“Dewleta tirk di siyaseta xwe ya hundirîn de îflaskiriye û êrîşî derdor dike”

Endama Têkilî û Tîfaqên Demokratîk a Kongreya Star Menal Mihemed têkildarî rewşa êrîş û pilanên ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê nirxandin kir û got: “Hewceye em li hember pilanên dagirkeriyê şiyar bin.”

ROJ HOZAN
Qamişlo- Dewleta tirk di vê dema dawiyê  de dîsa gef û êrîşên xwe ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca dagirkeriyê nû dike. Her wiha ji 23’ê Nîsanê de êrîşî Başûrê Kurditanê dike. Têkildarî nirxandina van mijaran Endama Têkilî û Tîfaqên Demokratîk a Kongreya Star Menal Mihemed axivî.  
Menal ji bo êrîşên dewleta tirk li ser Başûrê Kurdistanê got: “Dewleta tirk bê navber êrîşî herêmên Parastina Medya û Başûrê Kurdistanê dike, armanca van êrîşan jî ew e dewleta tirk bibe xwedî qezencên mezin di Başûrê Kurdistanê de. Di encama siyaset û pilanan de dixwazin destkeftiyên kurdan di Kurdistanên de ji dest wan bigirin û li hevdu belav bikin. Rêbazên herî qirêj ji bo tunekirina kurdan bi kar tînin. Bi sala ye dewleta tirk dijminatiya kurdan dike, ev mijareke ne nû ye û em hemû di ferqa wê dene , lê ya girîng heya kengî wê ev dijminatî dewam bike û cîhan li kiryarên qirkirina gelê me temaşe bike?.  Heya ku destwerdanên dewletên derve di herêmê me de hebe guhertinên cidî di mijara rawestandina dagirkeriya dewleta tirk de wê nebe, ji ber hemû dewletên derve dewleta tirk weke amûrekî ji bo mayinde ye bercewendiyên xwe bikar tînin. Niha gelek cih li Başûrê kurdistanê bin dagirkeriya dewleta tirk de ne û zêdetirî 80 baregeh û kompên îstîxbaratî yên Tirkiyê li wir hene.  Metirsiya qirkirina gelê Başûrê Kurdistanê heye, ji ber dewleta tirk ne li ser tu esase ye û siyaseta wê li kur vede ew dibe beşek ji dagirkeriya wê. Heman êrîş li ser herêmên Parastina Medya jî heye bi hêcnetên cuda dixwazin Tevgera Azadiyê tesfiye bikin û rehet Kurdistanê dagir bikin.”
Gefên dewleta tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
Menal gefên dewleta tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand û wiha pêde çû: “Dewleta tirk bi salavegera duyemîn ya êrîşên li dijî bajarê Serêkaniyê û Girê spî re, careke din gefên dagirkeriyek nû li herêmên me dike. Tevî ku hêzên gerentor li herêmê hene, lê dewleta tirk di tehdîdên xwe de bi îsara e. Niha weke amadekariyên xwe dike ku çeteyan dîsa komî ser hevdu bike û êrîşî herêmê bike. Li aliyê Til Temir, Eyn Îsa û heya Til Rifetê êrîşên demkî çêdibin, lê em baş dizanin ku pilanên pişt perde de dîsa hene. Dewleta tirk dixwaze rêyên di navbera herêmên me de qut bike yanî ew bi zanebûn herêman hildibjêre.  Niha ger êrîş li van herêman rû bidin wê rêkên di navbera Cizîrê, Kobanê, Heleb û Şehbayê de bê qutkitin û gelê me dîsa di rewşeke dorpêc û aloziyê de bijîn. Helbet bandora şerê taybet jî heye, bi van tehdîdan dixwazin gelê me bitirsînin û îradeya wan tune bikin mîna mirovên li benda qedera xwe bin. Wê tu carî armancên wan pêk neyên, ji ber gelê me êdî di ferqa van pilana de ye û wê tu carî ji doza xwe ya têkoşînê venegerin. Niha li bajarokê Til Rifetê belavokan davêjin ku gel xwe teslîm bike, tevî ku bi sala ye ev bajarok her roj bi êrîş û topbaranê re rû bi rû dihêle. Gelo wê çawa gel baweriya xwe bi vê dagirkeriya ku her roj xwîna wan dirjîne, bîne. Dewleta tirk ji bo armancên xwe pêk bîne dikare her tiştî bike. Dîsa em dibêjin pilanek ser herêmê heye û pêwîst e em jêre hişyar bin. Dewleta tirk di siyaseta xwe ya hundirîn de îflaskiriye ji bo wê êrîşî derdor dike da îsbat bike ku hîn ser lingê xwe ye.” 
Girîngiya yekrêziya kurd
Menal destnîşankir ser girîngiya yekrêziya kurdî û wiha gotina xwe bi dawî kir: “Helbet dewleta tirk ji şerê navxweyî yê di navbera kurdan de qezencan digre, ji ber her çiqas kurd dijminatiyê bi hevdu re bikin ev ji bo dewleta tirk destkeftiye. Ev yek zirar û xeteriya wê ser tevahî Kurdistanê heye, ji ber parçekirina nêrîn û helwesta kurd armancên dagirkeriyê hêsan dike. Ger îro em weke Gelê Kurd ne xwedî helwest bin em ber bi qirkirineke demdirêj ve diçin. Ji bo wê pêwîst e aliyên kurdî ser esasê bercewendiyên gel bifikirn û nakokiyên xwe deynin alî, îro parçekirina me ji feydeya dijmin re. Hêviya me ji tevahî gelê me heye, partiyên me yên siyasî û taybet gelê Başûrê Kurdistanê ku rê nedin dagirkeriyeke nû ser xaka Kurdistanê, her destkefityek biçe ji mîrasê kurd bi giştî diçe. Em di merhelekê dene hevgirtin û yekrêziya me girîng e, ser vî esasî em serkeftinê ji tevahî gelê xwe yê welatparêz re dixwazin. Yekrêziya me binkeftina dijminê me ye.”