê taybet de jiyana bi milyonan mirov ji ber qutkirina stasyona Elok ya ku avê dide Kantona Hesekê û navçeyên girêdayî wê, di nava xeteriyê deye. Mirovan neçarî zehmetiyên jiyanî dikin, barê wan giran dikin û dixwazin wan mecbûrî koçberiyê bikin. Li aliyekî din jî fitneyan di nava pêkhateyên herêmê de derdixe, da ku projeya demokratîk li herêmên me bi ser nekeve. Êdî gel hatiye astekê ku ji van kiryar û pilanan re hişyar in, dê pilanên dijminan bi ser nekevin û serkeftin para gelê me ye.” 
Eyşa nerazîbûnên xwe li dijî van kiryarên dewleta tirk anî ziman û wiha bi dawî kir: “Pilanên dewleta tirk heta niha jî berdewam in.  Piştî ku Herêma Efrîn dagir kir gelek kiryarên qirêj têde hatin meşandin. Berî demekê gorên pakrewanên berxwedana Serdemê vekirin û destavêtin nirxên şehîdên me.  Em van kiryaran bi tund şermezar dikin, bila êdî rêxistinên mafê mirovan bi erka xwe rabin, ma gelo van kiryaran heya niha nabînin. Em dibêjin bêdengiya saziyên mafê mirovan hevkariya bi kiryaran re dide nîşandan. Serkeftin wê ya têkoşîna gelê mebe û binketin ji dijminên mere ye. “