Di navbera Şam û Tirkiyeyê de lêgerînên stratejiyeke nû

Endama Mekteba Têkiliyên Dîblomasiyê ya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Derya Remezan geşedanên dawî yên li Sûriyeyê û hevdîtinên di navbera hikûmeta Şamê û Tirkiyeyê de nirxand.

ROJ HOZAN

Qamişlo – Ev demek e mijara hevdîtinên di navbera Tirkiye û hikûmeta Şamê de bi serkêşiya Rûsyayê di rojevê de ye. Di 4’ê Nîsanê de di navbera Sûriye, Rûsya, Tirkiye û Îranê de hevdîtinek çêbû. Aliyên ku di  vê hevdîtinê de bûn dixwazin berjewendiyên xwe li ser hesabê gelên Sûriyeyê û îradeya wan pêk bînin û di navbera hikûmeta Şamê û Tirkiyeyê de lihevkirinê çêbikin. Heya niha tu encamên cidî ji van hevdîtinan derneketine pêş ji ber berjewendiyên wan heya astekê li hev nehatine.

Têkildarî mijarê Endama Mekteba Têkiliyên Dîblomasiyê ya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Derya Remezan armancên bi van hevdîtinan û bandorên wê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand.

Hevdîtina Sûriye, Tirkiye û Îran

Derya Remezan li ser hevdîtinên dawî yên 4’ê Nîsanê di navbera Sûriye, Rûsya,Tiriye û Îranê wiha got: “Civîna ku di 4’ê Nîsanê de di navbera Sûriye, Rûsya,Tirkiye û Îranê de li Moskovê pêk hat, diyar dike ku em dikevin pêvajo û stratejiyeke nû der barê siyasetê de. Siyaseta ku tê meşandin dikeve bin banê berjewendiyên her welatî ji van welatan û dixwazin di vê rewşê de qezenc bikin. Ev çend sal in krîza li Sûriyeyê berdewam dike û heya niha bê çareserî maye. Di heman demê de şerê Rûsya û Ûkraynayê berdewam dike. Li aliyê din jî Îran berjewendiyên wê li Sûriyeyê hene û li hemberî Îsraîlê li ser erda Sûriyeyê di nava pevçûnan de ye. Yanî em dikarin bêjin Rojhilata Navîn û cîhan bi giştî di nava kaosek de ne. Îro her kes ji aliyê xwe ve hewl dide li ser hesabê Sûriyeyê tiştek ji xwe re bi dest bixe. Rûsya îro berê Rojhilata Navîn yan jî berê krîza Sûriyeyê dide pratîkbûna kongrê Soçî û Astanayê. Her wiha ji destên Cinêvê biryarên 22 û 54 der barê Sûriyeyê de hatine nirxandin bigre û vegerîne Astanayê û Soçiyê. Rûsya berê hikûmeta Şamê dide ku bi Tirkiyeyê re hevdîtinan çêbike û bigihîjin tifaqên mayinde li ser hesabê gelê Sûriyeyê. Di civîna 4’ê Nîsanê de hewldan û nîqaşên herî sereke ku hatine lidarxistin ew in ku gereke hikûmeta Şamê û Tirkiyeyê li hev bikin.”

Lihevkirinên hikûmeta Şamê û Tirkiyeyê

Derya Remezan naveroka hevdîtinên di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de her wiha armancên wan şîrove kir û wiha domand: “Xwestekên Hikûmeta Şamê ew in ku dibêjin heta di navbera me û Tirkiyeyê de lihevkirinek were çêkirin pêwîst e Tirkiye ji hemû xaka Sûriyeyê vekişe. Li gorî nêrîna me weke (MSD) em dibînin ku tu encam heya niha ji hevdîtinan derneketine û dê ev hevdîtin bi planên qirêjtir berdewam bikin. Lihevhatin ger çêbibin di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de wê dîsa bikeve bin banê berjewendiyên herdu aliyan, ji ber ku herdu dewlet di aloziyê re derbas dibin. Dewleta tirk dest davêje nakokiyên dewletên derdorê yên weke Iraq, Lîbya, Qubris û di heman demê de li Sûriyeyê destên xwe pir dirêj kiriye û herêmên wê dagir kirine. Em baş dizanin Erdogan tenê dixwaze dengan qezenc bike û dengên esasî bandor lê bike di van hilbijartinan de dengê Kurdan e, ji bo wê em dibînin çi projeyên Kurdan li kîjan parçeyên Kurdistanê hebin dewleta tirk êrîşî wan dike.”    

‘Biryarên ku îradeya gelê Sûriyeyê di wan de tunebin em napejirînin’

Derya Remezan li ser nakokî û hewldanên di navbera dewletan de li ser axa Sûriyeyê wiha pêde çû: “Dewleta tirk di xewn û xeyalên xwe de ji bo avakirina împaratoriya Osmanî bi israr e û dixwaze di demeke kurt de pêk bîne li ser hesabê civakên derdorê. Hewldanên ku di vê guhertina pêvajoyê de çêdibin di mijara Sûriyeyê de dewleta tirk kirine meriyetê. Girêdayî mijarê vê yekê hişt ku gelek dewletên Ereb jî berê pêwendiyên xwe bidin Sûriyeyê û hewl didin careke din Sûriyeyê zindî bikin ku Sûriye meşrûiyeta xwe di qada navneteweyî de bigihîje pozîsyona xwe. Ger ev yek pêk hat qonaxeke derbasbûnê heye ku der barê de Esad bihêlin li ser hikûm heya dema qonaxa derbasbûnê were. Îroj Rûsyayê hewldanên dewletên Erebî dîtin ku Sûriye vegere biryarên Cinêvê û ev jî li dijî berjewendiyên wê ye. Ji bo wê berê Sûriyeyê didin lihevkirinên bi Tirkiyeyê re. Pêwîst e bi riya nîqaş û guftûgoyan em destek bidin hev, ji ber di encamê de em weke gelê Sûriyeyê li ser vê axê dijîn û ger gelê Sûriyeyê bi xwe lihevkirinê çêbike wê tu kes nikaribe dest bavêje nirxên wê. Her wiha biryarên ku îradeya me weke gelê Sûriyeyê tê de tunebe em napejirînin, em weke gelê Sûriyeyê bi xwe çarenûsa xwe diyar bikin.”

‘Pêwîst e aliyên berpirsyar bi erka xwe rabin’

Derya Remezan di dawiya axaftina xwe de bandorên lihevkirin û hevdîtinên di navbera hikûmeta Şamê û Enqereyê de li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wiha şîrove kir: “Helbet ev hevdîtinên dewleta tirk û hikûmeta Şamê bandoreke neyînî wê li ser herêmên Bakur û Rojhlatê Sûriyeyê jî çêbikin. Ji bo wê ger di xaleke giştî de li hev bikin ew jî xala terorîstî ye, gelo terorîst kî ne? Ev cihê pirsê ye. Yanî gelê Sûriyeyê bi giştî dixe asta terorê, yên şerê DAIŞ’ê û terorê kirine heya niha Bakur û Rojhilatê Sûriye ye. Êrîşên dewleta tirk li ser herêmên me û bêdengiya navneteweyî li hemberî van êrîşan cihê şermezariyê ye. Dewleta tirk eşkere sînor û qadên hewayî yên dewletan derbas dike tevî ku zagonên navneteweyî hene vê yekê qebûl nakin. Pêwîst e aliyên berpirsyar bi erka xwe rabin û helwestên wan li hemberî van êrîşan cidî bin.”